STENBOL - Danişîna doza xebatkarên Çapxaneya Gun hat dîtin. Dadgehê 5 kesên girtî dihatin darizandin serbest berda. Der barê 2 kesan de ji bo her yekî 3 sal û 9 meh ceza birî û yên din jî beraet kir.
5'emîn danişina doza xwediyê Çapxaneya Gun ya dewrî Fona Sîgorta ya Mevduata Tasaruf (TMSF) kirin Kasim Zengîn jî di navde 21 xebatkaran, li 26’emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat ditin. Danişîna dozê li salona Kampusa Girtîgeha Silivrî hat dîtin. Di danişîna dozê de Xwediyê Îmtiyazê yê Çapxaneya Gunê Kasim Zengin û xebatkarên çapxaneyê Erdogan Zamur, Îrfan Karaca, Mahmut Abay û bersûcên serbest tên darizandin Kazım Genç, Mehmet Emin Sumelî, Musa Kaya, Sadettin Demirtaş, Necat Hizarci, Polat Aslan, Mehmet Kadir Ozkaya, Mursel Demir, Ozgur Bozkurt, Cumalî Oz, Suleyman Guneş, Kemal Daş, Derviş Arvas, Mahmut Ozkan û mudafiyên wan amade bûn. Cemal Tunç û Ugur Selman Kelekçiler ku serbest dihatin darizandin ji ber nexweşiyên xwe tev li danişînê nebûn.
DADGEHÊ CEZA BIRÎ Û SERBEST BERDAN
Heyeta dadgehê piştî parastinê li Xwediyê Îmtîyazê yê Çapxaneya Gun Kasım Zengin û xebatkarên çapxaneyê Erdogan Zamur, Îrfan Karaca, Mahmut Abay û Îhsan Silmiş bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê ye" ji bo her yekî 7.5 sal ceza birî û serbest berdan. Heyetê li Îhsan Sinmiş bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û çeka bê ruhsat bi xwe re gerandiye 1 sal û 10 meh ceza birî. Heyetê li Musa Kaya, Mehmet Emin Sumelî yên ku serbest dihatin darizandin jî bi îdîaya "alîkarî daye rêxistine" ji bo her yekî 3 bal û 9 meh ceza birî.
Dadgehê der barê yên din de jî biryara beraetê da.