STENBOL - Dayika Berkîn Elvan ê di bûyera Gezî de polîsan bi bombeya gazê birîndar kir û pişti 269 rojan jiyana xwe ji dest da, Gulsum Elvan diyar kir ku 5 salin li kurê xwe digere û wiha got: "Eger heta niha qatil hatibuna cezakirin ew qas zarok nedihatin kuştin. Heta ku qatil bên cezakirin tekoşina me dê bidome."
Di ser bûyerên Parka Gezî ya di 27'ê Gulana 2013’an re 6 sal derbas bûn. Di buyeran de polîsan bi fîşek û bombeyên gazê 12 kes kuştin. Nêzî 2 mehan bûyeran dewan kir. Bi hezaran kes birîndar bûn. Li gorî daneyên Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. 31 kesan bi fîşekên gazê yên polîsan çavê wan kor bûn. Yek ji kesên di bûyeran de bi guleya polîsan ji yana xwe ji dest da Berkîn Elvan ê 14 salî bû. Berkin Elvan di 16'ê Hezirana 2013'an de li Semta Okmeydani ya Stenbolê dema ji mala xwe çû nan ji firinê bistîne polîsên ku mudaxaleyî çalakiyê kirin guleya plastik avêtin û Elvan bi giranî birîndar bû. Elvan li Nexweşxaneya Perwerdehiye ya Okmeydani piştî 269'an li ber xwe da di 11'e adara 2014’an de jiyana xwe ji dest da. 5 sal di ser kuştina Elvan re derbas bû lê hêj doz bi encam nebûye. Heta niha 9'emîn danişînên dozê polîsê kujer li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan diyar kir ku 5 salin hêj doz bi encam nebûye û wiha got: "Heta doz bi encam bibe û edalet pêk bê têkoşîna me dê bidome."
‘5 SALIN LI KURÊ XWE DIGERIM'
Elvan, anî ziman ku piştî kurê wê Berkîn hat kuştin gelek tişt di jiyana wê de guherîn û wiha got: “Ger ku kurê min nehata kuştin dê îro 20 salî bûya. 5 salin li kurê xwe digerim lê nabînim. Hesret, bêhn û bêrîkirina wî dilê min qul dike. Kurê min tune nebû. Tune kirin. Rojek serê sibê çû nan bistine û carek din nehat. Dema ez derdikevin kolanê û hevalên wî dibînin, kolanê dibinim birinek ku tu caran nayê girtin dibinim. Hin kes dibêjin dem dermanê her tiştî ye. Lê ya min her ku dem derbas dibe birîna min kûr dibe. Her dem tiştekî kêm hîs dikim. Weki miroveke nîvco me. Ji kolanan pir hez dikir û dixwest li Beşiktaşê bibe lîstikvanê gogê. Pir ji gogê hez dikir û pir xwest bi gogê dilîst."
‘CARA EWIL HAT XEWNA MIN
Elvan, anî ziman ku kurê wê yekem car rojên borî hat xewna wê û wiha bi lêv kir: “Bûbû ciwanekî mezin. Ji min re digot 'Dayê ez nemirime. Ez dijîm. Ez li jêrzemîna malê dijîm' Lê piştî ez hişyar bûm û min xwestim biçim jêrzeminê, min ferk kir ku xewne. Ji bo ez biranîna kurê xwe bidim jiyandin çi ji destê min bê ezê bikim. Heta ku qatil bên cezakirin ezê têbikoşim. Kurê min 269 rojan li ber xwe da. Kurê min ji bo bijî têkoşiya. Têkoşîn fêrî min kir. Got 'Li ber xwe bide têbikoşe' Ez ji niha vê yekê dikim."
'EZ DEST JI VÊ DOZÊ BERNADIM'
Elvan, anî ziman ku heta heta ceza birin kujerê kurê wê jî dilê wê rehet nabe û wiha bi dawî kir: "Cezayê heta heta li kujer bibirin jî birîna dilê min rehet nabe. Tu carî birîna min qalik nagire. Em diçin dadgehê lê edalet tune ye. Ger ku kujerê kurê min hatibûya darizandin iro zarok nedihatin kuştin. Ne tenê kurê min, gelek zarok ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Zarokên di bin panzer û akreban de hatin eciqandin berpirsiyarê wan dadger in. Ger ku dadgehê kujer ceza kiribûna ev zarok nedihatin kuştin. Ji destpêkê de ji bo zarok neyên kuştin têdikoşim. Mafê her zarokan ê jiyanê heye. Ji bo zarok bijîn ezê têbikoşim. Ez bang li dayikên ku zarokên xwe winda kirine dikim ku çi ji destê wan tê bila bikin. Dema zarokek tê kuştin bi rojan nayêm ser hişê xwe."