MÛŞ – Namzetên HDP’êy ên Hevşaredariya Mûşê Sîbel Genç û Sirri Sakik têkildarî bajêr projeyên xwe amade kiribûn eşkere kirin û gotin: “Em tên ku tabloya heyî li bajêr biguherînin.”
Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Mûşê û Sîbel Genç û Sirri Sakik projeyên xwe yên ji bo bajêr amade kiribûn bi civînek çapemeniyê bi raya giştî re eşkere kirin. Civîn li otelek bajêr pêk hat li gel rêveberên HDP’ê gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bûn.
'EM Ê QEDERA MÛŞÊ BIGUHERÎNIN’
Sirri Sakik diyar kir ku heta niha Şardariya Mûşê ji bo pêşketina Mûşê tiştek nekiriye û got: “Şaredariya heyî Mûşê bi paş ve biriye. Divê bêkarî û feqîrî ne qedera gelê Mûşê be. Em tên ku vê tabloyê biguherînin. Em tên ku refaha vî gelî bilind bikin.”
Namzet Sîbel Genç jî anî ziman ku ji bo Mûşê bikin bajarek mînak tişta ji destê wan bê dê bikin û got: “Em ê jinan daxilî nava mekanîzmaya birêvebirina bajêr bikin. Em ê li Mûşê temsîliyeta wekhev derxin pêş û bixin meriyetê.”
Genç û Sakik piştî kurteaxaftinên xwe projeyên ji bo Mûşê amade kirin parve kirin.
Projeyên ji bo Mûşê wiha ne:
* Em ê xeta ava bajêr baş bikin û tesîsa parzînê çêbikin.
Dê xizmeta veguhestinê pêk bînin û ji bo civakê hêsan bikin.
* Wê li nokteyên stratejîk ên bajêr otoparkên girtî û vekirî ava bikin.
* Dê di warê navendên çand û werzîşê de gelek saziyan ava bikin.
*Kompleksek ku pêdiviya Mûşê pê heye wek Navenda Kongreyê înşa bikin.
*Navendên Xizmeta li malê û Alîkariya Civakî ji bo gel bikin.
* Kreş, yaşlılara ve evde hizmet bakımı
* Projeya Şitilan dê bixin xizmetê.
* Koperatîfên Çandiniya bajêr
* Wê li taxên Dere û Karşiyaka pir bên çêkirin.
* Daristana bajêr û qada rekreasyonê
* Mêvanxaneya şaredariyê
* Kartên bajêr û şaredariya bi aqil
* Ava vexwearinê ya erzan
* Kolana çand û hunerê
* Qada Aştiyê ya Mûşê û Mala Mezopotamyayê
* Qadên bêasteng ên jiyanê
* Qadên taybet ji bo taksîvan û keyayan
* Mala refaketiyê
* Malên sersaxiyê ji bo taxan
* Xizmeta ji bo extiyaran û lênihêrîna mobîl
* Navenda Rehabîlîtasyonê û pêşketina kesayî
* Akademiya ilmên dînî
* Dê ji bo 2 hezar malbatên feqîr alîkariya zexîreyan bê kirin