19 sal berê keça wê li dijî tecrîdê xwe şewitand
Niha jî kurê wê bi heman daxwazê di grevê de ye

img

AMED – Nesrîn Teke 19 sal berê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike xwe şewitand. Birayê Teke jî bi heman daxwazê niha li hepsê di greva birçîbûnê de ye. Dayika Nezahat Teke got: “Zarokên me îro birçî ne. Ji mirinê wêdetir tiştek din heye?” 

 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de li girtîgehê ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Guven piştî ji girtîgehê hat berdan jî li mala xwe çalakiyê dewam kir û di roja 124’emîn de didomîne. Bi dû Guven re di 16’ê kanûna 2018’an de girtiyan jî li girtîgehan bi armanca rakirina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin. Di 1’ê Adarê de jî greva birçîbûnê li tevahiya girtîgehan belav bû û hat destpêkirin. Mazlum Teke yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ev 2 sal in girtî ne dest bi greva birçîbûnê kir. 
 
PIŞTÎ NESRÎNÊ BÛ DAYIKA AŞTIYÊ 
 
Dayika Teke, Nezahat Teke ku bi salan e dayika aştiyê ye der barê çalakiya kurê xwe de axivî. Dayik Teke di heman demê de dayika Nesrîn Teke ya di 10’ê tîrmeha 2000’î de li Amedê bi dirûşma “Bê Ocalan qet nabe” xwe şewitand û tecrîdkirina Ocalan şermezar kiribû ye. Teke got ji roja keça wê xwe şewitandiye heta îro ji bo aştiyê têdikoşe û li dijî şer li ber xwe dide. Teke da zanîn ku hevjînê wê jî ji ber dozê lê hatin vekirin neçar ma û derkeve derveyî welat û ew keçek xwe bi tenê dijîn. 
 
‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’ 
 
Teke diyar kir ku kurê wê ji ber di nava zextan de mezin bû niha girtî ye û got: “Keça min ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan bedena xwe da ber agir. Îro jî Mazlum bi hezaran hevalê xwe re li dijî tecrîdê bedena xwe daye ber mirinê. Bila kes ne li bendê be ku em wek dayikan bêdeng bimînin. Ku zarokên me birçîbin em ê çawa rehet bijîn.”
 
JIYANA WÊ BI DU DIRÛŞMAN DERBAS BÛ 
 
Teke anî ziman ku jiyana wê bi berzkirina dirûşmên “Bila însan nemirin” û “Dayik negirîn” re derbas bû û wiha domand: “Ev 20 sal in ez ji bo aştiyê têdikoşim. Min keça xwe ji bo daxwaza milyonan winda kir. Bila kîn, nefret û mirin pêk neyê. Bi mehan e mirovan bedena xwe daye ber mirinê. Guh û çavê xwe ji vê daxwazê re digirin. Divê dayik bikevin tevgerê. Divê ji xewa mirinê rabin û ji ser xwe biavêjin. Eger ji girtîgehan darbestek jî derkeve wê bibe sedema rewşên xerab. Heke şehadet pêk werin dê li girtîgehan serhildan dest pê bike. Kes nikare pêşiya vê bigire.” 
 
‘DAYIKEK JI BO ZAROKÊN XWE DIJÎ’ 
 
Teke destnîşan kir ku dayikek ji bo zarokê xwe dijî û wiha got: “Dayikek dikare birçî rakeve lê kezeba wê bar nade ku ku zarokên wê birçî bimîne. Lê mixabin îro zarokên me birçî ne û em jî bi rehetî dikarin rakevin. Ev ji bo dayikan şermek mezin e. Nesrîn bedena xwe da ber agir. Tovê Nesrînê aj da û îro bi hezaran Nesrîn heman têkoşînê didin. Ji bo dayikek din negirî ez têdikoşim. Ji bo vê yekê divê dayik li mala xwe rûnenê.” 
 
‘JI MIRINÊ WÊDETIR TIŞTEK HEYE?’
 
Teke xwest gelê Amedê li hember çalakiya grevên birçîbûnê hin bêtir hestiyar bin û wiha got: “Ji mirinê wêdetir tiştek din heye? Ez tenê ne ji bo keça xwe têdikoşim. Divê hemû dayik ji bo zarokên xwe bi hev têbikoşin. Dibe k udîn, irq û fikra me cuda be lê rengê hêsirên çavê me eynî ye.” 
 
