Oluç: Kî li dijî bloka faşîst a AKP-MHP'ê be emê deng bidin wan

img

STENBOL - Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, di danasîna namzetên hevşaredarên HDP'ê yên 13 navçeyên Stenbolê axivî û got: “Em dê li Rojavayê Tirkiye kî li dijî bloka faşîst a AKP-MHP'ê ji demokrasiyê bawer bike, dengê xwe bidin wan. Em dê li Stenbolê bi Binali Yildirim bidin windakirin. 

 
Rêxistina HDP'ê xebatên hilbijartinê berdewam dikin. Rêxistina HDP'ê ya Stenbol, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de danasîna 13 namzetên Hevşeredarên Navçeyan ên Stenbolê kirin. Danasîna namzetan, li Navenda Çandê ya Nazim Hikmet a Şîşli pêk hat. Di civînê de Hevberdevka Kongreya Demokratik a Gelan (HDK) û parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit, Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, parlamenterên HDP'ê û namzetên hevşaredariyan, Seroka ESP'ê ya Stenbolê Pinar Turk û gelek kesên din amade bûn. 
 
'LEYLA GUVEN MAFDAR E BILA TECRÎD RABE'
 
Li salonê pankartên mezin ên “Leyla Guven mafdar e, bila tecrîd rabe", “Bêtir hevî, bêtir aştî", "Dawî li xespa vînê bînin!, Em li her derê bi hêza mezintir tên", “Li dijî xizaniyê bêtir aboriya herêmî" vekirin. 
 
'EM Ê STENBOLÊ JI  HARAMIYAN RIZGAR BIKIN'
 
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, anî ziman ku ew dê di hilbijartina rêveberiyên herêmî de du stratejiyan pêk bînin û wiha got: “Em dê li bajarên Kurdan şaredariyên xwe yên ku vîna gel tune hatiye hesibandin dîsa ji destê qeyûman rizgar bikin. Em dê li bajarê Rojava jî îtîfaqa  AKP-MHP'ê paşve bikişînin. Li Stenbolê 17 salin  AKP bi rêve dibe. Ji bo em dawî li vê rêveberiyê bînin em dibêjin "Li benda me be Stenbol. Em dê te ji haramiyan rizgar bikin." 
 
'LI ŞÛNA SIMBÊLÊ ME BIHÎV BE, BILA YÊ KOMÎNÎSTAN BE' 
 
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî berdîv da gotina Suleyman Soylu ya der barê Sezaî Temelî de û wiha got: "Dibêje yê bi riha komînîst. Li setenbolê çîroka dizan û Riha komînîst heye. Li şûna em bi riya dizên bi bihîv (bedem) bin, bila em kesên bi riha komînîst bin. Em hemû bi hevre dibînin herî zêde îro HDP'ê dikin hedefa xwe. Divê em vê lîstka wan xera bikin. Divê em bi rastî vî welatî li van haramiyan teng bikin. me soz daye gel. EM dê vê îktîdara ceberut hilweşînin." 
 
PEYAMA LEYLA GUVEN DAN GUHDARKIRIN
 
Piştre peyama Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 119 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye, ya ji bo 8'ê Adarê dan guhdar kirin. Guven di peyamê de got: "8'ê Adarê mizgîniya rojên xweş û geş e." 
 
‘QEYÛMAN HER TIŞT HILWEŞAND'
 
Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç  jî anî ziman ku 31'ê Adarê ji hilbijartina rêveberiyên herêmî wêdetir hilbijartina demokrasiyê ye û wiha got: Ji ber ku li herêmê hemû şaredariyên me ji aliyê kayyum ve hatine desteserkirin. Ev dizî û nelirêtiya qeyûman di rapora Dîwana Muhasebatê de derket holê. Li gorî vê raporê qeyûmên hatin darizandin hene? Na. Ji ber ku ew qeyûmên dewletê ne. Her tiştên kurdan şewitandin, xera kirin. Em dê bersiva vê yekê di 31'ê Adarê de bidin. Em dê li Rojavayê Tirkiye kî li dijî bloka faşîst a AKP-MHP'ê ji demokrasiyê bawer bike, dengê xwe bidin wan. Em dê li Stenbolê bi Binali Yildirim bidin windakirin."  
 
