Polîsan 114 rojin avahiya HDP'a Amedê dorpêç kirine
Bi sedan polîsan 5 caran bi ser avahiyê de girtin û 81 kes binçav kirin

img

AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven piştî di 8'ê Mijdara 2018'an de li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Oclana dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kirin. Polîsan 114 rojin avahiya HDP'ê ya Amedê dorpêç kiriye û ji 5'ê Kanûnê heta niha 5 caran bi ser avahiyê de girtin û 81 kes binçav kirin. 

 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 8'ê Mijdara 2018'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Piştî Guven li Girtîgeha Tîpa E ya  Amedê dest bi grevê kir, li avahiya HDP'ê ya Amedê jî grevên birçîbûnê dest pêkir. Ji 20'ê Mijdarê û şûnde polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kir û 114 rojim avahiya HDP'ê di bin dorpêça polîsan de ye. TOMA, maşineyên guhdarkirinê û maşîneyên zirxî şev û roj li ber avahiya HDP'ê nobetê digirin û hemû kesên dikevin avahiyê dixin bin qeydan. 
 
12 KESÊN KETIN GREVÊ PIŞTRE LI MAL BINÇAV KIRIN
 
Piştî Leyla Guven dest bi grevê kir, 12 kesên ji bo piştgiriya Leyla Guven li avahiya HDP'ê ketin grevê piştrî çalakiyê li malên wan binçav kirin. Li gel Parlamentera HDP'ê Dersim Dag û Saliha Aydeniz rêveberên HDP'ê Necmettin Burakmak, Haluk Eyyupoglu, Mehmet Ali Alkan, Seyfettin Kiliç, Sait Demir û Osman Don, reveberê DBP'ê Niyazi Baran û Ramazan Ungur, Endamê KCD'ê Diyadin Noyan, endame Meclisa HDP'ê Nurettin Turgut, aktîvîsta TJA Hayat Akyol û welatî Hatun Aslan û Esma Ayata, di 17'ê mijdara 2018’an de ji bo 2 rojan ketin grevê. Piştî 12 kes ketin grevê di 5'ê kanûnê de polîsan bi ser malên wan de girtin û li malê binçav kirin. 12 kesan piştî îfade dan serbest hatin berdan. 
 
Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Selçuk Mızrakli, Dersim Dag, Remziye Tosun, Semra Guzel, Musa Farisogullari û Saliha Aydeniz, di 3'ê Kanûnê de bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven ketin grevê. 
 
POLÎSAN BI SER AVAHIYA HDP'Ê DE GIRTIN Û 25 KES BINÇAV KIRIN
 
Di 10'ê kanûna 20187an de 25 endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi heman armancê li avahiya HDP'ê dest bi grevê kirin. Polîsan di heman şevê de bi ser avahiya HDP'ê de girtin û 25 aktîvîstên TJA Bahar Karakaş Ulug, Yildiz Kardeş, Yuksel Almas, Nursel Akbal, Sakine Yakut, Muazzez Altınkaynak, Sevim Çoşkun, Gulistan Ektî, Zahime Înce, Fatma Yakoglu, Perihan Karayıl, Makbule Ozbek, Rahife Ergul, Sultan Aksoy, Ayhan Ateş, Hasino Guler, Hasret Akay, Hedayet Ay, Rahşan Îz, Remziye Sizici, Muşeher Ulker, Evin Yelboga, Jiyan Taş, Aysel Tufan ve Remziye Bayram binçav kirin. Piştî li midûriyeta polîsan îfadeya wan girtin serbest berdan. 
 
