EDENE - Walîtiya Edeneyê li Yekîneyên rawestgehên dolmîş û otobusên gel geriyan û ferman da ku bê pere mirovan bibe mîtinga AKP’ê ya Edeneyê.
AKP dê sibê bi tevlêbûna Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan li Qada Ugur Mumcu ya Edeneyê mîtîngê pêk bîne. Walîtiya Edeneyê beriya mîtingê li Yekîneyên rawestgehên dolmîş û otobusên gel geriya û ferman da ku bê pere mirovan bibe mîtinga AKP’ê ya Edeneyê. Rayedarekî rawestgehê ku navê xwe neda, diyar kir ku walî ferman daye hemû dolmîş û otobusên gel û xwestiye mecbûrî rêwiyan bê pere bibe qada mîtingê.
Li aliyê din Otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê jî dê bê pere rêwişan bibe qada mitinga AKP'ê.