Rastiya înfaza Ajokar Ceyhan piştrast dibe 2017-11-08 09:33:14 WAN – Wesayîta ajokar Zafer Ceyhan ku li Erdîşa Wanê hat kuştin û bi rojan nedihat zanîn ka li kuderê ye, derket holê. Ji bilî kaporta pêşî ya texsiyê cam û her derên wê saxlem in. Li kaporta pêşî şopa 5 guleyan heye û di hundurê texrsiyê de şopa xwîn tune ye. Ev jî gotinên şahidan ku gotibûn “înfaz kirin” piştrast dike.  Êvara 28’ê Îlonê polîsên taybet li Taxa Sûlû ya Erdîşa Wanê texsiya bavê 4 zarokan Zafer Ceyhan gulebaran kir. Piştî bûyerê nedihat zanîn ka texsiya Ceyhan li kuderê ye, lê belê diyar bû ku hîn jî texsî dernexistine mazatê. Dozgeriya Komarê ya Erdîşê bi îdiaya “Bi wesayîtê veguhastina terorê” hatiye kirin dest danî ser texsiyê. Wesayîta ku birin Muduriyeta Polîsan a Erdîşê, ji wir jî birin otoparka yedîemînê.    ‘HER KU DIÇE GUMANA ÎNFAZÊ ZÊDE DIBE’    Piştî bûyerê, cara ewil e ku texsiya Ceyhan tê dîtin. Di dîmenên ku derketin holê de li ser texsiyê şopa 5 guleyan heye. Şopa 4 guleyan li ser kaportayê ye û yek jî kaporta qul kiriye û îsabetî torpîdoya pêşî kiriye. Li hundurê wesayîtê û camên wê rastî şopa tu guleyan nayê. Her wiha ji ber di hundurê wesayîtê de şopa xwînê tune, ev yek jî bêtir piştrast dike ku Ceyhan hatiye înfazkirin. Walîtiya Wanê roja ewil der barê bûyerê de wiha gotibû: “Di pevçûnê de du terorîst hatin kuştin.” Piştî ku derket holê Cafer Ceyhan sivîl e, vê carê walîtiyê ji bo Zafer Ceyhan wiha got: “Di navbera çol û bajêr de pêwendiyê datîne.”    ŞAHIDÊ BÛYERÊ GOTIBÛ ‘ÎNFAZ’ E    Her wiha şahidekî ku berê axivî bû wiha gotibû: “Piştî texsiyê wesayîtên leşkerî hatin. 200-300 metre şûnde wesayît sekinî û yên hundurê wê reviyan. Dema xwediyê wesayîtê ber bi polîsan ve dihat, polîsan wesayît da sekinandin. Gelek polîsên taybet û polis, xwediyê wesayîta zer serdevkî dirêjî erdê kirin. Çend caran dengê çekan hat. Piştî van dengan, polîsên bi ser xwediyê wesayîtê kirin qîrîn wiha gotin: ‘Navê te çî ye, navê bavê te çî ye? Çavên xwe veke, bersivê bide?’ Kesê li erdê bêyî bersivê bide, çend carên din jî dengê çekan hat. Du deqîqe derbas bûn, ji nişka ve min dengê kesê li erde bihîst. Min nedît çend kes ji wesayîtê daketin, lê kesek direviya. Ew kes nêzî 200 metreyî çû, wî jî zevt kirin. Li cihê ku lê zevtkirin ew kuştin. Min bi çavê xwe dît texsî zer bû. Piştî bûyerê bi çend saetan, vîncek anîn û leşkeran texsî kişand. Serê sibê saet li dor 5’an mîn dît her du cenaze jî birin.”    Vîldan Ceyhan anî ziman ku 2 meh in amûrên hevjînê wê radestî wê nehatine kirin û wiha got: “Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya hevjînê min. Kî dizane belkî sibê şahidekî nepen bînin û li ser hevjînê min îfadeyên cuda bidin. Ez bi xwe çûm cem dozger. Min pirsî, ji bo çi leşker û polîsên dewletê hevjînê min kuştin, lê bersiv neda. Min ji dozger re got ‘We dikaribû hevjînê min bigirtana, darizandina. Ji bo çi we ew kuşt?’ Dîsa jî bersiv neda. Heke di dest hevjînê min de çek hebe, bombe hebe bila nîşanî min bidin. An jî heke bi polîsan re pev çû be bila belgeyê nîşan bidin.”    ‘HEKE BIVÊ EZ Ê SERÎ LI DMME’YÊ BIDIM’    Ceyhan, anî ziman ku ew ê şopdarê dozê be. Ceyhan got ku tu sûcê hevjînê wê tune bûye û ev tişt gotin: “Çi dibe bila bibe em malbat dev ji vê dozê bernadin. Çimkî em dizanin ku tu sûcî wî tune ye. Bi rastî jî heke sûcdar bûna, em ê hemû rûniştanan û me deng nedikir. Lê ji ber em dizanin ne sûcdar e, em ê li pêyî dozê bin. Ez ê heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biçim. Heke wijdanê wan hebe wê rastiyê derxînin holê. Heta ku ez bêsûciya hevjînê xwe pesend nekim, ez dev ji vê yekê bernadim.”