ENQERE - Îsmet Akin ê 76 rojin li dijî tecrîda li Îmarliyê di greva birçîbûnê deye, bang li raya giştî kir ku deng bikn çalakiya wan û got: “Emê rêberê xwe, civakê û gelê Kurd teslîmî faşîzmê nekin.”
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 124'emîn de didome. Greva birçîbûnê ya 331 girtiyên li 66 girtîgehên cuda dest pêkir, di roja 86’an de berdewam dike û di 1’ê Adarê de jî, li hemû girtîgehan belav bû.
Yek ji van girtiyan jî, Îsmet Akin ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkalê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye. Îsmet Akin di sala 1979’an li gundê Gulard a navçeya Geverê ya Colemêrgê hatiye din û di malbatekê 14 zarokên wan heyî de mezin bû. Akin ê zarokatiya xwe li gund derbas kir û dibistan qet nexwend, di sala 1994’an de beşdarî tevgera azadiya Kurd bû. Akin di 13’ê Sibata 2012’an tê girtin û ji ber du dosyayên cuda hat darizandin. Ji bo Akin di dosyekê de 2 caran cezayê muebeta giran tê birin û di dosyeyan din de jî, 30 caran cezeyê muebeta giran didinê. Cezayên li Akin hatin birîn li dadgeha îstînafê tên rawestandin.
PIŞTÎ 7 SALAN DÎSA KET GREVA BIRÇÎBÛNÊ
Akin, di sala 2012’an de li girtîgehê beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bibû. Akin ê wê demê 13 rojan di greva birçîbûnê de ma, piştî 7 salan, dîsa bi heman armancê, ev 76 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye.
Akin, di nameya şand de, wiha behsa grevên birçîbûnê, daxwaza xwe û rewşa tenduristiya xwe kir:
“Her çiqasê tecrubeyek min ê sereke tune be jî, lê min demek dirêj şahidiya çalakiyan kir. Ji ber vê min ew hêz di xwe de nedît ku ji derveyî vê çalakiyê bimînim. Bi taybetî dema rêhevalên me li ber çavên me roj bi roj dihelin û ev berxwedana mezin têkildarî Rêbertiya me be, hestên pir zor di mirovan de ava dibin. Heta bêje ez bihizûr û keyfxweşim, ji ber ku Berxwedan jiyane!”
PÊŞEROJA GELAN NAYÊ GIRTIN
A rastîn daxwaza me azadiya Rêbertiya me ye. Kes nikare, pêşeroja gelan, vîn û dilê bi mîlyonan bigire. Ji xwe tecrîd jî sûcê mirovahiyê ye. Rabûna tecrîdê, tê wateya dest ji polîtîkayên komkujiyê berdane. Hemû rêbazên komplo û îmhayên aborî, siyasî û leşkerî yên ji bo civaka Tirkiyeyê û gelê Kurd hatine avakirin, di serî de li dijî Rêbertiya me pêk anîn. Ango tecrîda li Îmraliyê, ne tenê li dijî kesekê tê birêve birin. Ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe, fşîzm têk biçe, rêyên siyaseta demokratîk vebin û civak nefesek rehet bigire, em jî bi yek daxwazê ketin rê û bedel çi dibe bila bibe, emê vê rêya xwe dewam dewam bikin.
EMÊ GELÊ KURD TESLÎMÎ FAŞÎZMÊ NEKIN
Heta ku şert û mercên tenduristiyê, ewlekariyê û azadiya Rêbertiya me pêk were, em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Ji bo ku dewlet qanûnên xwe pêk bîne, me di pêşengtiya parlementerekê de dest bi vê çalakiyê kir. Sedama çalakiya me pir zelale. Ji ber vê nêzikatiya ji daxwaza me re, dê qedera çalakiya me diyar bike. Emê Rêbertiya xwe, civak û gelê Kurd teslîmî faşîzmê nekin û emê bi vê çalakiya xwe tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin.”
KONTROLÊN TANSIYON Û KÎLO RAKIRIN
Rewşa tenduristiya min başe. Di girtîgehê de min gelek emeliyat derbas kirin. Lê ev rewş, weke tecrîda li Îmraliyê min di êşîne, naêşîne. Rayedarên girtîgehê, ji bo grevên birçîbûnê yên em tu carî naxwin, 2 hingivên seyranê didin me. Pêdiviyên em ji bo grevên birçîbûnê bi kar bînin jî, ji kantînê rakirin. Ev meheke ava fêkiyan nafiroşin. Mînak; piştî 35 rojan vîtamîna kompleksa B dan me. Ji xwe vîtamîna B1 nadin me. Bi pergalî me kontrol nakin. Bijîşkê saziyê nayê qawîşan. Dixwazin em herin revîre. Di warê fîzîkî de ev me dixe zoriyê û em nikarin derkevin revîrê. Kontrola tansiyon û kîloyan di korîdoran de tên kirin. Em xwest di qawîşan de bikin, lê rayedarên girtîgehê ev daxwaza me qebûl nekir. Dûre kontrolên tansiyon û kîlo rakirin.
EV BERXWEDAN MEŞA WIJDANÊ YE
Li gel van hemûyan jî, moralê me pir xurte û çalakiya me dinava coşek mezin de berdewam dike. Êdî, gotin ji bo tecrîda li ser Rêbertiya me qediya ye. Çi dema ku gotin qediya şer, hilweşandin û rondikên çavan bi dawî nabin. Ji ber vê divê hemû kes guh bidin dengê wijdana xwe. Ji bo ku mirov bijîn, divê hemû tişta dikeve ser milên wan bikin. Bi pêşengtiya Leyla Guven, jiyana mirov û civakê ev çalakî hat destpêkirin. Ji bo ku ev çalakî bi ser bikeve, pêwîstî bi tevlîbûn, meş, deng, stran, helbest, silav, cesaret, kevir, şekir, xwê û qêrîna her kesê heye. Ev berxwedan, meşa wijdanê ye. Bêdeng bûn, ne mirine jî. Di serî de Leyla Guven, ez hemû hevalên xwe yên berxwedêr silav dikim. Ger em bi hevre bi ser bikevin, emê bi awayekê azad bijîn.”