MÊRDÎN - Dadgeha Herêmî ya Dîlokê cezayê li Şerîf Mesutoglu jî di navde 4 bersûcên bi îdîaya Qeymeqam û Qeyûmê Dêdrikê Muhammed Fatih Safiturk, kuştine hatin darizandin û rastî ceza hatin "Hiqûqî" dît. Dadgehê der barê 8 kesên beraet kirin jî biryara "cihêkirinê" ya dosyayê da.
Di doza Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk ê di êrîşa bombayî de hat kuştin de, ji bo Şefê Karê Nivîsê yê Qeymeqam Şerîf Mesûtoglû 2 car muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê hatibû dayîn. Derbarê 3 bersûncên didin de biryara beraetê hatibû dayîn. Danişîna 12’emîn doza Qeymeqamê Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safiturk ê ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin û di 10’ê Mijdara 2016’an de di êrîşek bombeyî de jiyana xwe ji dest dabû li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hatibû dîtin. Di 22'ê Cotmeha 2017'an de biryar hatibû dayîn. Şandeya dadgehê derbarê 6 jê girtî 15 kes dihatin darizandin de, ji bo Şefê Karê Nivîsê yê Qeymeqam Şerîf Mesûtoglû 2 car muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê û ji bo 14 bersûcên din jî, biryara beraetê dabû. Dadgehê di heman demê de ji bo Tahsîn Ertaş bi hinceta “Zirar dayîna malê çemawerî” salek û 10 meh, ji bo Fîkret Deniz jî bi sûçdariya “Li dijî Qanûna Çekê derketin” 5 sal cezayê girtîgehê birîbû.
Parêzerên Bersûcan biryar îtîraz kirin û serî li 3'emîn Dadgeha Herêmî ya Îdarî ya Dîlokê dan. Dadgehê cezayê li bersûc Şerif Mesutoglu hatiye birîn li gorî hiqûqê dît. Dîsa biryar daku Mesutoglu girtî berdewam bike.
Dadgehê biryara der barê bersûc Fikret Deniz, Ahmet Deniz û Tahsin Erdaş de guncav ditbû. Biryara beraata Huseyin Îzcî, Mehmet Ali Yazil, Saîme Ateş Mesutoglu û Abdulkadir Deniz de jî li gori hiqûqê dîtibû.
DER BARÊ 8 KESAN DE BIRYARA CIHÊKIRINA DOSYAYÊ DA
Heyeta dadgehê der barê bersûc Devran Aslan, Fikret Bagî, Tahsin Erdaş, Vedat Erol, Nursel Eser, Zuhal Dalçîn, Zinet Erdaş û Mehmet Deniz de biryar da ku dosyayên wan ji hev bên cihêkirin.