KOÇYÎGÎT: DI AŞTIYÊ DE ŞENSA JIYANA AKP-MHP’Ê TUNE 
 
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî bal kiyand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bedena xwe kiriye find û pêxistiye. Em kesên bedena xwe ji bo azadiya me kirine find silav dikin. Em kesên li ber xwe didin silav dikin. Sedemek tecrîdkirina giran a Ocalan heye. Ev îktidar naxwaze vîna gelan a Tirkiye bi hevre bijî. Di pêvajoya aştiyê de tiliya kesî xwîn nebû. Her kes li heviya aştiyê xwedî derket. Di pêvajoya aştiyê de HDP'ê pêlek mezin bilind bû. Gel guh da vî dengî. Îktîdar hiliya. Ji ber vê yekê dest bi tecrîdê kirin. Ji ber ku di rewşa aştiyê de şensa îktîdara AKP-MHP’ê bijî tune ye. Ji ber vê yekê her tim şer dixwazin. Lê yên aştiyê dixwazin jî ji bo bibin dengê Ocalan ku dibe dengê aştiyê bedena xwe dihilînin." 
 
METELΠ
 
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Meletiyê jî li taxa Ozalpler a Navçeya Yeşilyurtê esnafên bazarê ziyaret kirin. Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê Kemal Gedik û Fatma Alataş û Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariyê Yusuf Bozkuş, bi esnafan re sohbet kirin û li pirsgirêkên esnafan guhdar kirin.
 
PANOS
 
Rêxistina HDP'ê ya Agiriyê li Navçeya Panosê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Panosê Muşerref Geçer û gelek jin beşdar bûn.  Parlamenter Taşdemîr di vekirina buroyê de axaftinek kurt kir û got: "Em bi zaya têkoşîn, berxwedan û keda jinên kurd li vir in. Leyla Qasiman, Sakîne Cansizan û Sêvêyan li dijî vê pergalê dengê xwe bilind kirin û pêşengiya têkoşîna me kirin e. Bi mehane Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye. Bû pêşenga berxwedana me. Daxwaza wê ji bo herkesî ye. Daxwaza wê azadî, aştî û bicihanîna hiqûqê ye." 
 
Piştî axaftina Taşdemîr jinan govend gerand û bi têliliyan buroya xwe vekirin. 
 