CARA DUYEMÎN BI SER HDP'Ê DE GIRTIN 37 KES BINÇAV KIRIN
 
Piştî polîsan 25 kes binçavkirin vê varê di 12'ê kanûnê de 50 kesên ku di navde endam û rêveberên HDP'ê hebûn li avahiya HDP'ê dest bi grevê kirin. Rojek şûnde dîsa bi sedan polisan bi ser avahiya HDP'ê de girtin û 50 kes binçav kirin. Polîsan Sertip Yetiş, Murat Kiliç, Hasan Oyan, Mehdiye Kartal, Savaş Babur, Tevfik Kaçar, Mehmet Yaman, Sakine Karadeniz, Latîf Eminoglu, Nazim Ocal, Mehmet Şirin Karakaş, M. Şirin Daşlik, Gıyasettin Duman, Mensur Ekdemir, Ahmet Balcı, Kenan Kaydul, Veli Mutlu, Fatih Kagan Arslan, Fesih Balbey, Kemal Baran, Salih Peksoy, Medeni Hazar, Mehmet Ateş, Hayri Etyemez, Mehmet Ali Altunkaynak, Husnu Aslan, Fahri Kaplama, Sabahattin Kurt, Faruk Altun, Mehmet Taş, Şahin Kabaiş, Alîşan Binen, Mehmet Abidin Kahraman, Alî Yilmaz û Nurettin Bakan binçav kirin. Piştre rêveberên HDP'ê Ramazan Kaval û Mustafa Akengin ji binçav kirin. Beyek 3 roj şûnde û beşek jî 8 roj şûnde hatin berdan.  
 
DI 3'Ê ADARÊDE 5 KES BINÇAV KIRIN 
 
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribin. Polîsan bi boneya çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Amedê bi ser avahiyê de girt. Bi sedan polîs bi dehan maşîneyên zirxî ewilî avahiya HDP'ê dorpêç kirin û pişt re ketin hundir û 5 welatî binçav kirin. 5 kes 5 roj şûnde hatin berdan. 
 
Di 8'ê Adarê de parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel û Murat Sarisaç û endamên HDP'ê Abdulhalik Kurt û Yusuf Ateş bi heman armancê li gel Dersim Dag û 5 welatiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Vê carê nêzî sed polîsên çevîk bi zirxan ketin avahiya HDP'ê û deriyê wê şikandin. Polîsan vê carê çalakger Sevican Yaşar, Salih Cansever, İsmet Yıldız, Salih Tekin, Bilal Ozgezer, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ateş binçav kirin. Endamên HDP'ê 4 roj şûnde sewqî dadgeha Amedê kirin û bi îdiaya endamên rêxistinê ne Sevican Yaşar, Îsmet Yildiz, Salih Tekin û Bilal Ozgezer girtin û şandin girtîgehê. Salih Cansever, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ateş hatin berdan. 3 HDP’iyen hatin berdan dîsa li avahiya HDP'ê dest bi grevê kirin. Îro serê sibê dîsa bi sedan polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girtin û endamên HDP'ê Salih Cansever, Abdulhalik Kurt  û Yusuf Ateş binçav kirin. 
 
Polîsan di nava 114 rojan de 5 caran bi ser avahiya HDP'ê de girtin û bi giştî 81 kes binçavkirin. Ji 81 kesan Salih Cansever 3 caran, Sevican Yaşar, İsmet Yıldız, Salih Tekin, Bilal Özgezer, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ateş du caran hatin binçavkirin û 4 kes hatin girtin. 

