'Eger mirin çêbibe, bi qasî hikûmetê kesên bêdeng jî berpirsiyar in'

img

ENQERE - Xizmên girtiyan der barê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ku di 1'ê Adarê de li tevahiya girtîgehan belav bûn de, diyar kirin ku ger mirinek çêbibe bi qasî hikûmetê kesên xwe li bêdengiyê datîne jî berpirsiyar in. Malbatan got: "Hizûra me tune ye, bi şev xew bi çavê me nakeve." 

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 121'ê de didome. Çalakiya greva birçîbûnê ku bi heman daxwaê di 16'ê Kanûna 2018'an de li girtîgehan dest pê kiribû, di 1'ê Adarê de li tevahiya girtîgehên li Tirkiyeyê belav bû. 
 
Yek ji van girtiyan jî Mehmet Nazîr Gumuş e ku 20 sal in di girtîgehê de ye. Gumuş, ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Bandirmayê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Hanîfe Gumuş, anî ziman ku kurê wê û girtiyên din bibiryar in û got: "Ji girtîgehan bi dehan tabût derkevin jî wê girtî çalakiya xwe bidomînin. Bibiryar in û daxwaza wan jî diyar e." 
 
'BERÎ MIRIN ÇÊBIBE DIVÊ HIN GAV BÊNE AVÊTIN' 
 
Gumuş, destnîşan kir ku berê tiştek bê serê çalakgerên di greva birçîbûnê de divê hin gav bêne avêtin û got: "Di serî de Leyla Guven û Nasir Yagiz, gelek eks di greva birçîbûnê de ne. Eger ji girtîgehan cenae derkeve berpirsiyar hikûmet û serkomar in. Divê êdî dewlet gavekê bavêje. Em jî li vî welatî dijîn.
 
Gumuş, bang li rayedaran kir û got: "Berî mirin çêbibe tiştekî bikin." 
 
Her wiha dayik Gumuş, anî ziman ku 4 roj berê ew çûye girtîgehê û got: "Gelek malbat hatibûn. Em bi gelek polîs û leşkeran re rû bi rû man. Her wiha wexta em nameyan ji girtîgehê re dişînin, peyveke kurdî jî tê de hebe heta 3 mehan nadin wan. Rojname û pirtûkan nadin girtiyan." 
 
'XEW BI ÇAVÊ ME NAKEVE' 
 
Ji girtiyên di 1'ê Adarê de ketin greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger yek din jî Servet Ozer e. Ozer, 4 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa F a Kirkilarê de ye. Bavê wî Veysî Ozer got: "Eger tiştek bê serê zarokên me berpirsiyar hikûmet e. Kurê min berê jî ji bo 10 rojan ketibû greva birçîbûnê. Niha jî ji 1'ê Adarê ve ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger. Wexta çûm girtîgehê, hevalên li cem kurê min gotin 'Eger hevalek me jî şehîd bikeve, em ê bi sedan kes dewam bikin. Kes nikare me bide sekinandin.' Loma em jî bang li mirovan dikin, em bang li kesên xwedî wijdan û eksên dibêjin em misilman in dikin û dibêjin; nebin hevparê vê zilmê. Bi rastî jî barekî giran e. Divê em rê li ber vê zilmê bigirin. Bi navê hizûrê tiştek li cem me nemate. Bi şev xew bi çavên me nakeve. Em tên tecrîdkirin. Ji ber wekî din tiştek ji destê zarokên me nayê, zarokên me bedena xwe dane ber birçîbûnê." 
 
'EM BIBIN DENGÊ WAN' 
 
Mehmet Aktaş ku 2 sal in girtiye, ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye. Birayê wî Ebedîn Aktaş destnîşan kir ku daxwaza girttiyan daxwazeke wijdanî, ehlaqî û hiqûqî ye. Aktaş, anî ziman ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e jî û divê her kes dengê xwe li dengê wan zêde bike. Aktaş, bilêv kir ku ger kesek jî jiyana xwe ji dest bide, berpirsiyar hikûmet e û got: "Her çend berpirsiyar hikûmet be jî, eger em dengê xwe dernexin em jî dibin hevparê vî sûcî. Divê kesên ji xwe re dibêjin em demokrat in û hemû rêxistinên civaka sivîl ji bo vê bitêkoşin û têxin rojeva Tirkiyeyê." Aktaş bal kişand ser biryardayîna girtiyan jî û got: "Moral û motîvasyona girtiyan xurt e û di biryara xwe de zelal in." 
 