MA / Ozgur Paksoy- Mehmet Şah Oruç
 

Sernavên din

14/03/2019
09:46 Gelê Amedê bersîv da Erdogan: Cihê hûn dibêjin 'Guneydogu' em dibêjin Kurdistan
09:42 Dayika 4 girtiyan: Tecrîd hebe em ê çawa xwarinê bixwin?
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 127'emîn de ye
13/03/2019
18:49 Gelê Wanê ji bo Leyla daketin kolanê
16:30 Buldan ji Qeymeqamê Gogsiyê re got: Tu zanî niha Qeymeqamê Bêşebapê li ku ye?
16:18 Leyla Guven ji parlementerên di greva birçîbûnê dene re peyam şand
16:16 Li Tirkiye herî zêde li Riha dayik bi welidînê dimirin
15:54 Asayişa Silêmanî piştî bertekan mohra deriyê Tevgera Azadî û RJAK'ê rakir
15:42 Zaroka ku polîsan bi maşîna zirxî lê qelibandin platîn xistin piyê wê
14:48 Jinên Hewreman ji Leyla Guven re name şandin
14:39 Sê roj in li marketên Amedê pîvaz tune ne!
14:21 Şik: Dema ku reqabet tune be, kelecana hilbijartinê jî tune ye
14:20 Buldan: Qanûnên xwe pêk bînin û dawî li bêhiqûqiyê bînin
14:10 Namzetên HDP'ê yên Amedê danezana hilbijartinê aşkere kirin: Em ê xizmeta pir zimanî esas bigirin
13:45 Xebatên hilbijartinê bênavber didomin
13:07 Temellî: Em ê bi demokrasiya herêmî pêşiya Tirkiyeyê vekin
12:52 Ji ber strana HDP'ê binçav kirin
12:14 Li ber girtîgehê bang kir: Berî dereng bikeve tecrîdê rakin
12:09 Heyeta başûr diyariya Leyla Guven radestî Nazir Yagiz kir
12:03 Aktîvîsta TJA’yê Tok hat tahliyekirin
11:22 Asayişa Silêmanî Navendên Tevgera Azadî û RJAK mohr kir
11:07 Hebûna DAIŞ’ê gav bi gav tê qedandin
11:06 Îtifaqên Kurd deklerasyona Newrozê aşkere kirin
11:00 Belgîn Kanat a 86 rojin di greva birçîbûnê deye, daketiye bin 39 kîloyan
10:40 Polîsan hem got ‘sûc nîne’ hem jî dest danî ser maşîneya HDP’ê
10:31 Fabrîqeya ku mal îxracî 70 welati dike îflas kir
10:28 Li Dîdem Soydan a Dayikên Şemiyê parve kir lêpirsîn vekirin
10:01 Jinên Îdirê: Ev berxwedan ji bo me hemûyan e
09:56 Maçîn: Gelê Kurdistanê dê bersiva pêwîst bide
09:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 126'emîn de ye
09:25 Namzeta jin li dijî 11 namzetên mêr têdikoşe
09:24 Hejmarên Yenî Yaşamê yên derneketine jî hatin sansûrkirin
09:23 Yîgît ê 68 rojin di greva birçîbûnê deye: Emê dest ji berxwedanê bernedin
09:23 ‘Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin'
09:22 Hunermendan ji bo greva birçîbûnê bang li hikûmetê kirin: Gavan bavêjin
09:21 Namzetên HDP'ê yên Akdenîzê: Em ê şaredariyê tevî gel bi rê ve bibin
09:21 Ji 4 zarokên ên girtî 2 jê di greva birçîbûnê de ne: "Wê ev berxwedan nîvco nemîne
09:20 Fîrmaya anketê ji Kayserî û ya konê fitariyê jî ji Xarpêtê!
09:20 Namzetên HDP'ê yên Hawêlê: Em ê tevî gel navçeyê pêşve bibin
09:19 Ev ne çopgeh e, Cobarê Bedlîsê ye!
09:18 Sirri Sureyya Onder: Divê Leyla Guven bijî
09:18 'Ji bo êdî kes nemire di greva birçîbûnê de me'
09:01 ROJEVA 13'Ê ADARA 2019'AN
12/03/2019
20:26 Deh hezaran Êlihî Temellî pêşwazî kir
Temellî: Hûn sindoqan bibin ku emê jî biçin wir
19:49 Ji çalakgerên greva birçîbûnê 4 jê hatin girtin
19:21 Gelê Kobanê ji bo Leyla Guven meşiyan
18:57 Bi hezaran gelên Qamişlo, raperîna 12’ê Adarê bibîr anî
18:36 Buldan: Gelê Erziromê gora Şex Seîd dipirse
17:34 Ahmet Şik Roboskî ziyaret kir: Delîla qetilkirinê ev goristan e
16:55 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 797’emîn hat redkirin
