NAVENDA NÛÇEYAN - Duh bi deh hezaran jin li Wan, Amed, Êlih, Agirî, Enqere, Stenbol û Îzmir jî di navde li gelek navendan daketin qadan û mîtîngê girseyî pêk anîn. Jinan di mîtîngan de bi pankart, dowîz, dirûşme û daxuyaniyên xwe bal kişandin ser daxwazên xwe û hikûmet hişyar kirin. Lê Medya navendî di rojnameyên îro de cih nedan çalakî û daxwazên jinan.
Duh 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bû. Wekî gelek welatên cîhanê li bajarên Tirkiye û Kurdistanê jî bi deh hezaran jin daketin qadan. Duh bi deh hezaran jin li Wan, Amed, Êlih, Agirî, Enqere, Stenbol û Îzmir jî di navde li gelek navendan daketin qadan û mîtîngê girseyî pêk anîn. Li Stenbolê bi deh hezaran jin li Taksîmê û Kolana Îstîklalê meşiyan. Li Amed û Wanê bi deh hezaran jin tev li mîtingan bûn. Bi deh hezaran jinan di mîtîngan de dengê xwe bilind kirin. Jinan di mîtîngan de bi pankart, dowîz, dirûşme û daxuyaniyên xwe bal kişandin ser daxwazên xwe û hikûmet hişyar kirin. Lê Medya navendî di rojnameyên îro de cih nedan çalakî û daxwazên jinan. Ji rojnameyên medya hawiz, Sozcu, Turikey, Yenîşafak, Akşam, Turkgun, Akît, Aydinlik, Star, Yenîcag, Huriyet Milliyet'ê qet cih neda çalakiyên jinan. Rojnameya Yenî Akîtê jî malbat û hevjîna ku xizmetê ji zilam re bike derxist pêş û bi sernavê "Yê jinê mezin dike dayikbûn e" derket. Akîtê 8'ê Adarê jî wekî rojek xapînok pênase kir.
LEYLA LI QADAN IN
Tenê rojnameyên muxalif çalakiyen jinan dît. Rojnameya Yenî Yaşam bi manşeta "Leyla li qadan in" derket pêşberî xwînerê xwe. Rojnameya Cumhuriyet bi manşeta "Tirsa jinê" derket. Rojnameya Evrensel jî bi manşeta "Hêz, Hêvî û berxwedana me heye" derket. Rojnameya e-rojname ku bi kurdî li ser malpera înternetê weşanê dike jî bi ser navê "Mizgîniya roja nû" derket û çalakiyên jinan ên li qadan wekî mizgîniya roja nû pênase kir.