EDENE - Şukran Aydogan ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzce bi girtiyan re hevdîtin kir, anî ziman ku girtî rastî hemû binpêkirinên mafan tên û wiha got: "Rojnameyan nadin girtiyan. Zorê li wan dikin ku li ser piyan jimarê bidin û têkevin nîzamiya eskerî. Girtiyan anîn ziman ku moralê wan bilind û bi biryarin ku heta daxwazên wan pêk bê çalakiya xwe berdewam bikin. Gîrtî bawer dikin ku dê bi ser bikevin."
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 124'emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 111 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 85 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 86 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 11'an de berdewam dike. Di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8'ê Adarê de parlamenterê HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn. Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 54'emîn de berdewam dike. Gurbet Ektîren a ji Girtîgeha Bakirkoyê hat berdan li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.
'HETA DAXWAZ PÊK BE DÊ BERXWEDAN BERDEWAM BIKE'
Li Girtîgeha Duzce jî 76 rojin grev berdewam dike. Yek ji girtiyên ku 76 rojin li Girtîgeha Duzce girtî di grevê de Mehmet Erbey e. Erbey, anî ziman ku heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin. Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Duzce Mehmet Erbey û Suleyman Benzer di 26'ê Kanûnê de dest bi grevê kir û 76 rojin di grevê de ne. Ahmet Akbalık û Fikret Karakoç jî di 5'ê Çile de dest bi grevê kirin û 67 rojin di grevê de ne.
'EM GAVAN PAŞVE NAVÊJIN'
Şukran Aydogan ku bi Mehmet Erbey ê 76 ro jin di grevê de ye re hevditin pêk anî, bal kişand ser helwest û daxwazên girtiyan. Şukran Aydogan, anî ziman ku girtî rastî binpêkirina mafan tên û wiha got: "Rojnameyan nadin girtiyan. Zorê li wan dikin ku li ser piyan jimarê bidin û têkevin nîzamiya eskerî. Girtiyan anîn ziman ku moralê wan bilind û bi biryarin ku heta daxwazên wan pêk bê çalakiya xwe berdewam bikin. Gîrtî bawer dikin ku dê bi ser bikevin. Erbey beriya têkeve çalakiya grevê 83 kilo bû, lê niha daketiye 67 kiloyan. Suleyman Benze di yek hucreyê de tê girtin. Erbey anî ziman ku harstî hemû binpêkirinên mafan tên û rojnameyan nadtin wan, wan li ser piyan didin jimartin. Erbey, da zanîn ku moralê wan pir bilind e û heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin. Erbey, da zanîn ku rayedar zorê li wan dike ku bi nîzaniya eskerî bimeşin. Dîsa malê wan ê hevditinê daxistine 30 deqîqeyî."
Aydogan, bilêv kir ku zext û tundî ji ser girtiyên Duzce kêm nabin.
MA / Hamdullah Kesen