MELETÎ - HDP’iyên li Meleliyê xebatên xwe yên hilbijartinê bi rêvebe birin rastî îsyana esnafan ên weke “Kar tuneye, heta şev em li benda kar dibînin” hatin. Namzetê HDP’ê yê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Meletiyê Yûsûf Bozkuş, bi gotinên “Meletî dê serê sibeha 1’ê Nîsanê de bi feraseta rêveberiyek nû şiyar bibe” bersiv da esnafan.
Namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Mezin ê Meletiyê Yûsûf Bozkuş, di çarçoveya serdanên hilbijartinê de, esnaf û welatiyên sîteya Pîşesaziya Biçuk û Bazar a Genim a Taxa Çavûşoglû ya navçeya Çermiktî ziyaret kir. Hevserokê HDP’ê yê Meletî Kemal Gedîk, Namzetê Hevşaredariya Meletî Yûsûf Bozkûş û endamên partiyê beşdarî serdanê bûn.
ESNAF: KAR TUNEYE
Bozkûş ê li Bazara Genim merheba da esnafekê, rastî îsyana esnaf hat. Esnaf ji Bozkûş re got: “Êdî hilberîna çandiniyê nemaye. Dema hilberîn tunebe, em jî wina ji xwe re radiwestin. Kar tuneye, heta şevê em liv ir radiwestin.” Bozkuş jî bi gotinên “Guhertin şerte. Ev hişmedî dê bi dengên we biguhere. Ji bo hilberîn çêbe, her tişt di destê we deye. Meletî dê serê sibeha 1’ê Nîsanê de bi feraseta rêveberiyek nû şiyar bibe” bersiv da esnafan.”
'ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊN JINAN’
Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Battalgazî Rûken Bîlgîç jî, li Çewlika Hanimin mal ziyaret kirin. Bîlgîç piştgirî ji jinan xwest û wiha got: “Tenê jin dikarin siyasetê demokratîk bikin. Ger em bên hilbijartin, em ê projeyên ji bo jinan bixin pratîkê. Jin dê bi awayekê wekhev, di rêveberiya şaredariyê de cih bigirin. Em ê dibin banê şaredariyê de Serokatiya Daîreya Jinan ava bikin û ev daîre dê pirsgirêkên jinan çareser bike.”