BURSA - Li Bursayê di fabrîqeya boyaxê de sîtila hilmê teqiya û banê fabrîkayê rûxiya. Di teqînê de 5 karker min û 10 karker birîndar bûn.
Li navçeya Gursu ya Bursayê di fabrîqeya boyaxê de sîtila hilmê teqiya. Teqîn saet di 11.30’an de pêk hat. Li gorî agahiyê destpêkê 5 karker mirin, 10 karker jî birîdar bûn. Gelek agirkuj û ekîbên AFAD û ambulans sewqî herêmê hatin kirin. Fabrîqeya ku hilweşiya ji ber zêde kes mirin û birîndar bûn bû gola xwînê. Ekîban destpêkê birîndar rakirin nexweşxanê.
Xebatên rizgarkirinê didomin. Ji ber bandora teqînê gelek tirimbêl û fabrîkayên derdorê zirar dîtin.