STENBOL - Mesût Atiş ku li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê 85 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Ne ji bo mirinê, ji bo jiyaneke azad me dest bi vê çalakiyê kir."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 123'yan de didome. Piştî Guvenê, li 66 girtîîgehan jî 331 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û niha çalakiya wan di roja 85'an de didome. Her wiha di 1'ê Adarê de çalakiya greva birçîbûnê li tevahiya girtîgehan belav bû.
Yek ji van girtiyan jî Mesût Atiş e ku li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê 85 roj in di greva birçîbûnê de ye. Nivîskar û wergêr Emîn Gurban ku li cem Mesût Atiş dimîne, hevpeyvînek bi Atiş re çêkir û bi rêya parêzeran re ji Ajansa Mezopotamyay (MA) re şand.
Atiş, ji bo tenduristiya xwe diyar kir ku serêşî, şewata çavan hwd. lê peyda bûye, lê belê ji ber hêz û coşa çalakiyê ew li ser piya ye.
'NE JI BO MIRINÊ, JI BO JIYANEKE AZAD Û BIRÛMET'
Atiş, diyar kir ku ji ber li ber wan tu rê nemaye wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û got: "Ne tiştekî hêsan e ku mirov bedena xwe bide ber birçîbûnê û mirinê. Lê dema mesele rûmet û azadî be, ev bivê nevê ye. Wisa bawer dikim ku ji me kî biryareke wisa dide, moraleke xurt lê peyda dibe. Me bi vîneke azad û berpirisyariya wijdanî ev biryar girt. Çalakiyên wekî greva birçîbûnê, ji xwe bi vîneke azad ve girêdayî ne. Helbet ev ne tercîhek e, çalakiyeke siyasî ye ku ji mecbûrî mirov serî lê dide. Wexta rûmet û azadî tune be, bi awayekî biyolojîk hebûna mirov bêwate ye. Ne ji bo mirinê, ji bo jiyaneke azad me dest bi vê çalakiyê kir. Lê ger bedêla jiyaneke azad û birûmet mirin be, em razîne wê bedêlê bidin. Ne ez û ne jî hevalên min em ji vê yekê narevin. Ji bo tiştekî wiha neqewime divê wijdanê mirovahiyê tev bigere û tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe."
'TECRÎD BÊ ŞIKANDIN, WÊ FAŞÎZM JÎ BIŞIKÊ'
Atiş, destnîşan kir ku nêzîkatiya ber bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, nêzîkatiya ber bi gelê kurd e û got: "Eger tecrîd bê şikandin, ev tê wateya şikandina faşîzmê jî. Paradîgmaya Birêz Ocalan niha li Rojhilata Navîn bûye esasgirtina hemû nirxan û ji bo vê bûye zemîn." Atiş, bilêv kir ku krîza li Rojhilata Navîn, ancax bi paradîgmaya Birêz Ocalan dikare çareser bibe û got: "Ji ber vê ye ku kurd û gelên Rojhilata Navîn Ocalan wekî rêberê xwe qebûl dikin."
Atiş, diyar kir ku çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guvenê dest pê kir deng vedaye û ji çar hawirdorê cîhanê ve gel piştgiriyê didin çalakiyê û got: "Helbet ev cihê moral û motîvasyonê ye, lê belê hîn jî nehatiye asteke baş. Çawa ku gelê me di 15'ê Sibata 1999'an de li çar hawirdorê Kurdistanê, li dijî komployê rabû ser piya û bi awayekî hişmet li ber xwe da, niha jî bawer dikim ku wê rabe ser piya."
Atiş, bilêv kir ku 85 roj in di greva birçîbûnê de ye û got: "Çavkaniya me ya herî mezin û xurt efsûniya felsefeya Ocalan û berxwedana wî ya bêhempa a li Îmraliyê ye. Birêz Ocalan got 'An jiyaneke azad an jî qet'. Jixwe kesayetya kurd a azad ku Ocalan afirand jî ev fikr bixwe ye. Helbet weke jinekê pêşengiya hevrê Leyla moral û hêzeke mezin li me peyda kir."
'EM BIBIN XELEKEK JI AGIR'
Herî dawî Atiş, destnîşan kir ku gel niha dem bi dem li dijî faşîzmê li qadan, kuçe û zindanan li ber xwe dide, lê belê ev çalakiyên piştgiriyê ne pir xurt in. Atiş, bal kişand ser komploya 15'ê Sibatê û got: "Gelê me tu carî ev komplo qebûl nekir. Wisa bawer dikim ku wê ji niha û pê ve jî qebûl neke. Bi vê munasebetê bang li herkesî dikim; Em careke din li dor Ocalan bibin xelekek ji agir. Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê birûxînin û Kurdistanê azad bikin."