NAVENDA NÛÇEYAN - Bernameya mîtîngên Newrozê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî beşdar bibe diyar bû. HDP, dê li Amed, Wan, Stenbol jî di navde li 27 navendan Cejna Newrozê pîroz bike û li 9 navendan jî mîtingan pêk bîne.
Bernameya hilbijartinê ya Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Geilan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ku ji 1'ê Adarê de ji milê Botanê û Serhedê de dest pê kir berdewam dike. Buldan û Temellî, li hemû bajar, bajarok û navçeyan bi coş û girseyek mezin tên pêşwazîkirin. Di çarçoveya bernameyê de Hevserokê Kongreya Demoratîk a Gelan (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Serokê Giştî yê Partiya Azadiparê û Mirov Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Berdevkê Azadi Hareketi Ayetullah Aşitî jî bi gel re têne cem hev.
Bernameya mîtingên Newrozê ku Hevserokên HDP'ê beşdard bibin zelal bû. HDP, dê di 21'ê Adardê de li Aydin, Bodrum, Çanakkale, Şirnex, Amed, Wan, Cizîr, Nisêbîn, Mîdyad, Êlih, Tetwan, Qereqoçan, Pirsûs, Gever, Dîlok, Îzmîr, Antalya, Edene, Mêrsîn, Manîsa, Cihanbeylî, Bursa, Hatay, Agirî, Silopî mîtingê Newrozê pêk bîne. Di 24'ê Adarê de jî dê li Stenbol û Datç'yê mîtîngên Newrozê pêk bîne. Pervîn Bûldan dê tev li mîtînga Amed û Stenbolê bibe. Temellî ji dê tev li mitînga Wanê bibe.
Mîtîngên fînalê dê li Çewlîk, Wan, Mûş, Agirî, Colemêrg, Amed, Îdir, Şirnex û Qereqoçanê pêk bînin.
Cihê mîtîngên fînalê wiha ne:
25 Adar - Çewlîk -Pervîn Buldan
27 Adar- Van - Berdan Öztürk
27 Adar - Mûş - Pervin buldan
28 Adar - Agirî - Pervn Buldan
29 Adar - Colemêrg
29 Adar - Giyadîn - Sezai Temelli
29 Adar - Îdir- Pervin Buldan-Berdan Ozturk
30 Adar - Şirnex - Sezai Temelli
30 Adar - Qereqoçan - Kemal Bulbul