STENBOL - Berkîn Elvan ê di bûyera Gezî de polîsan bi bombeya gazê birîndar kir û pişti 269 rojan jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe hat bibîranîn. Parêzerê malbata Elvan di bîranînê de axivî û got: “Emê destûr nedin ku Gezî bi derewan bê qirêjkirin.”
Berkin Elvan ê di 16'ê Hezirana 2013'an de li Semta Okmeydani ya Stenbolê di dema çalakiyên Gezî ji mala xwe çû nan ji firinê bistîne û bi guleya plastîkê ya polîsan bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Perwerdehiye ya Okmeydani piştî 269'an, di 11'e Adara 2014’an de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya li Goristana Fekikoy hat bibîranîn. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Stenbolê Oya Ersoy, Mûsa Pîroglu û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.
Dayîk Gulsum Elvan a beşdarî bîranînê bû, kevirê gora kurê xwe maç kir û wiha got: “Ew sekna teya tîk niya derbasî min bûye.”
Bav Samî Elvan jî, kevirê gora kurê xwe maç kir û gûl danîn ser gorê. Elvan, diyar kir ku wî ji bo bîranîna kesên di Geziyê de jiyana xwe ji dest dan gûl danîn ser gorê û wiha axivî: “Min ji bo kesên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da, ji bo Ûgûr Kaymaz û Ceylan Onkol gûl danîn ser gora kurê xwe.”
'EM JI EDALETÊ RE VEKIRINE’
Parêzer Can Atalay di bîranînê de axivî û wiha got: “Malbata Elvan ev 6 salin li dijî dizitiyê û neheqiyê li ber xwe didin. Em ji edaletê re vekirîne. Em naxwazin guh bidin çîrokan. Emê bi tu awayî destûr nedin ku Gezî bi derewan bê qirêjkirin. Em li vê derê carek din dibêjin. Em weke malbata Elvan, weke malbata Korkmaz û hemû malbat ji edaletê re vekirîne. Em edaletê dixwazin û emê edaletê qezenc bikin.”
'TÊKOŞÎN DÊ BERDEWAM BIKE’
Bav Samî Elvan dûre mafê axaftinê girt, forma Piştevaniyê ya Taksimê ya li ser xwe nîşan da û got: “Ez bi rûmet vê formayê hildigirim. Gezî geleke, kedeke, av û edalete. Zarokê min û yên weke wî di vê rêyê de canê xwe feda kirin. Ez li vê derê bangî hemû Tirkiyeyê dikim. Berkîn Elvan en tenê zarokê mine, zarokê we hemûyan e. Kurê min Berkîn dijî. Ger kurê min nejiya, me dê ji bîr bikira û emê de hemû mirovên li vê derê ji bîr bikira. Îro li hemû cihan, hemû kes Berkîn Elvan nas dikin. Ji bo vê jî ma be emê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Emê têkoşîna maf, ked û edaletê ya hemû zarokên xwe berdewam bikin. Li ku derê bêhiqûqî û bêedaletî hebe, em ê li dijî wê derbikevin.”
'5 SAL DERBAS BÛN'
Parêzer Çîgdem Akbûlût jî, da zanîn ku 5 sal derbas bûn û wiha axivî: “Me îro Berkîn winda kir. Ji roja ku Berkîn jiyana xwe ji dest dayî, malbata wî têkoşîna hiqûqî dide. Ji bo zarokê xwe tu carî dest ji lêgerîna edaletê bernedan. Ji tu gef û zextan netirsiyan. Dê tu tişt me ne tirsine û emê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
Piştî axaftinan bîranên bi dawî bû.