3 jinên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan 2019-03-08 12:12:47 MÊRDÎN – 3 jinên li pêş Girtîgeha tîpa E ya Mêrdînê hatin binçavkirin, hatin berdan.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, di 6'ê Adarê de li gel malbatên girtiyan li ber girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê kom bûn û piştgirî dan girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê.  Pişti daxuyaniyê komê dirûşmeya “Biji berxwedana zindanan” berz kirin. Piştî vê yekê polîsan 3 kes binçav kirin. Polîsan Birhat Yalçin, Fikriye Yalçin û Ruken Ayav binçav  kiribûn û biribûn Midûriyeta Polîsan a Mêrdîne.   3 jinên ku 2 roj berê hatin binçavkirin piştî li midûriyeta polîsan îfade dan hatin berdan.