'Eger mirin çêbibe, bi qasî hikûmetê kesên bêdeng jî berpirsiyar in' 2019-03-08 09:10:59 ENQERE - Xizmên girtiyan der barê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ku di 1'ê Adarê de li tevahiya girtîgehan belav bûn de, diyar kirin ku ger mirinek çêbibe bi qasî hikûmetê kesên xwe li bêdengiyê datîne jî berpirsiyar in. Malbatan got: "Hizûra me tune ye, bi şev xew bi çavê me nakeve."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 121'ê de didome. Çalakiya greva birçîbûnê ku bi heman daxwaê di 16'ê Kanûna 2018'an de li girtîgehan dest pê kiribû, di 1'ê Adarê de li tevahiya girtîgehên li Tirkiyeyê belav bû.    Yek ji van girtiyan jî Mehmet Nazîr Gumuş e ku 20 sal in di girtîgehê de ye. Gumuş, ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Bandirmayê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Hanîfe Gumuş, anî ziman ku kurê wê û girtiyên din bibiryar in û got: "Ji girtîgehan bi dehan tabût derkevin jî wê girtî çalakiya xwe bidomînin. Bibiryar in û daxwaza wan jî diyar e."    'BERÎ MIRIN ÇÊBIBE DIVÊ HIN GAV BÊNE AVÊTIN'    Gumuş, destnîşan kir ku berê tiştek bê serê çalakgerên di greva birçîbûnê de divê hin gav bêne avêtin û got: "Di serî de Leyla Guven û Nasir Yagiz, gelek eks di greva birçîbûnê de ne. Eger ji girtîgehan cenae derkeve berpirsiyar hikûmet û serkomar in. Divê êdî dewlet gavekê bavêje. Em jî li vî welatî dijîn.   Gumuş, bang li rayedaran kir û got: "Berî mirin çêbibe tiştekî bikin."    Her wiha dayik Gumuş, anî ziman ku 4 roj berê ew çûye girtîgehê û got: "Gelek malbat hatibûn. Em bi gelek polîs û leşkeran re rû bi rû man. Her wiha wexta em nameyan ji girtîgehê re dişînin, peyveke kurdî jî tê de hebe heta 3 mehan nadin wan. Rojname û pirtûkan nadin girtiyan."    'XEW BI ÇAVÊ ME NAKEVE'    Ji girtiyên di 1'ê Adarê de ketin greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger yek din jî Servet Ozer e. Ozer, 4 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa F a Kirkilarê de ye. Bavê wî Veysî Ozer got: "Eger tiştek bê serê zarokên me berpirsiyar hikûmet e. Kurê min berê jî ji bo 10 rojan ketibû greva birçîbûnê. Niha jî ji 1'ê Adarê ve ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger. Wexta çûm girtîgehê, hevalên li cem kurê min gotin 'Eger hevalek me jî şehîd bikeve, em ê bi sedan kes dewam bikin. Kes nikare me bide sekinandin.' Loma em jî bang li mirovan dikin, em bang li kesên xwedî wijdan û eksên dibêjin em misilman in dikin û dibêjin; nebin hevparê vê zilmê. Bi rastî jî barekî giran e. Divê em rê li ber vê zilmê bigirin. Bi navê hizûrê tiştek li cem me nemate. Bi şev xew bi çavên me nakeve. Em tên tecrîdkirin. Ji ber wekî din tiştek ji destê zarokên me nayê, zarokên me bedena xwe dane ber birçîbûnê."    'EM BIBIN DENGÊ WAN'    Mehmet Aktaş ku 2 sal in girtiye, ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye. Birayê wî Ebedîn Aktaş destnîşan kir ku daxwaza girttiyan daxwazeke wijdanî, ehlaqî û hiqûqî ye. Aktaş, anî ziman ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e jî û divê her kes dengê xwe li dengê wan zêde bike. Aktaş, bilêv kir ku ger kesek jî jiyana xwe ji dest bide, berpirsiyar hikûmet e û got: "Her çend berpirsiyar hikûmet be jî, eger em dengê xwe dernexin em jî dibin hevparê vî sûcî. Divê kesên ji xwe re dibêjin em demokrat in û hemû rêxistinên civaka sivîl ji bo vê bitêkoşin û têxin rojeva Tirkiyeyê." Aktaş bal kişand ser biryardayîna girtiyan jî û got: "Moral û motîvasyona girtiyan xurt e û di biryara xwe de zelal in."