ÎDIR - Aydin Taş, bavê leşker Sefter Taş ku DAIŞ'ê ew şewitandibû, got: "DAIŞ'ê gelek komkujî pêk anîn. Yek ji wan jî hat serê me. Me bi çavê xwe dît ku DAIŞ çi dike. Helbet ji ber DAIŞ niha li ber qedandinêye em kêfxweş in."
Di 1'ê Îlona 2015'an de leşker Sefter Taş, dema li ser sînorê Kilîsê peywirdar bû DAIŞ'ê ew revand û piştî 14 mehan şûnde ew şewitand. Makbata Sefter Taş ku li gundê Eratan ê navçeya Başan a Îdirê dijî, der barê têkçûyîn û qedandina DAIŞ'ê de axivîn.
'DEMA MIN VÎDEO TEMAŞE KIR...'
Bav Aydin Taş, destnîşan kir ku dema wî dîmenên şewitandina kurê xwe dîtiye saw girtiye û got: "Dema çav bi vîdeoyê ketim saw min girt. Bûyereke derî mirovahiyê bû. Wehşet bû. Em jixwe çûn, perîşan bûn."
'JI BO EM DENGÊ XWE RANEGIHÎNIN TÊKETINA GUND HAT GIRTIN'
Bav Taş, destnîşan kir ku tu peyv tune ye ku mirov behsa wê kêliyê bike û got: "Bi ser vê êşa giran de jî Alîgirê serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş gef li çapemeniyê xwarin ku vîdeoyeke bi vî rengî nehatiye teyîtkirin û ne rast e. Ji bo çapemenî bi me re pêwendiyê daneyne, ji bo em dengê xwe ranegihînin têketin-derketina gund hatin girtin. Ez dipirsim, ma kurê min çi bi vî welatî kiriye? Ma me çi kiriye ku ev hatin serê me?"
'JI XEYNÎ GOREKE VALA TIŞTEK TUNE YE'
Taş, bilêv kir ku wan ji dewletê doza cenazeyê kurê xwe kiriye. Bav Taş, diyar kir ku dewletê pêşî gotiye ew ê cenaze bînin û got: "Ji me re gotin ew ê bi testa DNA'yê cenaze teşhîs bikin û bînin. Lê belê 3 sal in hîn me cenazeyê xwe negirtiye. Li holê cenaze tune ye. Ji bo ez yekîneya kurê xwe kincên wî bînim, min serlêdan pêk anî. Lê belê kincên wî nedan min. Tekane daxwaza dê û bavekî ew e ku kurê wan bi sax û silametî ji leşkeriyê vegere. Malbat cenazeyê zarokê xwe an jî tiştek ji wî mayî dixwazin. Niha dozgeriya Kilîsê dest daniye ser kincên kurê min. Di depoya dewletê de ne. Ez çûm cem waliyên Kilîs û Îdirê, lê dîsa jî kincên wî nedan me. Salek berê goreke wekî peykerekî hat çêkirin. Lê belê vala ye. Madem îstixabarata tirk dizane kurê min kuderê şehîd ketiye, nexwe dizane cenazeyê wî jî li kuderê ye. Hestiyek be jî ez ji dewletê cenazeyê kurê xwe dixwazim. Niha di hundurê wî peykerî de tiştekî aîdî min tune ye. Mixabin em nikarin dengê xwe ragihînin. Divê dewlet li me bifikire. Niha di warê derûnî de rewşa hevjîna min qet nebaş e."
‘TÊKÇÛN Û QEDANDINA DAIŞ'Ê EM KÊFXWEŞ KIRIN'
Bav Taş, diyar kir ku di çapemeniyê de dîtine ku endamên DAIŞ'ê yeko yekê xwe radestî hêzên QSD'ê dikin û got: "DAIŞ'ê gelek komkujî pêk anîn. Yek ji wan jî hat serê me. Em naxwazin ev tişt bê serê tu kesî jî. Me bi çavê xwe dît ku DAIŞ çi kiriye. Cîhan hemû hay ji wan komkujiyan heye. Helbet niha ji ber DAIŞ niha li ber qedandinêye em kêfxweş in. Dixwazim kiryarên kurê min bên dîtin û bên cezakirin. Dixwazim ew ke shesab bidin. Niha em dibînin zarok û ciwan tên xelaskirin. Bi ser ev qas êş û azaran de jî ji ber xelaskirina wan em kêfxweş dibin. Bila her kes li ser axa xwe bi kêfxweşî bijî. Wexta em çav li komkujiyên wir diketin em pir diêşiyan. Em naxwazin tu kes vê êşê bikişîne. Hêvîdar im ev rewş ji binî ve safî bibe û her kes bi rihetî bêhnê bistîne."
MA / Ayşe Surme