NAVENDA NÛÇEYAN - Girtî Îsa Îpeklî yê 75 rojin li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de, diyar kir ku heta tecrîd bi dawî dibe encam çi dibe bila bibe dê çalakiya xwe bidomînin û got: "Berxwedana me dê bibe xelekek ji taca serkeftinê."
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 123'emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 110 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 84 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 85 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 10'an de berdewam dike. Di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8'ê Adarê de parlamenterê HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn. Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 54'emîn de berdewam dike. Gurber Ektîren a ji Girtîgeha Bakirkoyê hat berdan li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.
'EM DIXWAZIN DEWLET QANÛNÊ XWE PÊK BÎNE'
Yek ji girtiyên di 26'ê kanûnê de dest bi çalakiya greva birçibûnê kir jî Îsa Îpeklî ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê girtî ye. Îpeklî ku ji 26’ê kanûna sala 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, bi nameyekê armanc û sedemên çalakiya xwe vegot. Îpeklî diyar kir ku di şexsê Ocalan de gelê kurd, aştî, pêkvejiyan û demokrasî tê tecrîdkirin.
Nameya Îsa Îpeklî ku di Rojnameya e-rojname de hat weşandin wiha ye;
“Ez we hemûyan bi heyecan û coşa berxwedanê silav dikim.
Bi rêya nameyekê jî be ez dixwazin sedem û armancên çalakiya xwe bi we re parve bikim.
Ez Îsa Îpeklî. Di sala 1978’an de li Sêwerek a Rihayê ji dayik bûm. Ev 10 salin di girtîgehê de me. Bi îdiaya ‘endamtiya PKK’ê’ û ‘bi zexta çekê parçekirina sînorê Tirkiyeyê’ hatim darizandin û cezayê muebbetê li bin birîn.
Di sala 2012’an de jî tev li çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê hatibû destpêkirin, bûm. Dibe ku pirsa sedema çalakiyê bê kirin. Em dikarin bibêjin; weke gelê kurd, me di nava têkoşîna azadî û demokrasiyê ya 40 salên dawî de bedelên gelek giran dan û em didin. Li hêlekê di şexsê Rêber Ocalan ku gelê me weke rêber qebûl kiriye 40 milyon kes tên tecrîdkirin, li hêlekê hewla tunekirina dahatûya gelê me tê dayin û her wiha hewl didin ku bi rêya faşîzmê çong bi gelên Mezopotamya û Anatoliyayê bidin şikandin. Tifaqa AKP-MHP’ê di nava 4 salên dawî de bi vê rêyê Tirkiye veguherandiye girtîgehê. Hewl didin ku civakekî yektîp ava bikin. Ji roja destpêkê ya tecrîdê heta niha bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî xistin girtîgehan. Bajar û navçeyên me hatin rûxandin û şewitandin. Zîhniyeta faşîst a ku ev yek têrê nedît, li derveyî sînorên TC’ê jî bi awayeke zalimane êrîşî gelên berxwedêr kir. Bi awayekî taybet li welatê me û bi giştî jî li Rojhilata Navîn, yek jê sedemên krîza heyî tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me ye. Ango sedem, tecrîdkirina zimanê çareserî, aştî û pêkvejiyanê ye.
Wê demê em ê vê pirsgirêkê çawa çareser bikin? Ger ku em pêvajoya di navbera salên 2012 û 2015’an de bînin bîra xwe, ji xwe wê demê bersiva vê pirsê derdikeve holê. Di dema pêvajoya diyalogên bi Rêbertiyê re pêşî li demokrasiyê vebû û gelên me derfet dît ku bi rêyên cuda daxwazên xwe bînin ziman. Hêviyên aştiyê yên gelan roj bi roj mezin dibûn. Weke ku di vir de jî tê dîtin, di şexsê Rêbertiyê de azadî, wekhevî û aştî tê tecrîdkirin. Bi dawîbûna tecrîda li Îmraliyê re dê rê li ber gelek geşedanên nû vebibe.
Di demekê ku roj bi roj em ber bi tarîtiyê ve diçin, temaşekirin û gazinc têrê nake. Fedekarî û lehengiya heval Leyla ji bo min jî bû weke bangawaziyekê. Di serdemên pir zehmet ên têkoşîna azadî û demokrasiyê de me gelek caran şahidiya lehengiya jinên azad kiriye. Ji bo ku berê gelên me yên ku ber bi tarîtiyê ve diçûn li ronahiyê vegerîne, tevî nexweşiya xwe jî heval Leyla bedena xwe da ber mirinê û bang li wijdana her kesê ji xwe re dibêje ez mirovim kir! Vê yekê ne bi gotinan, bi helandina bedena xwe pêk tîne!
Weke minêkarekî azadiyê min jî xwest ku tev li karwanê berxwedanê yê ku heval Leyla daye destpêkirin bibim û ez jî tev lê bûm. Lê mîna ku heval Leyla jî destnîşan kir, gelo ma em ê heta kengî vê rêhevaltiya xwe ya têrneker bidomînin? Ger ku heta îro tecrîd di vê astê de bidome, sedema wê rêhevaltiya me ya têrneker e. Êdî dibînim ku em nikarin bi vî awayî bijîn. Bi bendewariya ku kesek were me rizgar bike re, em nikarin azad bibin.
Em ji TC’ê tiştekî pir cuda naxwazin. Mixabin tenê daxwaza me ew e ku qanûnên xwe yên neadil, pêk bînin. Her çiqas tiştekî trajîk jî be, em ji dewleta ku îdia dike bi hiqûqê tê birêvebirin, li gorî qanûnên xwe tevbigere. Em ketin grevê lê tu armanc û daxwazên me yên şexsî nînin. Em ji bo pêngava yekemîn a ku dê rê li ber demokrasî û azadiyê veke ango rakirina tecrîdê ketin greva birçîbûnê.
Ji saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî daxwaza me ew e ku zextê li dewleta TC’ê bikin da ku li gorî hiqûqê tevbigere.
Ji bo ku bêhtir êş neyên kişandin, ji gelê me jî daxwaza me ew e ku xwedî li berxwedêrên xwe derkeve. Gelê me biyaniyê van berxwedanan nîne. Em jî ji çanda berxwedêrên ku di gotin; ‘Em bi qasî di oxira wê de bimirin, ji jiyanê hez dikin’, ‘li kêla gora min binivîsînin, deyndar e’, ‘xweziya ji bilî canê min tiştekî din hebûya da ku min bikariya bida’ û em ji çanda berxwedanê yên ku di gotin ‘encam çi dibe bila bibe dê muhteşem be’ tên. Ji ber vê yekê jî coş û moralê me di cih de ye.
Em weke kesên azadîxwaz, ji sepanên faşîzmê wêrektir û bihêztir in. Ji ber ku em mafdar in û dê biserkevin.
Dîroka gelê me bi berxwedanê hatiye nivîsandin û tê nivîsandin. Ev berxwedana me jî dê bibe xelekek ji taca serkeftinê. Dawiya çi dibe bila bibe em ê biserkevin.
Divê neyê jibîrkirin ku heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya me bidome.
Bi vê baweriyê e silav û hezkirinên xwe ji we re dişînim.”