Rastiya înfaza Ajokar Ceyhan piştrast dibe

  • rojane
  • 09:33 8 Mijdar 2017
  • |
img

WAN – Wesayîta ajokar Zafer Ceyhan ku li Erdîşa Wanê hat kuştin û bi rojan nedihat zanîn ka li kuderê ye, derket holê. Ji bilî kaporta pêşî ya texsiyê cam û her derên wê saxlem in. Li kaporta pêşî şopa 5 guleyan heye û di hundurê texrsiyê de şopa xwîn tune ye. Ev jî gotinên şahidan ku gotibûn “înfaz kirin” piştrast dike. 

Êvara 28’ê Îlonê polîsên taybet li Taxa Sûlû ya Erdîşa Wanê texsiya bavê 4 zarokan Zafer Ceyhan gulebaran kir. Piştî bûyerê nedihat zanîn ka texsiya Ceyhan li kuderê ye, lê belê diyar bû ku hîn jî texsî dernexistine mazatê. Dozgeriya Komarê ya Erdîşê bi îdiaya “Bi wesayîtê veguhastina terorê” hatiye kirin dest danî ser texsiyê. Wesayîta ku birin Muduriyeta Polîsan a Erdîşê, ji wir jî birin otoparka yedîemînê. 
 
‘HER KU DIÇE GUMANA ÎNFAZÊ ZÊDE DIBE’ 
 
Piştî bûyerê, cara ewil e ku texsiya Ceyhan tê dîtin. Di dîmenên ku derketin holê de li ser texsiyê şopa 5 guleyan heye. Şopa 4 guleyan li ser kaportayê ye û yek jî kaporta qul kiriye û îsabetî torpîdoya pêşî kiriye. Li hundurê wesayîtê û camên wê rastî şopa tu guleyan nayê. Her wiha ji ber di hundurê wesayîtê de şopa xwînê tune, ev yek jî bêtir piştrast dike ku Ceyhan hatiye înfazkirin. Walîtiya Wanê roja ewil der barê bûyerê de wiha gotibû: “Di pevçûnê de du terorîst hatin kuştin.” Piştî ku derket holê Cafer Ceyhan sivîl e, vê carê walîtiyê ji bo Zafer Ceyhan wiha got: “Di navbera çol û bajêr de pêwendiyê datîne.” 
 
ŞAHIDÊ BÛYERÊ GOTIBÛ ‘ÎNFAZ’ E 
 
Her wiha şahidekî ku berê axivî bû wiha gotibû: “Piştî texsiyê wesayîtên leşkerî hatin. 200-300 metre şûnde wesayît sekinî û yên hundurê wê reviyan. Dema xwediyê wesayîtê ber bi polîsan ve dihat, polîsan wesayît da sekinandin. Gelek polîsên taybet û polis, xwediyê wesayîta zer serdevkî dirêjî erdê kirin. Çend caran dengê çekan hat. Piştî van dengan, polîsên bi ser xwediyê wesayîtê kirin qîrîn wiha gotin: ‘Navê te çî ye, navê bavê te çî ye? Çavên xwe veke, bersivê bide?’ Kesê li erdê bêyî bersivê bide, çend carên din jî dengê çekan hat. Du deqîqe derbas bûn, ji nişka ve min dengê kesê li erde bihîst. Min nedît çend kes ji wesayîtê daketin, lê kesek direviya. Ew kes nêzî 200 metreyî çû, wî jî zevt kirin. Li cihê ku lê zevtkirin ew kuştin. Min bi çavê xwe dît texsî zer bû. Piştî bûyerê bi çend saetan, vîncek anîn û leşkeran texsî kişand. Serê sibê saet li dor 5’an mîn dît her du cenaze jî birin.” 
 
Vîldan Ceyhan anî ziman ku 2 meh in amûrên hevjînê wê radestî wê nehatine kirin û wiha got: “Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya hevjînê min. Kî dizane belkî sibê şahidekî nepen bînin û li ser hevjînê min îfadeyên cuda bidin. Ez bi xwe çûm cem dozger. Min pirsî, ji bo çi leşker û polîsên dewletê hevjînê min kuştin, lê bersiv neda. Min ji dozger re got ‘We dikaribû hevjînê min bigirtana, darizandina. Ji bo çi we ew kuşt?’ Dîsa jî bersiv neda. Heke di dest hevjînê min de çek hebe, bombe hebe bila nîşanî min bidin. An jî heke bi polîsan re pev çû be bila belgeyê nîşan bidin.” 
 
