COLEMÊRG – Di serdagirtinên gundên Çelêya Colemêrgê de 11 welatî hatibûn binçavkirin, 4 ji wan hatin giritn.
Di 2'yê Mijdarê de li gundên Aşût û Zavite yên navçeya Çelêya Colemêrgê, serdagirtina malan pêk hatibû û 11 kes hatibûn binçavkirin, 4 ji wan hatin girtin. Welatiyên ku derxistin Edliyeya Colemêrgê, Endamê Meclisa Giştî ya DBP'a bajêr Abdullah Olmez, biraziyên wî Nêçîrvan û Savaş Olmez û rêveberê HDP'a Çelê Dildar Kara bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" hatin girtin û şandin Girtîgeha Colemêrgê.
7 kesên di bin çavan de jî duh serbest hatibûn berdan.