Di fabrîqeyê de teqîn pêk hat 5 karker mirin 2017-11-08 12:38:06 BURSA - Li Bursayê di fabrîqeya boyaxê de sîtila hilmê teqiya û banê fabrîkayê rûxiya. Di teqînê de 5 karker min û 10 karker birîndar bûn.    Li navçeya Gursu ya Bursayê di fabrîqeya boyaxê de sîtila hilmê teqiya. Teqîn  saet di 11.30’an de pêk hat. Li gorî agahiyê destpêkê 5 karker mirin, 10 karker jî birîdar bûn. Gelek agirkuj û ekîbên AFAD û ambulans sewqî herêmê hatin kirin. Fabrîqeya ku hilweşiya ji ber zêde kes mirin û birîndar bûn bû gola xwînê. Ekîban destpêkê birîndar rakirin nexweşxanê.    Xebatên rizgarkirinê didomin.  Ji ber bandora teqînê gelek tirimbêl û fabrîkayên derdorê zirar dîtin.