ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erdem, anî ziman ku tecrîd û îzolasyon mirovan bi sînor dike û mafê wan ên tenduristiyê ji destê wan digire û wiha got: "Divê em bi hevre qêrîna Leyla Guven mezin bikin. Ger ku em qêrina wê mezin bikin emê tev bi Leyla Guven re li cîhanek xweşiktir bijîn."
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 122'emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 109 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 83 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 84 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 9'an de berdewam dike. Di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 7'e Adraê de Parlamenterê HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç jî dest bi grevê kir. Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 53'emîn de berdewam dike.
ERDEM: JIYANDINA GUVEN JIYANDINA ME TEVAN E
Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, grevên birçîbûnê nirxand. Erden, anî ziman ku jiyandina Guven jiyandina hemû mirovan e û wiha got: "Jiyandina Leyla ji yandima me hemû mirovahiyê ye. Ji bo em hemû bijîn em dibêjiin 'Bila Leyla bijî' Jiyandina Leyla Guven jiyandina demokrasî, aştiyê ye. Jiyandina jiyana hevpar e. Ger ku em wêrîna Leyla mezin û bilind bikin li gel Leyla Guven emê tev bijîn. Em dê li gel Leyla bi hevre li cîhanek xweşiktir bijîn."
Erden, anî ziman ku yekem car rastî çalakiyên greva birçîbune nayê û wiha got: "Li Tirkiye paşeroja girtîgehan xerab e. Di sala 2000'an de li dijî Tîpên F çalakî hatin lidarxistin. Piştî Tîpa F tecrîd kirin polîtîkaya bingehîn. Li dijî tecrîd û îzolasyonê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Îro hemû jiyana me di bin tecrîd û îzolasyonê de ye. Di milê azadiya fikr û ramanê de em hemû di bin tecrîdê de ne. Guven li dijî van polîtîkayên tecrîdê 122 rojin di grevê de ye. Talûkeya li ser tenduristiya wê hatiye asta cîddî. Nêzîkatiyame ya li hemberî grevên birçîbûnê bêyî daxwaz û rastiya çalakiyê şirove û niqaş bikin, em di milê tenduristî û mafê parastina berdewama jiyanê de nêzîk dibin."
'TECRÎD BI XWE BÊ TENDURISTÎ YE'
Erden, destnîşan kir ku tecrîd bi xwe li dijî tenduristiyê ye û wiha berdewam kir: "Tenduristî ne tenê halê başî yê fîzîkî, civakî û ruhî ye. Di heman demê de divê mirov di milê siyasî de jî xwe baş hîs bike. Divê mirov di nava aştî û demokrasiyê de bijî. Dema mirov li gorî vê yekê binere, tecrîd û îzolasyon mafê tenduristiyê bi sînor dike. Tecrîd û îzolasyon mafê tenduristiyê ji destê mirov digire û binpêkirina tenduristiyê de ye. "
Erdem, bal kişand ser mafê tenduristiya girtiyên di çalakiyê de û wiha bi dawî kir: "Niha hemû girtiyên li girtîgehê mafê wan ê jiyan û tenduristiyê di kontrol û berpirsiyarê dewletê de ye. Divê dewlet û îktîdar vê berpirsiyariya xwe pêk bîne. Piştî girtî avêtina yek hucreyê pirsgirêka xwê, şekir, av, lîmon û Vîtamîna B derket holê. Agahiyên van pêkanînên xerab bi sendîkaya me re hatin parvekirin. Ev pêkanîn îşkenceya herî mezin e. Divê vîtamîna B-1 teqez bidin gir9tiyan Ji ber ku çalakiya greva birçîbûnê ne çalakiya rojiya mirinê ye. Çalakiya ku girtî an jî kes bi bedena xwe xwe îfade dike ye.
WEZARETA DADÊ DAXWAZA HEYETA SERBIXWE RED KIR
Şaxa SES'ê ya Amedê û Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) ji Wezareta Dadê xwest heyetek serbixwe biçin li girtîgehan bigerin. Lê wezaretê ev daxwaz red kir. Berpirsiyarê vê yekê dewlet e. Ger ku destûr neyê dayîn dibe tiştên xerabtir pêk bên. Em naxwazin agahiyên mirinê bibhîzin."