STENBOL – Sadettîn Yaşar ê 86 rojin li Girtîgeha Tîpa F-2 a Kandirayê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan li ser hemû gelan tê meşandin û wiha got: “Çiqas tecrîd çepera wê fireh e, divê berxwedan, piştgirî û pişetvanî jî ew qas mesin be. Tecrîd bi piştevanî û piştgiriyê dikare bê şikandin."
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 124'emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 111 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 85 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 86 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 11'an de berdewam dike. Di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8'ê Adarê de parlamenterê HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn. Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 54'emîn de berdewam dike. Gurbet Ektîren a ji Girtîgeha Bakirkoyê hat berdan li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.
Nivîskar û wergêr Emîn Gurban ê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Kandira girtî ye, bi girtiyê çalakger Sadettin Yaşar ê 86 rojin di grevê de re roportaj kir. Gurban, roportaja kir gîhand Ajansa Mezopotamya (MA). Yaşar, diyar kir ku heta niha pirsgirêkek mezin a li pêş tenduristiya wi derneketiye pêş û wiha got: "Ji ber grevê pirsgirêka xewê çêbûye. Bi rêk û pêk nikarin razêm. Ez êdî nivîsê xweşik nabînim. Di masûrke movikên hestiyên min de êşê dest pê kiriye."
Yaşar, bal kişand ser armanca û sedema çalakiya grevê û wiha got: "Yên girtî şert û mercên me yên girtîgehê dizanin. Şertên me yên em deng û daxwazên xwe bilind bikin û bînin ziman tune. Tenê em dikarin bi bedena xwe denge xwe bînin ziman. Bi greva birçîbûnê em dikarin degnê xwe bilind bikin. Rêbaza dawî ev e. Li girtîgehê ji xeyni vê rêbazê rêbazên din di destê me de nehiştin. Ev çalakî ne nû ye. Dîroka wê heye. Ev rêbaza çalakiyê li dijî zilm û zordariyê seknek bi vîn û manevî ye. Divê tenê mirov grevê wekî çalakiya li girtîgehê negire dest. Ev çalakî li derve jî hatiye kirin û tê kirin. Greva birçîbûnê di dîroka mirohiyê de ji ber mafdar e bûye çalakiyek pîroz. "
'EM DIXAZIN HIQÛQA NETEWEYÎ Û NAVNETEWEYÎ PÊK BÎNIN'
Yaşar, da zanîn ku hevdîtina di 12'ê Çile de bi Ocalan re pêk hat girîng e lê ne çareserî ye û wiha got: "Em girîngiyê didin hevditina bi Ocalan re hat kirin. Lê bi armancek din hevditîn pêk anîn. Daxwaza me bi tevahî tecrîd bi dawî bibe ye. Em dixwazin hemû pêkanînên tecrîdê bi dawî bibin. Em dixwazin Birêz Ocalan ji mafê hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî sudê bigire. Piştî çalakî hatin li darxistin Mehmet Ocalan şandin Îmraliye û hevditin kirin. Ji ber piştî vê çalakiya me hevdîtin pêk hat em qîmetê didin vê hevditinê. Lê ev hevdîtin nabe bersîva daxwazên me û tecrîdê bi dawî nake. Em dixwazin hemû tecrîdkirina Birêz Ocalan bi temamî bi dawî bibe. Em dixwazin Ocalan ji mafê xwe yê hiqûqa neteweyî û navneteweyî sûdê bigire. Hemû kes qebûl dike ku Ocalan ne girtiyek ji rêzê ye. Gelê kurd wekî vîna siyasi qebûl dikin. Tenê daxwazek me heye, ew jî divê bi temamî tecrîd bi dawî bibe ye."
'TECRÎD BERDEWAMA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YE'
Yaşar, destnîşan kir ku polîtîkayên li ser gelê kurd tên meşandin, li ser hemû qada demokratîk û muxalif tê meşandin û wiha lê zêde kir: "Daxwaza rasirina tecrîdkirina Ocalan ne şexsî ye. Daxwazek civakî û siyasî ye. Ger ku tecrîd rabe, şerê li Rojhilata Navîn dê bi dawî bibe. Dê rêya çareseriya aştiyane vebe. Piştî tecrîdê dest pê kir, li dijî kurdan şer dest pê kir. Ji bo kurdan encama herî giran Sûr, Cizîr, Kerkûk û Efrîn e. Ji bo Tirkiye jî krîza aborî xizanî û betalî kûr bû. Ger ku tecrîd rabe dê hemû pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî bi dawî bibin. Bi rol û mîsyona Ocalan dê di helê gelan de gav bên avêtin. Rola Ocalan ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn gelek mezin e. 20 sal di ser komlpoya navnetewiyî re derbas dibe. 20 bal berê hêzên navneteweyî bi dîlgirtina Birêz Ocalan xwestin Rojhilata Navîn li gorî xwe bi teşe bikin. Hêzên navneteweyî Pradîgmaya Ocalan ji bo xwe wekî tehdît dîtin. Ji ber vê yekê Ocalan bi komploya navneteweyî dteslîmî Tirkiye kirin. Di berdewama wê pêvajoyê de îro tecrîdê berdewam dikin. Tecrîda heyî bi şerê li Sûriye û Rojhilata Navîn pêş dikeve ve grêdayî ye. Tecrîd li dijî modela Şoreşa Rojava ku bi fikra Ocalan pêş ketiye pêk tê. Di 2015'an de, tevgera kurd di pêşengiya Birêz Ocalan de di qada siyasî, leşkerî û civakî de gavên pir mezin avêt. Bandorek mezin li ser civaka Rojhilata Navîn kir. Bi destûr û biryara hêzên navneteweyî li ser Birêz Ocalan tecrîd hatiye destpêkirin û ev tecrîd berdewama komploya navneteweyî ye. Ji ber vê yekê tecrid ne tenê girêdayî polîtikayên Tirkiye ye. Di pêvajoyek wisa de rola Ocalan gelek girîng e. Tecrîd li dijî felsefeya Jiyanê ya Şoreşa Rojava pêş dikeve."
