STENBOL – Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya "Rûniştina F" a hefteya 363'emîn de, xwestin girtiyên jin ên nexweş bên berdan.
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê bi daxwaza girtiyên nexweş bên berdan di hefteya 363'emîn de xwestin çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê li dar bixin.
Polîsan carek din parêzvanên mafên mirovan asteng kirin û nehiştin çalakî li qadê bê liadarxitsin.
Parêzvan li ser vê yekê li ber avahiya Şaxa ÎHD'ê çalakiya xwe li dar xistin. Di daxuyaniyê de wêneyê girtiyên nexweş hatin hilgirtin û pankartên "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje û piştevanî dide jiyîn" hatin vekirin. Di çalakiya vê heftê de, rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Marmara pirsgirêkên tenduristiyê yên cîdî dijîn, hat destgirtin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyaniya vê hefteyê da.
Onaran, diyar kir ku li gorî daneyên ÎHD’ê yên sala 2018’an, li Tevahiya Tirkiyeyê, 154 girtiyên nexweş hene û 110 ji van jî jinin. Onaran, da zanîn ku li Herêma Marmar 15 girtiyên jin ên nexweş hene û wiha axivî: “Ji van girtiyên jin 10 jê rewşa wan cîdiye. Divê ev girtiyên jin ên nexweş bi rêk û pêk bên tedawî kirin.”
Onaran, nav û girtîgehên jinên nexweş ên lê tên girtin û rewşa tenduristiya wan nebaşe wiha rêz kirin: “
“Girtîgeha Bakirkoyê:
Dîlek Oz: ji ber îşkeceyê hin lîfên di movikê bedena wê de qutbûne û pençeşêra lenfê pêre heye. Pirsgirêka wê ya dil heye. Di stû û pişta wê de fitiq heye û nexweşîna bêhntengiyê pêre heye.
Sureyya Bûlût: Di serê wê de parçeyên şerapnalê heye. Çavekê wê nabîne. Dîsan nexweşiya sendroma korsakoff wernîke pê re heye.
Fatma Tokmak: Nexweşiya dilê wê pir girane. Hestiyên wê dihele û tansiyona bilind pê re heye. Pirsgirêkên wê yên jinekolojik ên cidî h ene.
Gırtîgeha Gebze:
Ayfer Ayçîçek: Nexweşiya şîzofrenê ya giran pê re heye. Dem bi dem zirarê dide û derdora xwe. Divê tim dermanan bi kar bîne.
Güneş Tekîn: Di kezeb, pişt û parsûyên wê de parçeyê şerapnalê hene. Di singa wê de jî guleyek heye. Dema radibe û rûdinek zoriyê dikişîne. Rîska wê ya felç bibe heye û nayê emeliyat kirin. Dîsan nikare her du lingên xwe baş bikar bîne.
Havva Ak: Di sala 2014’an de emeliyeta pençeşêrê ya malzarrok derbas kir û di dema kemoterapiyÊ de tim bi rîngê birine nexweşxanê û anîne girtîgehê. Ak ji ber vê yekê rojên zor û zehmet derbas kirin û hîna jî derbas dike.
Hazîne Alçî: Di lingê de protez heye û tedawiya wê tê asteng kirin.
Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Yenîşehîr a Bûrsa:
Saîme Avşîn: Di kursiya bi tekelik de jiyana xwe didome. Êşên wê yên giran rû dididin. Rewşa wê pir girane û nayê tedawî kirin.”
Onaran, anî ziman ku divê mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin û dewlet berpirsiyartiya xwe bi cih bîne.