AMED - 5 partiyên Kurd êrîşa polîsan a di şeva 8'ê Adarê de li dijî avahiya HDP'ê ya Amedê pêk anîn û 7 çalakgerên di grevê de binçav kirin şermezar kir. 5 partiyan daxuyaniya hevpar dan û gotin: "Wezareta Karên Hundir bi daxuyaniyên dide li dijî partiyên kurdan şer îlan kiriye."
Nûnerên partî û rêxistinên Hareketa Azadî, Platforma Demokratên Kurdistan (PDK-Bakur), Partiya Demokratên Kurdistan -Tirkiye (KDP-T), Partiya Komunist a Kurdistan (KKK), Partiya Azadîparêz û Mirov (PİA), êrîşa polîsan a li dijî avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyaniya hevpar dan û êrîş şermezar kirin. Nûnerên partî û rêxistinan li avahiya Hareketa Azadî daxuyanî dan. Daxuyaniya hevpar bi kurdî û tirkî hat xwendin.
Li ser navê partiyan Hevserokê Giştî PDK-Bakur Sertaç Bucak, daxuyanî bi kurdi da. Bucak wiha got: "Siyaseta Kurd û partiyên siyasî bi gelemperî di bin zexteke bê qanunî de ye. Roj a 8'ê Adarê 2019'an de bi şev saeteke dereng bi hînceta greva birçîbunê polêsan êrîş li ser avahiya HDP ya bajara Amedê kirin. 10 kesên ku di nav wan de kesayetên parlamenter jî hene dem a çalakiya xwe didomînin ji aliyê hêzên polêsan ve bi awayeke zordestî dikevin nav avahiya HDP û êrîş li ser parlamenterên Tayip Temel û Murat Sarısaç dikin, li wan didin û 7 çalakvanan jî binçav dikin."
'ÎTÎFAQA CUMHUR PARTIYÊN KURDAN KIRINE TEXTÊ ÊRÎŞÊ'
Bucak, êrîşa li dijî avahiya HDP ya Amedê şermezar kir u wiha berdewam kir: "Em daxwaz dikin ku kesên hatine binçavkirin demildest bêne berdan. Di demên dawiyê de bi awayeke sîstematîk êrîşên ser partiyên siyasî ya Kurdan bûye wek pilansaziyeke tevgera bêzarkirinê. Ev çend heyvin serokên tifaqa Cimhur xwe sipartine qelxana parastinê ya dewletê û partiyên Kurdistanî û kadirên siyasî kirine texta nîşanê. Ji ber wê jî bi yekcarî propagandayeke êrîşker didomînin. Herweha qasê ku dikarin dorbera hilbijartinê jî ditengijînin. Wezîrê hundirî ku karê wî yê yekemîn parastina ewlehiya dewletê û taybetî jî ya hilbijartinê ye rewşa daxuyaniyên wî weke kû dev ji vê karê berdaye û hema hema siyaseta Kurd re şer ilan kiriye. Serdawakera cumhurî a dadgeha bilind li hemberê Partiyên kû bi navê Kurdistanê hatine avakirin li dadgeha zagonî de doza girtinê vekir. Bi viya tenê nema biryara dadgeha bilind nesekinî heman demê de bi awayeke dije hiquqî partiyên kû ji aliyê yasayî ve pêvajoya sazkirina xwe temam kirine û çend kongrên xwe pêk anîne navên wan çar (4) partiyên Kurdistanî di lîsteya partiyên siyasî derxistin. Çend culumnîst jî ji helwesta van Siyasetmedar û Serdawakeran wêrekiyê girtin û van çar partiyên Kurdistanî dikin hedef û nerewa didin xuyakirin. Em êrîşên li ser partiyên Kurdistanê kû siyasetên xwe di zemîneyeke rewa û yasayî de dikin van tevgerên hezmkirin û dorgirtinan şermezar dikin."
EM BANG LI ÎKTÎDARÊ DIKIN KU DEST JÎ CUDAKARIYÊ BERDIN
Bucak bang li tifaqa cumhur ya vê heyama hilbijartinê û desthiltdarên dewletê kir û wiha berhdewam kir: "Bi rojevên fenî weke “Tîror”an “beka” helwesta hedef nîşandanê û cudadîtina siyaseta Kurdistanî bê terikandin. Dorbera hilbijartinê neyê tengijandin. Wezîfeya desthilatdarên siyasî ne tengijandina pêvajoyê ye bi taybetî pêkanîna ewlehiya hilbijartinê ye. Em banga desthilatdarê siyasî dikin kû wezîfe û berpirsiyariyên xwe bicîhbîne."
BANGA RAYA GIŞTÎ
Bucak, bang li raya gişti jî kir û wiha bi dawî kir: "Bi xemgînî temaşe dikin kû rojeva gel û ya rêzdar serokkomar Erdogan û tifaqa cumhur ji hev cuda ne. Erdogan/Tifaqa cumhur bi propagandayên “Tîror”an “beka” hezdikin balan bikêşin cihên cuda lêbelê;Rojeva esas ya gelê me yê zehmetkêş û dagirkirî bi rêzê ve ew e; 1- %64.8 pirsgirêkên aborî, 2- %51 penceşêrê civakî bêkarî, 3- %17.2 wek texta reşnivîsê gûhertina perwerdehî, 4- %14.4 pirsgirêka ewlehî ye.
Gelê me di xema xwarin, kar û ya debara jiyanê de ye. Hetta wek nimûne ya “ Zik têr nebe guh nabihîze” gotinên serokên tifaqa cumhur nabihîze. Serokkomar Erdogan jî van rojevên esasî dizane lêbelê yan newêrê yan destê xwe nabe bide van mijaran. Çimkû zêde gotinên wan tuneye kû gel re bêjin! Li hemberê vê jî herweha honandina gelê Tirk bi awayê nijatperestî dijayetiya gelê Kurd têne şoxilandin. Van vegotinên bêberpirsiyarî û dekkirî, helwesteke dijayetiya nirxên mirovahî û demokrasiyê ye. Em wek partî û hêzên siyasî li jêr navê me hene; Kurdistan û Partiyên Kurdistanî rastiyeke Tirkiyê ye. Siyaseta cudadîtin, hezmkirin û wekhevnîşandana “Tîror”ê şermezar dikin. Bangawaziya bidawîanîna vê yekê dikin. Gelê me têra xwe di hişyarê kiryaran de ye û evana di wijdana xwe de cihê kû heq dike wê bicîh bike. Em di wê baweriyêde ne kû gelê me bi rengê dengê xwe di roja 31ê Adarê dê xwe nîşan bide. Gelê Kurd tû car Nijadperestiyê re, Netewperweriyeke şowenist re helwestên siyaseta pozbilind re rêçek nedaye. Xwediyê van siyasetan re gelê Kurd bi siyaseteke sivîl, rewa û aştiyane bersivê kû heq dikin wê bide. Nijadperestî û zordestî emrê tû kesê dirêj nekiriye."