WAN - Birayê namzetê AKP-MHP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Necdet Takva, Şemsettin Takva û gelek endamên malbata Takva, rêveberên HDP'ê dawetî malên xwe kirin û diyar kirin ku bi HDP'ê re ne. Birayê Takva Şemsettin Takva got: "Wekî her deme niha jî dibe kesên pratîka wan xerab li dijî me bixebitin. Divê ev yek tu carî moralê me xera neke."
Birayê namzetê AKP-MHP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Necdet Takva, Şemsettin Takva û gelek endamên malbata Takva, rêveberên HDP'ê dawetî malên xwe kirin û soza piştgiriyê dan HDP'ê. Li ser dawetiya
Birayê Namzetê AKP-MHP'ê Necdet Takva, Şemsettin Takva, rêveber û namzetên HDP'e yên hevşaredariyê malbata Şemsettîn Takva ziyaret kirin. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede, Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Avci, Namzetên HDP'ê yên Artemêtan Gulcan Kaçmaz Sayyigit, Medeni Ozer, rêveberên HDP'ê yên Artemêtê tev li ziyareta malbata Takva bûn.
Birayê namzetê AKP-MHP'ê Necdet Takva Şemsettin Takva, piştî li malê HDP'î pêşwazî kirin, xwe axivî û wiha got: "Em ji kevneşopiya siyaseta 50 salan tên. Em gelek caran ketin û rabûn. Me êşen gelek mezin dît. Me berê hev nas nedikir. Lê têkoşina azadiya kurd em bi hev dan naskirin. Em di şahiyên Newrozê de bûn yek. Hin caran em ketin rêyên asê. Pira hatin hilweşandin. Lê em her dem meşiyan Niha li dijî zaliman û zilmê têkoşîna mezin a heq û heqîqetê tê dayîn. Çi dibe bila bibe em li ser piyan in. Em bawer dikin ku HDP dê di hilbijartinê de encamek mezin bi dest bixe. Ji ber ku we dawetiya min qebûl kir em spas dikin.
Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umit Dede û namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Avci jî ji ber dawetiyê kêfxwexiya xwe bi malbata Takva re parve kirin.