16:41 Eleqeya ji bo namzetên HDP’ê zêde ye
16:38 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê: Guhdarkirina qêrîna girtiyan erka mirovî ye
16:11 Heyeta Herêma Kurdistana Federe Guven ziyaret kir
Guven: Bila ev çalakî bibe wesileya yekîtiya kurd
15:59 Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 12 jin ev 12 rojin di greva birçîbûnê dene
15:48 Rûken a polisan panzêr lê qeliband emeliyat bû
15:31 Bûldan: Tişta ku qeyûm dike, dizitiye
15:21 Beştaş: Sedema ambargoya li ser HDP'ê çiye?
14:41 Yên bi KHK'ê îxrac bûn, Platforma Serdestiya Hiqûqê ava kirin
14:34 Leşkeran li Dihê 4 kes binçav kirin
14:16 Kesên di Komkujiya Gazî de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:15 Karkerê li Girneyê ji qatê 2'yemîn ket jiyana xwe ji dest da
13:40 Polîsan li Sîlopî panzêr li zaroka 9 salî qeliband
13:27 Hilbijartina Meclîsa Jinan a DTSO dê di 11’ê Nîsanê de pêk bê.
13:00 Hevseroka HDP’ê ya berê Kizil hat girtin
12:31 Jinan name ji Leyla re şandin: Tu bijî ji bo riya aştiyê vebe…
12:15 Kaplanê 27 salin girtiye û di greva birçîbûnê deye avêtin hucrê
12:10 Şahidê 12'e Adarê Çelen: Em di rojên tarî re derbas dibin
11:54 Li Mêrsînê banga tevlîbûna hevdîtina gel
11:34 Parêzerên Ocalan cara 797’emîn serî li dozgeriyê da
11:20 Girtiyê 78 rojin di greva birçîbûnê de: Berxwedana me teqez dê ser bikeve
11:09 Birayê Nazim ê 25 salin aqûbetna wî nediyar: Hafiza amûra herî mezin a berxwedanê ye
10:43 Dundar ê DKP’î jî ket greva birçîbûnê
10:14 Esker û gardiyanan îşkence li girtiya 57 salî kirin
10:03 Ji ber wêneyê Demirtaş girtin û şandin girtîgehê
10:01 Endamên OSO’yê dê li kampa Midyadê bicih bikin gelo?
09:37 Endamê Dîwana KCD'ê Selîm Sadak girtin
09:24 Li Mêrdînê rojnameger û siyasetmedar jî di nav de 142 girtî di grevê de ne
09:23 Dadgeha Cizîrê 7 kes girtin
09:22 Dayika ku 2 kurên wê di greva birçîbûnê de: Divê em nehêlin zarokên me li ber çavên me bimirin
09:21 Fermandarê qereqolê: Hûn dengê xwe nedin AKP'ê ez ê gund bişewitînim
09:20 Gaydali: Tu sedemek tune ye ku gelê Bedlîsê dengê xwe bide AKP'ê
09:20 Sêrtî: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva qeyûm bidin
09:19 'Di sûcên li hemberî mirovahiyê de demborî ne mimkun e'
09:18 'Em ne terorîst in, em nûnerên hemû gelan e'
09:17 Li Sêrt û Êlihê cihê 100 sindoqî guhestin
09:17 Girtiyên li Bandirmayê: Deng bidin da perdeya tarîtiyê biçire
09:16 Ji bo Leyla Guven helbestek nivîsand
09:15 Namzetên HDP'ê yên Giyadînê: Em ê şaredariyê radestî gel bikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2019'AN
08:43 Berxwedana Leyla Guven di roja 125'emîn de ye
11/03/2019
19:06 Dadgehê 5 kesên ji doza Çapxaneya Gun dihatin darizandin ceza kir û berdan
18:31 Nasir Yagiz ji Leyla Guven re çîçek şand
18:00 Namzetên HDP'ê li her derê bi coş û girseyî hatin pêşwazikirin
17:31 Îtîfaqa Kurdîstanî li Qoserê got: Di 31’ê Adarê de bersivê bidin dijberên xwe
17:03 Di doza Qeyûm Safîturk de biryarek nû: Doza 8 kesan cihê kir
17:01 Polîsan destûr nedan ku Dayikên Aştiyê AKP'ê ziyaret bike
16:33 Berkîn Elvan hat bibîranî: Emê destûrê nedin ku Gezî bê qirêjkirin
16:18 Bi cezakirina 15 salan doz li Prof. Dr. Nurettîn Turgay vekirin
15:46 'Çavê Nazim li paş nema’