DÊRA ZOR - Piştî mîadê ku QSD`ê ji çeteyên DAIŞ`ê re diyar kiribû ku DAIŞ ji gund derkevin û xwe radest bikin bi dawi bû, QSD’ê ragihand ku dê operasyonên xwe yên li Baxozê berdewam bikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) QSD`ê di saet 18:00`an de ji nû ve destpêkirina operasyonên xwe yên leşkerî li Baxozê ragihand. Çavkaniyek leşkerî ji ANHA re diyar kir ku QSD`ê piştî bi dawîbûna mîadê ku ji çeteyên DAIŞ`ê re diyar kiriye da ku tevî malbatên xwe ji gundê derkevin û xwe radest bikin, operasyonên xwe ji bo rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê destpê kir.QSD`ê di 1`ê Adarê de destpêkirina pêngava dawîn a rizgarkirina gundê Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê ragihandibû. Piştî demekê di eniyekê de da ku rê ji bo derketina çeteyan û malbatên wan ji gund û xwe radestî QSD’ê bikin, operasyonên xwe rawesatndibû. Li ser wê bi hezaran ji endamên DAIŞ`ê û malbatên wan ji gund derketin lê hîna jî hindek ji wan derketina ji gund red dikin.