Sernavên din

16/03/2019
09:31 Okûdûcû yê girtî: Berdêl çi dibe bila bibe ev çalakî dê di bidome
09:22 Tarik Ziya Ekinci: Qedera kurdan bi vê hilbijartinê ve girêdayî ye
09:18 Namzetên HDP'ê yên Motkiyê: Em ê bi hev re biryaran bigirin û hilberînin
09:16 ‘Berî ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin em bibin dengê wan'
09:15 ‘Wê Meclîsa Jina cesaretê bide jinên muteşebîs'
09:13 Li girtîgehên Îzmîr û Manîsayê ceza li girtiyan tê birîn
09:12 Newroz wê li Qada Gundogdû ya Îzmirê bê pîrozkirin
09:10 Atalay: Wê tarî ronî bibe, lê wê Gezî bimîne
09:08 'Bila dewlet hiqûqa xwe pêk bîne'
09:07 Esnafên Wanê êdî nikarin heqê kirê jî bidin
09:05 Odeya bijîşkan: Der barê grevên birçîbûnê de fikarên me hene
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2019'AN
08:15 Berxwedana Leyla Guven di roja 129'emîn de ye
15/03/2019
16:50 Ahmet Şik: AKP mafya ye
16:30 HDP’yî û Dayikên Aştiyê çûn serdana Ektîren
16:22 Polîsan mudaxeleyî bîranîna Beyazit û Halepçeyê kirin
16:03 Osman Kavala: Tu tiştê bibe delîla îdîanameyê tune
15:46 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:21 Namzetên Şirnexê projeyên xwe eşkere kirin
15:21 Baroya Amedê: Girtiyên di grevê de hatin derbkirin
15:12 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em êrîşa li Zelandeya Nû şermezar dikin
14:32 Jinên Rojhilat peyam ji Guven re şandin: We vînek nû danî holê
14:10 Berdevkê HDP'ê: Kanalên TV ji bo reklamên me qedexe bikin hincet nîşan nedan
14:01 Namzetên Hevşaredariya Dersimê: Li dijî talankirinê Dersim Yê Mao
13:45 Serokê Zelandaya Nû: Têkoşîna me ya li dijî nîjadperestiyê dê bidomînin
13:44 Polîsê ku xwendekar lisê kuşt 5 sal û 7 meh ceza lê birîn û berdan
13:21 TJA, li dijî êrîşan banga berxwedanê kir
13:21 Agahî ji Kemal ê 90 roj in di grevê de ye nayê girtin
12:11 Der barê 'Rapora Qeyûm' a HDP'ê de biryara komkirinê girtin
12:09 Li Erziromê girtî kirin qawîşên yek kesî
12:09 Polîsan bi ser mala namzetê hevşaredariya HDP’ê de girt
12:03 Waliyê Amedê bi keyayan re civiya û ji AKP’ê re deng xwest
11:36 Li Hênê malbat pevçûn: 3 mirî, 4 birîndar
11:06 Girtiyên di greva birçîbûnê dene peyam şandin: Teqez emê qezenc bikin
11:06 Peyva kirmanckî ‘Mao’ ya afîşa HDP’ê ‘bifikar’ hat dîtin
10:44 RJAK'ê ji Guven re name şand: Hûn bûn dengê azadiya jinan
10:44 Farisogullari: Hêzên xeyrî nîzamî bi ser avahiya me de girtin
10:30 DAIŞ’a ku bibû tirsa mirovahiyê teslîmî QSD’ê dibe
09:48 Berxwedana Leyla Guven di roja 128'emîn de ye
09:34 Li Girtîgeha Gumuşhanê ‘Merşa Îstîklalê’ ferzî girtiyên di grevê dene, dikin!
09:32 ‘Roj bi roj faşîzm e, lê wê bê hilweşandin’
09:27 246 hezar TL bertîlên şêwirmendiya Qeyûmê derket holê
09:26 Akin ku 68 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em ji bo serketinê ketin vê rêyê
09:26 Qenalîzasyona Girtîgeha Rihayê bi ser gundan de diherike
09:22 Azadê 10 salî çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê
09:20 Ew li malê, kurê wê jî li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye
09:19 'Ji bo azadiyê divê tecrîd bi dawî bibe'
09:18 Rûyê rasteqîn ê krîza aborî li qehwexaneyan kifş e!
09:18 Şahidên Komkujiya Beyazitê: Bi komkujiyan provaya darbeyê kirin
09:17 ‘Dema zarokên me birçîbin em ê çawa rihet bin'
09:15 Wanî: Wê HDP bike 14-0
09:14 Namzetên HDP'ê yên Çelê: Wê gel xwedî li vîna xwe derkeve
