WAN - Rêxistinên Demokratîk û Sivîl ên Wanê û partiyên siyasî, bal kişandin ser daxwazên girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdê û bang li Wezareta Dadê kirin ku daxwazên girtiyan pêk bînin û gavên çareseriyê bavêje.
Partiyên Siyasî û Rêxistinên Demokratîk û Sivîl yên Wanê, bal kişandin ser daxwazên girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê, li avahiya TUHAYDER'ê ya Wanê daxuyani dan. Di civînê de nûnerê KCD'ê, Şaxên girêdayî KESK'ê, OHP, TÎHV, TJA, DÎSA-DER, HDP, DBP, EMEP, ESP, Partiya Azadîparêz û Mirov DÎSK DÎSK, Odeya Tabîban, ÎHD, TÎP, ÇEV-DER, TMMOB û xizmên windayan amadebûn.
Li ser navê saziyan Star Guneş, bal kişand ser pirsgirêkên girtîgehan û wiha got: "Tu tişt ji jiyana mirov girîngtir tune ye. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdê di greva birçîbûne de ye. Divê tecridkirina Birêz Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ye bi dawî bibe. Divê dawî li vê bê hiqûqi û bê qanûnê bînin.
‘EM NIKARIN LI HEMBERÎ MIRINÊ BÊDENG BIMÎNIN'
Guneş, anî ziman ku Leyla Guven 124 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye û wiha bi dawî kir: "Rewşa hin girtiyên ku ketine grevê êdî xera dibe. Tenduristiya wan hatiye asta krîtîk. Li gorî agahiya ku parezerên malbatan didin, tenduristiya Necla Atak ku li Wanê dijî û li Girtîgeha Kandirayê ye pir xerab e. Dîsa rewşa 2 girtiyên li Girtîgehên Wanê pir xerab e. Bijîşk ji bo Şahin Oncu diyar dikin ku dibe her kêlî dilê wî raweste. Diyar dikin ku êdi goştê putuyên wî hiliya ye û di destê wî de birîn çêdibin. Bahtiyar Kemal ji ber di hucreyê de tê girtin nikare parêzerê xwe bibîne. Diyar dikin ku Bahtiyar 16 kilo winda kirine."
Guneş, bang li Wezareta Dadê kir û xwset wezaret guh bide daxwazên girtiyan û gavên çareseriyê bavêje. Guneş daxwazên xwe wiha rêz kir:
“* Divê girtiyên di greva birçîbûnê de li gorî pîvan û rêgezên neteweyî û navneteweyî bi rêk pêk tenduristiya wan bê kontrolkirin. Divê heyeta hekîman a serbixwe biçe wan kontrol bike.
* Divê ji bo rê li pêş seqetbûna girtiyan bigirin teqez pêdiviyên wan ên xwe, şekir, lîman, karbonat û Vîtamîna B1 bi rêk û pêk bidin wan. Ger ku B1 tune be jî Vîtamîna kompleksên B bide wan.
* Ji bo kesên ketine grevê bêyî seqetbûn û mirin çê bibe bi dawî bibe, divê her kes hestiyariya li gorî mirovahiyê nîşan bide.
* Divê îktîdara siyasî, di serî de Leyla Guven û hemû girtiyên li derve û hundir di grevê de jiyana xwe ji dest nedin û tenduristiya wan zerar nebîne, daxwazên wan pêk bîne û bi lez dawî li tecrîda li Îmraliyê bîne. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku gavên çareseriyê bavêje."