ÊLIH - Rêxistina HDP’ê ya Êlihê, gel vexwend mîtînga sibe bi tevlîbûn Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ya li Qada Newrozê bê lidarxistin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Êlihê, dê sibe saet 13.00’an li Qada Newrozê mîtînga hilbijartinê li dar bixe. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dê beşdarî mîtîngê bibe. Temellî, piştî hevdîtinên gel ên li navçeyên Kercews û Keskîfê, dê derbasî navenda bajêr bibe.
Rêxistina HDP’ê ya Êlihê, derbarê mîtînga sibe dê li bajêr pêk bînin de, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê lidar xist. Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Êlihê Mehmet Demîr, Wekîla Hevserokatiya HDP’ê ya Êlihê Gulcemal Erdînç û Endamê Meclîsa PartiyÊ Nûrettîn Tûrgût beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Erdînç di civîn de axivî û wiha got: “Li tevahiya bajêr xebatên me yên hilbijartinê zêde bûne. Emê xebatên xwe berdewam bikin. Em bang li gel dikin ku sibe beşdarî mîtîngê bibin.”
Namzetê HDP’ê yê Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr jî, diyar kir ku ew êrîşên li ser HDP’ê qebûl nakin. û wiha axivî: “Em gel vedixwînin mîtînga sibe ya li Êlihê bê lidarxistin. Em bang li walî dikin ku ne gereke hûn weke ku biçin şer, evqas TOMA’yan ji bo partiya me kom bikin. Em bang li hemû gelê xwe didin ku beşdarî mîtîngê bibin.”
'ME EV BAJAR QEZENC KIR'
Piştî Demîr, Endamê Meclîsa Partiyê Nûrettîn Tûrgût jî, axaftinek kurt kir û wiha got: “Ligel hemû zextan jî, em ê xebatên xwe yên hilbijartinê bi rêve bibin. Em ê tecrîdê hilweşînin, bibin dengê çalakiyên grevên birçîbûnê û sibe jî, em ê bi hevserokên xwe re beşdarî mîtîngê bibin. Ji niha de me ev bajêr qezenc kiriye. Lê ligel vê jî emê xebatên xwe berdewam bikin.”