ŞIRNEX – Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Elkê ya ku bi veguhestina dengên bêrêbaz hatibû rojevê Cahît Ozkan û Sabuha Akdag gotin: “Dengên li ser axûra hatine qeydkirin nikarin vîna gelê me diyar bikin. Em ê bi ser bikevin.”
Ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê yek ji cihê ku herî zêde dengên hilbijêrên bêrêbaz hatin veguheztin navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Li Elkê xebatên partiyan bi hemû lez û beza xwe didomin. AKP li navçeyê li ser saziyên dewletê xebata xwe birêve dibe û Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Elkê Cahît Ozkan û Sabuha Akdag jî hema bêje deriyek nemaye lê nexistine.
Tevî hemû zextên li ser HDP’ê jî li Elkê bi çavek teqez li namzetên HDP’ê dinêrin ku dê bi ser bikevin.
'EM AVA BI HERÎ VEDIXWIN’
Ji namzetê hevşaredariyê Cahît Ozkan (52) 30 salan karmendiyê kir. Ozkan got ew ji bo xizmetê ji gel re bike bûye namzet. Ozkan da zanîn ku qeyûmê tayînî şaredariya wan hatiye kirin ji bilî guhertina çend kevirên kolanan tu tişek nekiriye û got: “Qeyûm hat ser projeyên şaredariya serdema DBP’ê rûnişt û kir projeyên xwe. Yek ji van jî projeya ava vexwarinê ye. Tevî ku bi milyonan pere xerc kirin jî h3ej em ava bi herî vedixwin. Qeyûm zextan li ser gelan dike û wek endamek AKP’ê dixebite û xizmeta AKP’iyan dike.”
'BI ZANEBÛN HERÊMA ME TALAN DIKIN’
Ozkan da zanîn ku bi zanebûn navçeya wan tê piştguhkirin û got: “Bi zanebûn herêma me tune dikin. Çandinî û sewalkariyê xelas kirin. Dixwazin li navçeyê gel muhtacî saziyên alîkariyê yên dewletê bikin.” Ozckan got dema ew werin ser kar yekemîn karê ew bikin dê pirsgirêka ava vexwarinê ya navçeyê çareser bikin.
‘EM Ê MAST Û PENÊRÊ XWE BIFIROŞIN’
Ozkan anî ziman ku ew ê gel sewqî hilberînê bikin û got: “Em ê projeyên xwe yên têkildarî sewalkarî û çandiniyê bixin meriyetê. Em ê ji bo bêrîvanan konan çêbikin û wan ji tav û baranê biparêz in. Ji bo desteka sewalkariyê em ê koperatîfa tesîsek şîr a entegreye ava bikin. Em ê bi xwe mast, penêr û dewên xwe hilberînin û bifiroşin. Em ê qada îsîhdamê ji bo ciwanên xwe biafirînin.”
'NEYÊN LÎSTOKÊ’
Ozkan bal kişand ser qeydên dengan ên bêrêbaz li navçeyê hatine qeydkirin û got: “Bi veguheztina van dengan qanûnan bipê dikin. Ev ne ehlaqî û hiqûqî ye. Hezar û 300 eskerê ji derve anîne têrê nakin ji gundan jî 250 esker anîne li navçey3e qeyd kirine. Tevî van hemû hîleyan jî em ê bi ser bikevin. Bila gelê me yên li gundan neyên vê lîstika wan. Wê qeyûm biçin û bi şaşîtiyên kirine dê bên darizandin.”
TEKANE XIZMET: EWLEHÎ
Namzeta hevşaredariyê Elkê ya din Sabuha Akdag jî Beşa Îktîsat a Zanîngeha Şirnexê mezûn bûye. Du salan mamostetiyê li gundekê kir û dibêje ji bo ew reng û îradeya jinan li navçeyê serdest bike bûye namzet
'EM Ê JI BO JINAN XIZMET BIKIN’
Akdag anî ziman ku wek qeyûmê her deverê din li Elkê jî karê qeyûm ê ewil îradeya jinan hedef girtiye û qeyûm ji bilî polîtîkayên ewlehiyê wan reng û rûyê xizmetê nedîtine. Akdag got xebatkarên atolyeya neqş û dirûnê bi gefa ji kar derxistinê dixin bin zextan û ew ê ewil li navçeyê navenda şêwra jinan vekin û bi jinan re şaredariyê birêve bibin. Akdag diyar kir ku ew ê ji bo jinan koperatîfan ava bikin û ji bo perwerdehiyên cuda plansaziyê çêbikin.
'GEL WÊ QEYÛM BIAVÊJE’
Akdag bal kişand ser bêrêbaziya qeyda hilbijêran û got: “Li ser gelek malan 15-20 kes qeyd kirine. Wê bi van hilbijêrêna bêrêbaz jî nikaribin îradeya gelê me desteser bikin. Dengên li ser axûran hatine qeydkirin dê îradeya gelê me diyar neke. Gumana me ji vê yekê nîne. Wê gelê me di 31’ê Adarê de qeyûm ji şaredariyê biavêje.”
MA / Bêrîvan Altan