AMED – Parêzerên 4 çalakgerên greva birçîbûnê ku hatin girtin Mehmet Oner girtinê nirxand û got: “Biryar girtina çalakgeran tenê ne ji aliyê dozger û dadgeran ve hatiye girtin.”
Endamên HDP’ê Sevîcan Yaşar, Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi boneya rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gel Parlamentera HDP’ê ya Amedê di 3’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî bû bêdorveger kiribûn. Di heman rojê de her çar çalakger hatin binçavkirin û piştî çend rojan hatin berdan û dîsa çalakiya xwe li avahiya HDP’a Amedê domandin.
4 ÇALAKGER HATIN GIRTIN
Di 8’ê Adarê de jî parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Murat Sarisaç û endamên HDP’ê Abdulxalik Kurt û Yusuf Ateş jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Heman rojê polîsan deriyê avahiya HDP’ê şikandin û bi ser avahiyê de girtin û 7 endamên HDP’ê yên di çalakiyê de bi derbkirinê binçav kirin. Abdulxalik Kurt, Yusuf Ateş û Salîh Cansever ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan. Sevîcan Yaşar, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer ên cara duyemîn hatibûn binçavkirin ji aliyê dadger ve bi îdaya “Endamên rêxistinê ne” hatin girtin û ew şandin girtîgehê.
Îro serê sibê carek din polîsan bi ser avahiya HDP’a Amedê de girt û cara duyemîn Abdulxalik Kurt, Yusuf Ateş û Salîh Cansever binçav kirin.
NÛÇEYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ WEK FERMAN HAT QEBÛLKIRIN
Her çar çalakgerên hatin girtin di dema lêpirsîna li emniyetê bi “propaganda rêxistinê kirine” hatin sûcdakirin. Ancak dadger her çar HDP’iyan bi idaya “Endamên rêxistinê ne” da girtin.
Dadgehê daxuyanî û nûçeyên têkildarî greva birçîbûnê wek “banga rêxistinê” nirxand û kir hêceta girtina her çar çalakgeran.
'ARMANC EW E BERXWEDANÊ BIŞKÎNIN’
Parêzerên her çar endamên HDP’ê, Mehmet Oner jî wiha got: “Hêceta sûcariyê wek ferman û banga rêxistinê dan nîşandan. Tu bangek rêxistinê ji bo vê yekê nîne. Tevî ku dadgeh nikare greva birçîbûnê bike hêcata ‘endamtiya rêxistinê’ jî lê dîsa bi vî sûcî çalakgeran da girtin. Dadgehê berê jî ji bo komên destpêka grevên birçîbûnê hatin binçavkirin û berdan jî digot ku ji ber greva birçîbûnê endamtiya rêxistinê pêk nayê. Îro bi heman sûcdariyê armanca girtina miwekîlên me ew e ku dixwazin berxwedana wan bişkînin.”
'TENÊ NE DOZGER Û DADGERAN BIRYAR DAYE’
Oner bal kişand ser fermana Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ku xwestibû çalakger bên binçavkirin û got: “Tiştên qewimîn tenê ne bi hiqûqê ve girêdayî ne. Girtina miwekîlên me pir aşkere xuya dike ku tenê ne li ser biryara dozger û dadgeran hatine girtin. Berê jî heman muamele li hem ber grevên birçîbûnê hatin kirin û kesî negirtin. Tenê lêpirsîn vekirin. Girtina niha miwekîlên me bêmantîqî ye. Ev yek jî heye; ji bo miwekîlên me çalakiya xwe dewam kirin hatin girtin. Armanca wan sereke ew e ku naxwazin grevên birçîbûnê bên dîtin û belav bibin. Di Qanûna Cezayê Tirk (TCK) de jî greva birçîbûnê sûc nayên dîtin. Lê dixwazin civakê û çalakgeran çavtirsandî bikin.”