09:14 Karkerên 21 rojin di grevê dene: Heta daxwazên me pêk bên greva me dê bidome
09:11 'Divê em dengê Leyla li hemû qadên têkoşînê belav bikin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2018'AN
14/03/2019
17:15 HDP’ê bi sê zaravayên kurdî strana hilbijartinê amade kir
17:00 HDP'ê ji bo komkirina afîşên 'Li Dijî Şer Aştî' îtîraz kir
16:59 Seroka ESP’ê Oltu: Daxwaza Guven daxwaza me ye
16:35 Li Wanê bi sedan kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:17 Cara duyemîn bi ser mala HDP’iyê dibin çavan de girtin
15:57 Gelê Cihanbeylî bi coşek mezin Temelî peşwazî kirin
15:56 Rewşa girtî giran bû û nikare nefesê bistîne
15:32 Namzetên HDP'ê di qezenckirina şaredariyan de bi israrin
15:15 Xizmên girtiyan ên Dersîmê: Divê her kes bibin dengê girtiyên di grevê de
15:00 Şik ê HDP’î: Qeyûm dê pêşberî darazê hesap bidin
14:36 Di doza Şahîn Oner de daxwaza ‘şert û mercên hewayê’
14:23 Polîsan 114 rojin avahiya HDP'a Amedê dorpêç kirine
Bi sedan polîsan 5 caran bi ser avahiyê de girtin û 81 kes binçav kirin
14:10 Cejna Tibê: Bi berxwedanê têkbirina tarîtiyê mimkin e
13:52 HDP’ê li Qersê projeyên xwe vegotin: Emê bi gel re Qersê veguherînin
13:36 2 bersûcên din jî yên cînayeta Dînk hatin berdan
13:28 Qeyûm beriya hilbijartinê zexîre belav dike
13:27 Zuleyha Gulum: Em dikarin li Kocaelî jiyanek hevpar ava bikin
13:23 Omer Ocalan ji Wezareta Dadê xwest hemû qedexeyên li ser Ocalan rakin
13:14 Li Edenê HDP'î bi çapemeniyê re civiyan
12:40 ‘Meletî dê serê sibeha 1’ê Nîsanê bi feraseta rêveberiyek nû şiyar bibe’
12:40 Bi pirtûka ‘Çîroka Şoreşek Winda’ birayê xwe yê winda vegot
12:19 Birayê namzetê AKP-MHP'ê Takva Şemsettin Takva: Em bi HDP'ê re ne
12:01 Rûken a polîsan li Sîlopî bi maşîna zirxî birîndar kir şandin malê
11:57 Parêzerê Ekrem: Bi vê zagona ewlehiyê polîs dikuje û daraz çav lê digire
11:56 ‘Biryara girtina çalakgerên greva birçîbûnê tenê ne aîdî dozger û dadgeran e’
11:20 Dadgehê bi biryara Skandal afîşa HDP'ê kom kir
11:16 Namzetên Elkê: Dengên di axûran de nikarin îradeya gel diyar bikin
11:04 Polîsan cara 3'emîn bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de gir: 3 kes binçav kirin
10:35 Gelê Elihê li benda roja hesab pirsînê ye
09:57 Raperîna dayikek girtî: Tiştekî ku hûnê winda bikin çi maye?
09:56 Bavê leşker Safter Taş ku DAIŞ'ê ew şewitand: Ji br têkçûyîn û qedandina DAIŞ'ê em kêfxweş in
09:55 Namzetên HDP'ê yên Panosê: Em ê reqorê bişikînin
09:54 ‘Ji destê kê çi tê divê bike, hevhemêzkirin pir nêzîk e'
09:54 Jinan bersiva Erdogan da: Em zêde dibin û tên
09:53 ‘Ma wexta zarok birçî be, dayik dikare tiştekî bixwe?'
09:52 'Wê Artemêtan bibe navenda spor û turîzmê'
09:52 Girtiyê 31 roj in di greva birçîbûnê de: Aştî û demokrasî tê tecrîdkirin
09:51 Her du birayên mala wan hat rûxandin niha di greva birçîbûnê de ne: Bibin dengê me
09:50 Namzetên HDP'ê yên Mûşê: Em ê bajêr veguherînin qada jiyanê
09:50 ‘Bila kes meraq neke serketin a me ye’
09:50 Tenê ji bo blokên betonî yên li dora şaredariyê milyon û 640 hezar TL hat xerckirin!
09:49 Jinên karker: Tekane rêya çareseriyê bi rêxistinbûyîn e
09:49 Namzetên Wêranşarê: Emê biçin deriyê gel
09:48 Soylu 3 sal berê got: Êdî dê kes navê PKK'ê bilêv neke
Soylu di 853 rojan de herî kêm 189 caran qala PKK'ê kir
09:46 4 milyon TL pereyê Cizîriyan dizîn