AMED - Şukran Akboga, dayika Şiyar Akboga ku li Girtîgeha Bandirmayê di greva birçîbûnê de ye got: "Heçî dayik e dizanin, wexta zarokên wan birçîbî ma wê çawa xwarinê bixwin û xew bi çavê wan bikeve?"
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 127'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî ji 16'ê Kanûna 2018'an ve greva birçîbûnê dest pê kiribû û di 1'ê Adarê de jî li tevahiya girtîgehan belav bibû. Yek ji van girtiyan jî Şiyar Akboga ye. Akboga, li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Bandirmayê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.
Dayika wî Şukran Akboga, di 7'ê Adarê de hevdîtin pê re çêkir. Dayik Akboga, anî ziman ku grevên birçîbûnê li dijî bêedaletiya heyî ne û got: "Êdî bes e, ma wê ev zilm heta kengî dewam bike. Kesên vê zilmê li me dikin, dixwazin em serî bitewînin. Lê qethiyen em ê serî netewînin. Canê me ji ê zarokên me ne çêtir e."
TIŞTÊN AVÎ NADIN WAN
Dayik Akboga, da zanîn ku kurê wê tevî 28 hevalên xwe yê qawîşê di greva birçîbûnê de ye û heta niha di warê tenduristiyê de tu pirsgirêka wî tune ye. Akboga, diyar kir ku lê belê piştî çalakî dest pê kiriye li girtîgehê hin pirsgirêk rû dane. Akboga got: "Gardiyan, girtiyên di grevê de ne tehrîk dike. Wexta girtî diçin cihê hevdîtin, gardiyan milê xwe li milê wan dixin û bi devkî wan taciz dikin. Girtiyên li dijî vê dertên jî tên derbkirin. Her wiha av, ava fêkiyan û tiştên din ên avî nadin girtiyan. Îdareya girtîgehê vîtamîna B1 jî nade çalakgeran."
'JIYANEKE BIRÛMET'
Dayik Akboga, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tecrîdek giran heye û ev tecrîdê pêşî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û bi salan e didome. Akboga, bilêv kir ku ji roja ku grevên birçîbûnê dest pê kirine heta niha hizûra kesî nemaye û ji ber ditirsin ku dê xeberek nexweş bê li telefonên xwe jî nanêrin. Akboga, destnîşan kir ku ji bo daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin çi dikeve ser milê kê divê bike û got: "Ji roja ku greva birçîbûnê dest pê kiriye heta niha nayê bîra min ku min û zarokan bi hev re xwarin xwaribe. Heçî dayik e dizanin, wexta zarokên wan birçîbî ma wê çawa xwarinê bixwin û xew bi çavê wan bikeve? Ne şeva me şev e, ne jî roja me roj e. Ez ê li benda mirina kurê xwe nesekinim. Eger wisa dewam bike ez ê jî têkevim greva birçîbûnê. Tekane daxwaza me jiyaneke mirovane ye. Em wekî her netewî doza jiyaneke bi rûmet dikin."
MA / Esra Solin Dal