AMED - Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 111 rojin li Nûnertiya HDP'ê ya Newlerê di grevê de ye, ji Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 124 rojin bi heman armancê di grevê de ye re çîçek şand.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 124'emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 111 rojin didome. Nasir Yagiz ku li Hewlerê di grevê de ye, ji Hevseroka KCD'ê Leyla Guven re çîçek şand.