ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç diyar kir ku Wezîrê Dadê daxwaza hevdîtina malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne red kiriye û got: “Mirinek pêk were berpirsê mezin Wezareta Dadê û Qesr e.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 122 roj in didome. Bi heman daxwazê li girtîgehan jî 84 roj in grevên birçîbûnê berdewam e.
Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de xwestin têkildarî daxwaza girtiyan bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin. Wezîrê Dadê hevdîtina malbatan red kir. Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç helwesta Wezîrê Dadê rexne kir. Koça da zanîn ku malbatên girtiyan 4 roj berê bi rêya HDP’ê xwestin bi Wezîrê Dadê re hevditinek pêk bînin û got: “Ewil gotin ku wezîr li derveyî welat e. Li ser vê yekê malbatan xwest bi müsteşar re biaxivin. Bersiva ‘Karê wî heye ne guncav e’ dan malbatan. Pişt re jî daxwaza malbatan red kirin.”
‘RAVEKIRINA HIQÛQA LI ÎMRALIYÊ NÎNE’
Koç anî ziman ku helwesta Wezîrê Dadê ji aliyê siyaset û hiqûqî ve nayê qebûlkirin û got: “Asta ku çalakiya Leyla Guven gihîştiyê krîtîk e. Êdî em bi agahiyek nexweş bibîhîzin re hevrû ne. Li aliyê din tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan jî ji aliyê hiqûqî ve tu ravekirina wê nîne. Hiqûqa tê birêvebirin ne li gorî makeqanûna Tirkiyeyê ye. Çimkî mafê her girtiyek heye ku her hefte bi malbata xwe re hevdîtin bikin. Qanûnên heyî li pêşiya hevdîtinê ne asteng e. Nikarin asteng jî bikin.”
‘JI DAXWAZA HEMWELATIYÊN XWE DITIRSIN’
Koç bertek nîşanî Wezîrê Dadê ku daxwaza malbatan red kir da û wiha domand: “Neçar in kul i malbatan guhdar bikin. Ka malbat çi dixwazin? Daxwazên wan di çi warî de ne? Tirsê bi vê desthilatdariyê û Wezareta Dadê girtiye. Ji daxwaza hiqûqî ya hemwelatiyên xwe ditirsin. Pêwîstiyê jî bi guhdarkirinê nabînin.”
‘BERPIRS WEZARETA DADÊ Û QESR E’
Koç destnîşan kir ku di kêliya tecrîd bê rakirin de dê civak nefesê bistîne û wiha got: “Niha di girtîgehan bi deh hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Heke mirinek pêk were û an jî tiştek neyînî biqewime dê berpirsê vê Wezareta Dadê û Qesr be.”
MA/ Dîren Yurtsever