MÊRDÎN – 3 jinên li pêş Girtîgeha tîpa E ya Mêrdînê hatin binçavkirin, hatin berdan.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, di 6'ê Adarê de li gel malbatên girtiyan li ber girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê kom bûn û piştgirî dan girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê.
Pişti daxuyaniyê komê dirûşmeya “Biji berxwedana zindanan” berz kirin. Piştî vê yekê polîsan 3 kes binçav kirin. Polîsan Birhat Yalçin, Fikriye Yalçin û Ruken Ayav binçav kiribûn û biribûn Midûriyeta Polîsan a Mêrdîne.
3 jinên ku 2 roj berê hatin binçavkirin piştî li midûriyeta polîsan îfade dan hatin berdan.