'EM BAWER DIKIN EM BI ÇALAKÎ Û BERXWEDANA XWE VÊ BÊDENGIYÊ BIŞKÎNIN'
Yaşar, bal kişand ser rola hêzên navneteweyî ya tecrîdkirinê û wiha berdewam kir. Ji ber ku hêzên navneteweyî perçeyekî berdewama komplo û tecrîdê ne li hemberî çalakiyan û daxwazan bêdeng dimînin. Kesên komploya navneteweyî pêk tînin tecridê berdewam dikin. Gelek saziyên sivîl û îdarî di milê hiqûqê de perçeyek vê tecridê ne. Em kurd bi cerebe û serpêhatiyên xwe yên bi êş di ferqa vê rastiyê de ne. Mirov nikare ji van sazî û hêzan wîcdan, edalet û hiqûqê bipê. Ji xwe bi destê van sazî û hêzan tecrîd pêk tê. Divê milê cemaweriyê bêdir piştevanî û piştgiriya xwe xurt bike û bi hêz dengê xwe bilind bike. Divê bi hevre deng bilind bibe. Divê li dijî pêkanînên bi rêk û pêk gav paşve neyê avêtin. Divê her kes karibe dengê cîranê xwe tev li dengê xwe bike. Ya girîng divê mirov van çalakiyên xwe domdar bike. Em jî berpirsiyarê vê bêdengiyê ne. Li dijî rejîma zordest û zextkar di dema xwe de bi qasi dihat xwestin me bersîv neda. Vê yekê li ser gelê me valahiyek çêkir. Di encama vê yekê de tecrîd giran bû. Em bawer dikin ku ev çalakiya me vê bêdengiyê bişkîne."
HÊZA ME MAFDARIYA ME YE
Yaşar, da zanîn ku li gel ew qas roj di grevê de ye bi hêz û moral e sedema vê hêz û coşê mafdarî, bawerî û biryara wan e û wiha axivî: "Ger ku mirov ji tiştekî bawer bike û ji bo wê bedel bide hêzê jê digire. Ya ku şoreşgerekî bi jyanê ve girê dide mafdarî û baweriya wî ye. Gel, şehîd û rêhevalên wî ne. Li gorî wê têdikoşe û bedel dide. Yê ku hebûna wî îspat dike ev nirxên wî yên manevî ne."
Yaşar, anî ziman ku ji ber di greva birçîbûnê de ne tundiya li ser wan zêde bûye û rastî cezayên dîsîplînê tên. Yaşar, bilêv kir ku tevî hemû zext û zordariyan jiyana xwe ya xwendin, nivîsandin û sohbeta xwe berdewam dikin. Yaşar, bilêv kir ku ev çalakî tenê bi girtiyan ne bi sînordar e û çalakiya hemû gel e û her hevalek xelekek vê çalakiyê ye û hev temam dike."
Yaşar, da zanîn ku malbata wî di ferqa çalakiyê de ye û li têkoşîn û çalakiya wan xwedî derdikeve. Yaşar, anî ziman ku ji bo tercîda li ser Ocalan bi dawî bibe divê malbat û parêzer bi rêk û pêk hevdîtinê pêk bînin û Ocalan karibe mîsyona xwe ya siyasî pêk bîne. Lê ji bo wan ya esasî azadiya Ocalan e. Yaşar, bilêv kir ku piştgirî û piştevanî hêj lawaz e û xwest li gorî tundî û doza tecrîd û hêzên li pişt tecrîdê piştevanî, piştgirî berwedan û bilindkirina dengan zêde bibe û pêş bikeve. Yaşar, herî dawî da zanîn ku di şewsê Ocalan de li dijî hemû gelan tecrîd tê meşandin û xwest hemû beşên civakê piştevanî û desteka xwe xurt bikin."