Sernavên din

11/03/2019
15:46 'Çavê Nazim li paş nema’
15:44 Kesên li Enqerê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:42 Danişîna Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya hat dîtin
15:39 Rêxistinên Sivîl ên Wanê bang li Wezareta Dadê kirin
14:34 'Em hewldanên we yên reşkirina Gezî red dikin'
14:27 Li Wanê 148 girtî di greva birçîbûnê de ne
14:12 Girtiyan serî li ÎHD’ê dan
14:01 HDK’ê banga Newroza Stenbolê kir: Newroz dê bibe îfadeya Yekîtiya Hêza Demokratîk
13:36 Yuksekdag: Ez jinên di Rêveberiya Cewherî de li ber xwe dan silav dikim
13:23 Berdevkê HDP’ê: Dev ji dijminahiya gelê kurd berdin
13:13 HDP’ê ji bo tevlîbûna mîtînga Êlihê bang kir
12:48 Li Wanê 95 sindok hatin veguhestin
12:38 Li Şirnexê hemû xwendekarên lîsê dibin mîtînga Erdogan
12:06 Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
11:30 Danişîna doza darizandina Yuksekdag dest pê kir
11:04 9 kes li Stenbolê hatin binçavkirin
10:00 Gulsum Elvan: 5 salin li kurê xwe digerim
09:29 19 sal berê keça wê li dijî tecrîdê xwe şewitand
Niha jî kurê wê bi heman daxwazê di grevê de ye
09:23 Çalakgera hat berdan: Çi li zindanê, çi li malê dê çalakiya min berdewam bike
09:17 Beriya hilbijartinê qeyûmê Farqînê milk dewr kir û deyn zêde kir
09:16 Dayikên Aştiyê: Bêyî can winda bibin deriyê Îmraliyê vekin
09:15 Rêveberiya girtîgehê vîtamînên ÎHOP'ê şand desteser kir
09:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Emê rêberê xwe teslîmî faşîzmê nekin
09:14 Dayika girtiyê 64 rojin di grevê de: Em dest bidin hev aştiyê bînin
09:13 24 sal di ser komkujiya Gazî re borî: Em edaletê dixwazin
09:13 Sadettîn Yaşar: Piştgirî û piştevanî dikare terîdê bişkîne
09:12 Bi pirtûka 'Gergedan' mexdûriyeta îktîdarê dipirse
09:11 ‘Li Girtîgeha Duzce tevî hemû zextan bi biryarî grevê berdewam dikin'
09:10 Berxwedana Leyla Guven di roja 124'emîn de ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2019'AN
10/03/2019
22:35 QSD: Em ê operasyonan berdewam bikin
22:28 Ziyareta Buldan a Esenyurtê vegeriya mîtîngê
21:56 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nemaye
21:27 Li Girtîgeha Xarpêtê ciwaneki jiyana xwe ji dest da
20:18 Jinên Îzmîrî li Gundogdu mîtîng pêk anîn
19:58 ANF rastî êrîşa siberê hat
19:54 Namzetên HDP'ê li dehan navendan gel ziyaret kirin û buro vekirin
19:11 Temellî: Plana wan Tirkiye hilweşand
15:11 Komcivîna Jinan a Karkeran li Stenbolê hat lidarxistin
15:09 5 partiyên kurd êrîşa li dijî HDP'ê şermezar kirin
14:37 Temellî li Pirsûsê axivî: Me malbata Şenyaşar ji bîr nekiriye
14:15 Bernameya HDP’ê ya Newrozê diyar bû
13:45 Namzetên HDP’ê yên Argûvan: Bi biryarek hevpar em ê bixebitin
13:30 Temellî li Eligorê bi coş hat pêşwazîkirin
13:23 Qeyûmê Şirnexê beriya mîtînga Erdogan dest bi pîneyan kir
12:12 Nameya ji girtiyekê re hatibû şandin, piştî 13 mehan gehişt destê wî
12:00 Balafira Etiyopya ket: 157 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan
11:39 Ji girtiyan peyam: Berxwedana me dê bibe xelekek ji taca serkeftinê
11:24 Li Gimgimê afîşên HDP'ê kom kirin
11:12 Tayîp Temel: Divê hemû kes bi hêza xwe bikeve nava tevgerê