HEKE BIVÊ EZ Ê SERÎ LI DMME’YÊ BIDIM’ 
 
Ceyhan, anî ziman ku ew ê şopdarê dozê be. Ceyhan got ku tu sûcê hevjînê wê tune bûye û ev tişt gotin: “Çi dibe bila bibe em malbat dev ji vê dozê bernadin. Çimkî em dizanin ku tu sûcî wî tune ye. Bi rastî jî heke sûcdar bûna, em ê hemû rûniştanan û me deng nedikir. Lê ji ber em dizanin ne sûcdar e, em ê li pêyî dozê bin. Ez ê heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biçim. Heke wijdanê wan hebe wê rastiyê derxînin holê. Heta ku ez bêsûciya hevjînê xwe pesend nekim, ez dev ji vê yekê bernadim.”
 

Sernavên din

09/11/2017
09:06 Li girtîgehê îronî jî qedexe ye
09:05 Qeyûmê Wanê biryara dadgehê nas nekir
09:04 Hevşaredar sal û nîvek şûnde derdikevin pêşberî dadger
09:04 Tirkiyê û Rêjîma Sûriyê li Minbicê tevlîheviyê dike
09:00 ROJEVA 09'E MIJDARA 2017'AN
08/11/2017
17:41 Sayilgan nehat berdan: Rojnameger tên darizandin
17:13 Bahçelîevler, GOP û Sultanbeylî greva birçîbûnê dewr girtin
17:05 Rojnameger Ahmet Şik piştî 5 salan beraat kir
17:04 Gera HDP'ê îro li Bedlîs û navçeyên wê dewam kir
16:37 Hejmara kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin derket 21 kesan
16:30 Xwendekaran YOK şermezar kir: Em serî danînin
16:29 Jinan ji bo mitînga 11’ê Mijdarê belavok belav kirin
16:18 Li Çelê 4 kes hatin girtin
16:18 ÎHD'ê di Fûara Pirtûkan de cilên yek reng şermezar kir
15:33 Tevgera helikopteran li Şirnexê zêde bû
15:18 Çalakgerên grevê peyama 'Heta tecrîd rabe' dê çalaki bidome
15:17 Cenazeyê 26 jinan di deryayê de hat dîtin
15:17 Puigdemont: Hûn dê kengî dengê Katalan qebûl bikin?
15:07 Di doza Mehmet Aytaş de biryar derket: Ceza daxistin 24 salan
14:51 3 kes li Yukselê hatin binçavkirin.
14:31 Rojnamegerên nûçeya mirinê çekirin ji xala 301’an tên darizandin
12:48 Dewleta kûr li Şemzînanê li ser sûc hat girtin
Seferî Yilmaz: Artêşa 'Zarokên baş' tê avakirin
12:39 5 payebilindên DAIŞ’ê li Dîlokê ne?
12:38 Di fabrîqeyê de teqîn pêk hat 5 karker mirin
12:37 HDP'ê îdiayên sîxûriyê ji serokwezîr pirsî
12:11 'Heya ku tecrît hebe, çalakî dê bidomin'
12:07 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:20 Jinek li Tekîrdagê birîndar bû
10:25 Di zîndana tarî de Şengal welidand û 8 mehan roj nedît
09:57 Wiha biçe dê Meletî bê tem û lezet bimîne
09:42 Nameya ji girtî re şandin bû delîla 'endamtiya rêxistinê'
09:41 Wêneyên rojnamegeran kişandine kirin sûc
09:40 Kevirên goran kirin kevirên depoyê
09:40 Malên dîrokî ên Çelê tune dibin
09:38 Ecarer: DAIŞ bi destê îktîdardê mezin bû
09:37 ‘Em xwedî li temînatê aştiyê Ocalan derkevin’
09:35 Dêra dîrokî bû goma sewalan
09:34 ‘Wê politîkaya ‘goştê erzan’ tenê karibe krîzê taloq bike’
09:33 Rastiya înfaza Ajokar Ceyhan piştrast dibe
09:32 Zarokan dikin qurbana qezenca zede
09:30 Midûriyeta polîsan kevirê goran ciwanên kurd diguherînin
09:27 Atolyeya Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê dest pê dike
09:25 Parêzer Kaplan: Rakirina krîza siyasî bi rakirina tecrîda li ser Ocalan pêkan e
09:24 ‘Di 11’ê Mijdarê de bi ruhê Newrozê em li Qada Îstasyonê bin’
09:00 ROJEVA 08'Ê MIJDARA 2017'AN
