RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li bajaroka Elîgor a Navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi coş û girseyek mezin hat pêşwazîkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Pirsûs a Rihayê bi gel re civiya. Temellî, li bajaroka Elîgor a Pirsûsê ji hêla Rihayiyan ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. HDP'iyên xwestî tevlî konvoyê bibin ji hêla leşkeran ve hatin rawestandin. Piştî nîqaşa di navbera HDP’yî û leşkerên Tirk de destûr hat dayîn ku konvoy derbas bibe. Temellî bi konvoyê hat bajaroka Alîgor a navçeya Pirsûsê û li vir ji hêla girseya ku ji jin, zarok û niştecihên bajarokê ve hat pêşwazîkirin. Gel li pêşiya otobusa hilbijartinê ya Temelli tê de bû meşiya û bi dirûşmeyan piştgiriya ji bo HDP’ê anîn ziman. Temellî, li vir konvoy sekinand û bi gel re govend gerand.
Temellî xîtabî gel kir û diyar kir ku li her derê pêşwaziyên gel vediguherin mîtîngan û wiha got: "Çiqas dixwazin bi wî zimanê xwe yê bi jehr bila jehrê vereşin. Em ê li hemberî xirabiyê têkoşîna başiyê bidin. Bi dijminatiya vî gelî, bi tinehesibandina wî, li Tirkiyeyê bi tinekirina aştiya civakî re dibêjin qey wê li ser desthilatdariyê bimînin.” Li vir bi coşek mezin buroya hilbijartinê vekirin. Temelî, anî ziman ku ew dê her dem li dijî xerabiyê parastina başiyê bikin.
Temellî. piştre li gel heyeta ku Hevserokê GişTî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Endamê Dîwana KCD'ê û parlamenterên HDP'ê derbasî navçeya Pirsûsê bûn.