MÛŞ – Li Navçeya Gimgimê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin.
Li Navçeya Gimgimê ya Mûşê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan li malan kelûpelan belav kirin. Piştî lêgerînê polîsan, Namzetê Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP’ê Şerafettîn Ozturk jî di nav de 9 kes binçav kir. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û her 9 kesan birin Miduriyeta Polîsan a Gimgimê.
Navê binçavkiriyan wiha ye: Şerafetîn Ozturk, Îsmîal Ozturk, Mehmet Ertaş, Volkan Çetîn, Servet Bîngol û Kasim, Şehmuz, Cesûr û Şakir ên paşnavê wan nehat zanîn.