07/11/2017
18:25 Stenbol dê sibê çalakiya grevê dewrî komên din bike
17:03 QSD ê li Dêra zorê 17 km nêzî Iraqî bûye
16:01 Du dozên Yuksekdag kirin yek
15:58 Berdevkê HDP'ê: Pergala konfederal a Ocalan pêşdîtina îro ye
15:43 'Heta Ocalan azad nebe gelê kurd û tirk azad nabe'
15:27 Hevjîna Murat Çelîk serbest hat berdan
15:10 4 demsal berxwedan
14:40 Çalakiya Yukselê 3 kes hatin binçavkirin
14:19 Baluken: Mîna her carê dê berxwedêr bi ser bikevin
14:04 Kemalbay: Krîzeke aborî ya sergirtî heye
13:46 Kolberê 13 salî bi îşkencê kuştin
13:45 Di dosyaya Hayatin Sesî de dadgehê mutalaa xwest
13:30 20 salin ji bo Ocalan çalakiyan pêk tînin
13:21 5 xwendekar li Qersê hatin binçavkirin
12:53 Welatiyên Amedê: Ocalan biaxive dê aramî bê welat
12:36 Dervê welêt li Wekîlê HDP'ê Ayhan qedexe kirin
12:30 Hezan li înşeatekê pêk hat
12:30 Polîsên Iraqî ji DAIŞ'ê rizgar kirin bi 20 hezar dolarî firot malbata wê
12:25 Parêzerên Ocalan cara 702'yan serlêdan kirin
12:16 Hekîmên Amedê: Guh bidin qêrîna hawara bijîşkan
11:40 Di 20 mehan de 18 zarokan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Bi pîcemayan sirgûn kirin
11:16 Saziya Îmraliyê bêdeng e, hakimê înfazê bê sedem daxwaz red kirin
10:35 Pêşmergeyên PDK'ê ji Şengalê vekişîn, tevlêbûna YBŞ’ê zêde bû
10:05 Ciwanên Minbicê tevlî Erkê Xweparastinê dibin
10:03 Rûsyayê Kongreya Sotşî ji ber sedemên ne diyar paşve xist
09:31 Gundê 5 caran hat valakirin, li dijî koçberiyê li ber xwe didin
09:30 Trajediye ku nivîskarek nikaribe pirtûka xwe îmze bike
09:29 'Ji ber ku ez ji zarokan qut kirim, ez nikarim binvîsim'
09:28 Bi firandina dewlikan bextewariya vegerê jiyîn
09:27 Sayilgan piştî 13 mehan derdikeve pêşberî dadgehê
09:27 Qîma xwe bi kalekolan neanî niha dîwarên bi jîlêt ava dikin
09:26 Di kulubeya metreyekê de 17 sal in kedê dide
09:00 ROJEVA 07'Ê MIJDARA 2017'AN
06/11/2017
16:58 Kerestecioglu Hesabên off-shore yên zarokên Yildirim ji Şîmşek pirsî
16:31 Dadger biryara rawestandina darizandina parêzerên Gezî da
16:30 Tuna dê li ser koltuxê Gokçek ê 23 salan rûnê
16:29 Karkerê 18 salî di înşaeta santrala termîkê de ket
15:34 Grevên birçîbûnê yên ji bo Ocalan bajar bi bajar belav dibin
14:14 Di Cotmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:10 Wekîlên HDP'ê yên girtî ji bo Azadiya Ocalan bang kirin
13:44 Barzanî razîye bûdçeyê çavkaniyên Herêma Kurdistanê teslîm bike
13:32 Leşker zarokê 5 salî kuşt
12:32 Îktîdar ket nava tirsa 27'ê Mijdarê
12:31 4 rojin cenazeyê Murat Çelîk nadin malbatê
11:28 'Berxwedana karkerên Akkimê di roja 100'an de ye'
11:22 Ziyaretvanan bi ringê dibin girtîgehê
11:14 'Teqemeniyên ne teqiyayê tevlî kavilan dibin'
11:03 2 piştgiriyên Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin
10:54 'Dê Kurdistanê ji Sûriyeyê dest pê bikin'
10:32 Li Baxçeyên Hevselê demsala payîzê
10:20 Bi operasyona Reqqayê 500 Êzidiyên dîl hatin azadkirin
09:51 Ciwanên Cizîrê yên sîxûriyê li ser wan ferz dikin axivîn
09:50 'Li dijî rejîma tundiyê 'Biqîre'
09:49 Konca: Divê em hêj zêdetir li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin