MÛŞ - HDP, di her hilbijartinê de li Mûşê rêjeya xwe ya dengan zêde dike. Niha jî ji bo şaredariyê bi dest bixe bênavber dixebite. Namzetê HDP'ê Sirri Sakik, diyar kir ku li bajêr peywirdarên fermî wekî mîtîlatên AKP'ê bin dixebitin. Namzet Sîbel Genç jî diyar kir ku ew ê hewl bibin ku bajêr veguherînin qada jiyanê.
Bi salan e hema bêje hemû îktîdaran Şaredariya Mûşê bi rê ve biriye, lê belê pirsgirêkên bajêr bi tu awayî nehatine çareserkirin. Êdî gelê bajêr difikire ku rêveberiya şaredariyê biguherînin. Li bajêr HDP'ê Sirri Sakik û Sîbel Genç kirin namzet. AKP-MHP'ê jî îtifaq çêkir û namzetek diyar kirin.
Namzetê HDP'ê Sakik, anî ziman ku ger ew bên hilbijartin ew ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin û got: "Niha em li qehwexane, kuçe û kolanan digerin. Piraniya ciwanan bûne pêgirtiyên tiryakê. Em ê pêşî vê meeleyê çareser bikin. Ji bo pêşeroja ciwanên pêşerojeke xweş be, çi ji destê me bê em ê bikin. Her wiha em ê heqê çûnhatina xwendekarên zanîngehên kêm bikin. Em ê aveke paqij û erzan bidin gelê xwe. Em ê ji bo xweşiya Mûşê tev bigerin."
‘PEYWIRDARÊN FERMÎ WEKÎ MILÎTANÊN AKP'Ê DIXEBITIN'
Sakik, bilêv kir ku ew bênavber dixebitin û got: "Em pêwendiyê bi her kesî re datînin. Em ji gel re dibêjin em ê bi hev re bi rê ve bibin. Bi qasî em dibînin, em ê bi ser bikevin. Lê belê eger xîle û xurde neyên kirin. Gelê Mûşê namzetên xwe hilbijartiye. Lê rayedar û peywirdarên fermî yên li vira qanûna bingehîn bin pê dikin. Divê peywirdarên fermî bêalî tev bigerin, lê mixabin li vira wekî milîtanên AKP'ê bin dixebitin. Ev tişt li dijî Qanûna Bingehîn in, sûc e. Lê belê ev qas çavsorî bûne ku ji bo hilbijartinekê her tiştî dikin. Şaredarê heyî ji bo qoltix ji dest neçe her tiştî dike. Di rûpelên fermî yên bajêr de reklama namzetê AKP'ê tê kirin. Yanî şert û merc ne wekehv in. Gelê Mûşê hay ji van tiştan heye û em jî ji her kesî re dibêjin. Wê gel di 31'ê Adarê de bersivan van kesan û pêkanînan bide."
'EM Ê BI HEV RE BI RÊ VE BIBIN'
Namzet Sîbel Genç jî anî ziman ku jin li hemû qadên jiyanê ne û got: "HDP, temsîliyeta wekheviyê diparêze. Nêviyê welat em jin in û em ê hem welatê xwe hem jî bajarê xwe bi rê ve bibin. Armanca me ew e ku bi awayekî wek hev tev bigerin. Feraseteke me ya ku em bi çavekî depoya rayan li ciwan û jinan dinerin tune ye. Ciwan pêşeroja me ne û loma ji bo em bajar û welatekî hîn baştir ji wan re bihêlin, mecbûr e em bi wan re biaxivin û hay ji fikra wan hebin."
Genç, anî ziman ku ew ê bajêr biguherînin û bedewtir bikin û got: "Xwezaya Mûşê dewlemend e, lê mixabin bi ferasteke rantî tê birêvebirin. Ev yek li dijî nirxên mirovahiyê ye. Em ji bo parastina xwezaya bajêr hatine. Divê ev xizanî ne qedera gelê Mûşê be. Em ê vê xizaniyê ji holê rakin."