* Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, qeyûm li derdora şaredariyê blokên betonî bi cih kir û şaredarî veguherand "qereqolê". Aşkere bû ku qeyûm ji bo blokên betonî zêdetirî milyonek TL xerc kiriye. Her wiha rêveberiya qeyûm ji bo selihandina tesîsa polîsan, kirîna alayan û ji bo mîtînga Erdogan a li Malazgirtê jî ji budçeya şaredariyê bi milyonan pere xerc kiriye.
* HDP, di her hilbijartinê de li Mûşê rêjeya xwe ya dengan zêde dike. Niha jî ji bo şaredariyê bi dest bixe bênavber dixebite. Namzetê HDP'ê Sirri Sakik, diyar kir ku li bajêr peywirdarên fermî wekî mîtîlatên AKP'ê bin dixebitin. Namzet Sîbel Genç jî diyar kir ku ew ê hewl bibin ku bajêr veguherînin qada jiyanê.
* Birayên hev Fûrkan û Nûrûllah Ûgûr ku di dema qedexeya derketina derve ya Şirnexê de mala wan hat rûxandin û li ser beyanên şahidan hatin girtin bang li raya giştî kirin û gotin: "Dengê me ragihînin. Bibin dengê me."
* Bişar Bîlen ku li Girtîgeha Tarsûsê 31 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Tecrîda li Îmraliyê, tecrîdkirin aştî û demokrasiyê ye."
* Namzetên HDP'ê yên Artemêtanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Medenî Yildirim, destnîşan kir ku ew ê navçeyê veguherînin bajarê turîzm û sporê û wê projeyên nîvco mayî jî bên temamkirin.
* Şukran Akboga, dayika Şiyar Akboga ku li Girtîgeha Bandirmayê di greva birçîbûnê de ye got: "Heçî dayik e dizanin, wexta zarokên wan birçîbî ma wê çawa xwarinê bixwin û xew bi çavê wan bikeve?"
* Di 8'ê Adarê di dema Meşa Şevê ya Feminîst de polîsan êrîşî jinan kiribû. Jinan bertek nîşanî vê mudaxileyê kirin û gotin: "Em zêde dibin û tên."
* Îsmet Taş ku 69 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ji destê kê çi tê divê bike û got: "Eger daxwaz pêk bê wê her kes hevdu hemêz bike. Kî çi bike wê ji bo pêşerojeke birûmet bike."
* Namzetên HDP'ê yê Panosê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç, diyar kirin ku ew ê tevî gel bixebitin û navçeyê veguherînin bajarekî paqij.
* Aydin Taş, bavê leşker Sefter Taş ku DAIŞ'ê ew şewitandibû, got: "DAIŞ'ê gelek komkujî pêk anîn. Yek ji wan jî hat serê me. Me bi çavê xwe dît ku DAIŞ çi dike. Helbet ji ber DAIŞ niha li ber qedandinêye em kêfxweş in."
* Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Wêranşarê Roza Yazmaci û Hidir Oktay, diyar kir ku dê derî bi derî bigerin û li gorî daxwazên gel tev bigerin.
* Hat zanîn ku li Cizîrê Kazim B. û Halîl D. demek dirêje di bi navê “karê” de ji dehan însan 4 milyon TL pere kom kirine û bi yek carê ji holê winda bûne.
* Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu 3 sal berê got "Ez soza şeref û nasûsê didim. Dê carek din kes nikaribe PKK’ê têxe devê xwe." Lê di nava 853 rojên piştî vê sozê Soylu heri kêm 189 caran der barê PKK'ê de axivî û navê PKK'ê bilev kir. Di sava siyasetmedaran de herî zêde Soylu “PKK” bilêv kir.
* Namzeta HDP'ê ya Hevseroka Şaredariya Mezin a Kocaelî Zuleyha Gulum, diyar kir ku li Kocaelî şaredariyek ku vîna gel esas nagire heye û wiha got: "Em dikarin şaredariyek ku mekanîzmaya venêrtinê gel e ava bikin û li Kocaelî jiyanek hevpar ava bikin."
* Piştî Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan hat Amedê û got "Kurdistan tune. Ev der Guneydogu ye" gelê Amedê bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Cihê hûn dibêjin 'Guneydogu' em dibêjin Kurdistan.
* Jinên karker, diyar kirin ku li her qadên ku lê dixebitin rastî pêkanînên bê edalet, bê hiqûq û neheqiyê tên û wiha gotin: "Ji ber ku em karkerên bê wesîfe tên dîtin em rastî neheqiyê tên. Ji bo em ji vê yekê xwe xelas bikin tekane rêya çareseriyê têkoşîna hevpar û rêxistinbûyîn e."
* Dayika Cîhan Alkan ê di greva birçîbûnê de Necla Alkan bang li malbatên girtiyan kir û got: “Heke zarokên me bedena xwe dabin ber birçîbûnê divê dayik û bav li ber deriyê zîndanan heta serê sibê nobet bigirin. Tiştekî ku hûnê winda bikin çi maye?”
*Çar kurê Cadîde Serhat di girtîgehê de ne. Ji kurên wê Metîn Serhat 89 roj in li tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Dayik Serhat got: “Ku tecrîdek li ser Ocalan be em ê çawa xwarinê bixwin?”
* Danişîna doza Bariş Kerem û Oguzhan Erkul ên di komkujiya Taxa Gazî de hatin kuştin dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.40)
* Baroya Stenbol, dê Nobeta Edaletê ya li Stenbol dest pê kir li pêş Edliyeya Bayrakli ya Îzmirê berdewam bikin. (12.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelî dê li navçeya Cihanbeylî ya Konya bi gel re bê cem hev. (13.00)
* 7'emîn danişîna doza kuştina 56 welatiyên li Dîlokê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kuştin û piştre di operasyonê de 3 polîs hatin kuştin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Qeyseriyê bê dîtin. (14.30)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê li Navçeya Navendî Akdeniz a Mêrsînê bi gel re bê cem hev. (16.00)
* Ziyareta namzetên HDP'ê ya gel dê berdewam bike. (10.00- 20.00)