Li Çelê 4 kes hatin girtin 2017-11-08 16:18:51 COLEMÊRG – Di serdagirtinên gundên Çelêya Colemêrgê de 11 welatî hatibûn binçavkirin, 4 ji wan hatin giritn. Di 2'yê Mijdarê de li gundên Aşût û Zavite yên navçeya Çelêya Colemêrgê, serdagirtina malan pêk hatibû û 11 kes hatibûn binçavkirin, 4 ji wan hatin girtin. Welatiyên ku derxistin Edliyeya Colemêrgê, Endamê Meclisa Giştî ya DBP'a bajêr Abdullah Olmez, biraziyên wî Nêçîrvan û Savaş Olmez û rêveberê HDP'a Çelê Dildar Kara bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" hatin girtin û şandin Girtîgeha Colemêrgê.   7 kesên di bin çavan de jî duh serbest hatibûn berdan.