10:50 Namzetên HDP'ê yên Hîzanê: Gel dê 31'ê Adarê betonên li pêş xwe rake
10:26 'Em dê li Êlihê rekorê derbas bikin
10:15 Temellî: Ji sedî 6 hilbijêrên kurd ji AKP’ê qut bûn
09:28 Girtiyên jin: Di encamê de mirin jî hebe, em ê dest ji daxwaza xwe bernedin
09:15 5 sal derbas bûn: Doza Berkîn Elvan bi zanebûnî tê dirêjkirin
09:13 Li Amedê cihê sindoqên 15 hezar û 885 hilbijêrî hat guherandin
09:10 'Ne ji bo mirinê, ji bo jiyaneke azad me dest pê kir'
09:08 Piştî 7 salan dîsa di greva birçîbûnê de ye: Ji bo berxwedanê em dereng jî man
09:05 Dengek dikare gelek tiştî biguherîne!
09:03 Wekîlê HDP'î Sarisaç ku polîsan ew derb kir: Heta tecrîd neyê pûçkirin wê çalakiya me dewam bike
09:01 Gelên Îdirê: HDP, yekîtî û jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Berxwedana Leyla Guven di roja 123'emîn de ye
09/03/2019
20:04 Serdana gel a ji bo çalakgeran didome
18:52 Polîsan telefona wekîla HDP'î şikand
18:23 Waliyê Edeneyê ferman da ku dolmîşên Edeneyê ji bo mîtinga AKP'ê bixebitin
17:51 11 gundiyên ku li Gundê Şapo hatin binçavkirin hatin girtin
17:40 Jinan li Egeyê 8'ê Adarê pîroz kir
17:26 Bûldan: Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan
16:56 Arslan: Yên nikarin vîna kurdan bişkînin derî û caman dişkînin
16:10 Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:06 Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê kolan bi kolan didomin
15:48 Xwestin girtiyên jin ên nexweş bên berdan
15:43 Rêxistinên HDP'ê li gelek navendan êrîşa polîsan a li dijî HDP'a Amedê şermezar kir
15:18 Namzetên HDP’ê yên Mûşê projeyên xwe eşkere kirin
14:53 Xizmên Windayan: Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:22 Temellî: Serdegirtina partiya me teşhîra bêhiqûqiyê ye
13:57 Dayikên Şemiyê jinên winda bi bîr anîn
13:33 Jinên meşa wan hat astengkirin: Berxwedana jinan wan ditirsîne
13:09 Rêxistina HDP’a Amedê: Polîs ji bo me qetil bikin hatibûn
12:03 Karkerên Flormar ên salekê li ber xwe dan qazenc kirin
11:51 Rojnameyên medya navendî daxwazên bi deh hezaran jin nedit
11:24 Polîsan dest danî ser telefona parlamenter Aydenîz
10:29 Koç: Heke tiştek neyînî biqewime berpirs qesr e
10:16 Karkerê li Bursayê ji 45 metreyan ket jiyana xwe ji dest da
10:16 Baskin Oran: Guven di çalakiya xwe de bi isra re
09:58 'Eger em qêrîna Leyla Guven bilind bikin emê rojên xweştir bijîn'
09:43 Yigît ê 64 roj in di grevê de ye: Tecrîd bi desteka gel dê bê şikandin
09:42 Parlementerê TÎP’ê Atay: Li ser gelê Kurd polîtîkayên tecrîdê tên birêvebirin
09:23 Berxwedana Leyla Guven di roja 122'emîn de ye
09:22 Çalakiya xwe ya greva birçîbûnê kir helbest
09:22 Dermanê girtiyê nexweş Keleş nadinê
09:21 Aydin: Gotinên Erdogan, tehdîtkirina hemû gelan e
09:20 Xanî şewitandin û kuştin lê dadgehê got 'ne kuştineke bi qesdî ye'
09:19 Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye: Berxwedana me çirûska rojên azad e
09:19 ‘Bi bêdengiyê kes nikare wijdanê xwe bêdeng bike'
09:18 Serokê TZD'ê: Tişta me berê difirot îro em dikirin
09:17 ‘Di sektora sînemayê de jî keda jinê tê binpêkirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2019'AN
08/03/2019
23:16 Polîsan deriyê avahiya HDP'ê şikand û 7 çalakger binçav kirin