Sernavên din

08/03/2019
22:06 Polîsan li Taksimê êrîşî Meşa Şevê ya Femînîstan kir
19:07 Li Mêrsînê meşa jina hat qedexekirin
18:39 Li Reqayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin
18:26 Kolana Îstiklalê hat girtin
18:20 Li Zanîngeha Brukselê panela jineolojiyê
17:29 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:36 Salek û nîv ceza li rojnameger Kobulan hat birî
16:27 Baroya Amedê: 2 girtî derb kirin û milê girtiyek şikandin
16:22 Jinên 8'ê Adarê pîroz kirin: Jin dê bi berxwedanê aştiyê pêş bixin
15:47 Jin daketin qadan: Em natirsin, bêdeng nabin û serî natewînin
15:46 Jinan Leyla Guven silav kir: Jinek bi meşaleya xwe bi ser tariyê ve diçe
15:12 ‘Erka dewletê ewe ku jinan li dijî tundiyê biparêze'
15:11 Buldan: Yên tecrîdê rakin û bişkênin dîsa jin in
14:54 Dadgeha Îstînafê ya Belçîka: PKK ne rêxistina terorê ye
14:21 Leyla Guven: Em ê azadiya jinê bigihînin serkeftinê
14:12 Sezaî Temellî, wekîlên ku ketin grevê ziyaret kir
13:51 Jin bi rengê xwe li Qada Îstasyonê ne: Leyla Guven rûmeta me ye
13:42 Polîsan li Îzmîrê 8 xwendekar binçav kir
13:00 '8’ê Adarê roja serhildanê ye’
12:57 Li Amedê parlamenter jî di nav de koma duyemîn dest bi grevê kirin
12:40 Li Hewlerê Koma 54'an grev dewir girt
12:22 Jinên Wanê bi dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ diherikin qadê
12:12 3 jinên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan
12:06 Namzetên HDP’ê yên Sûrê: Qeyûm mozaîka gelan parçe kir
11:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana dozgeriyê kirin
11:29 Êzîdiya Koço ya li Dêra Zor hat rizgarkirin komkujiya jinan vegot
11:09 Li Cizîrê herî kêm 9 kes hatin binçavkirin
11:03 Li Girtîgeha Panosê 161 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:25 Idlibê vala dikin: Rojê 300 kes derbasî Hatayê dibin
10:23 Serokê TÎP’ê Baş: Ji bo Leyla divê em bikevin tevgerê
09:52 Girtiyê 83 roj din di grevê de ye: Çalakiya me ji bo gelê kurd bang e
09:10 'Eger mirin çêbibe, bi qasî hikûmetê kesên bêdeng jî berpirsiyar in'
09:10 Ocalan: An em ê bibin şirîkê vî sûcî an jî em ê peywira xwe ya mirovahiyê pêk bînin
09:09 Ayfer Duzdaş: Em bibin dengê Leylayê da ku bijî
09:09 ‘Tecrîd sûc e, divê bi dawî bibe'
09:07 Bi hinceta 'girtiyan motîve dike' rojnameyê nadin girtiyan
09:07 Esnafên bazarê bêzar bûne: Dewletê em qedandin!
09:06 Kaya ku rojiyên mirinê yê berê şopandine: Divê heman travma pêk neyê
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2019'AN
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 121'emîn de ye
07/03/2019
21:27 Alîgirên Amedsporê PFDK'ê protesto kirin
21:18 Li Belçîkayê, dê jin di 8’ê Adarê têkevin grevê
21:11 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
20:36 Li Portekîzê li dijî tundiya li jinê şîna neteweyî hat ragihandin
20:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Wê têkoşîna jinan bidome
20:14 Li Rihayê 4 kes hatin girtin, li Bedlîsê jî 6 HDP'î hatin binçavkirin
19:25 Lîstikvanê Amedsporê Çalar ji futbolê hat menkirin
19:10 Çalakiya greva birçîbûnê ya HDP'iyên hatin berdan didome
18:22 Li Agirî û Bedlîsê afîşên HDP'ê hatin rakirin
17:40 Rojnamevan Tûran hat berdan
17:33 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê hat redkirin
17:00 HDP’iyên bi fermana Soylû hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:49 Heyeta TÎP’ê Guven ziyaret kir: Ev daxwaz berpirsyariyê dide me
16:45 Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat girtin
16:36 Wekîla HDP'ê Başaran: Desthilatdarî pêşeroja welat tehdît dike
16:30 Rojnameger Tûran û 3 kesên pêre sewqî dadgehê hatin kirin
16:19 Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê ya xizmên girtiyan red kir
15:53 Li gelek bajaran jinan peyama biryardariya têkoşînê da
15:34 Li Mûşê, bi hinceta ‘ewlekariyê’ sindoqên 92 herêman hatin veguhestin
15:23 26 kesên li Mûşê hatin binçavkirin lêpirsina wan didome
15:09 Jinan ji bo Leyla Guven rê li trafîkê girtin
15:04 'Di bin çavan de 3 jin rastî êrîşa zayendî û 49 jin jî tacîza zayendî hatin
15:00 Di mehekê de 4 hezar û 987 binpêkirina mafan qewimîne
14:41 Li Dêrazorê 8 Êzidî hatin rizgarkirin
14:29 Jinên Rojnameger daxuyaniya 8'ê Adarê dan
14:12 TJA ji bo tevlîbûna mîtîngên 8'ê Adarê bang kir
14:05 Li Agiriyê, bi hinceta ‘ewlekariyê’ 23 sindoq hatin veguhestin
13:23 Jin dê sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê bin
13:07 Hevseroka HDPê Buldan, rapora qeyûmê ku Meclîsa Jinan amade kir aşkere kir
13:06 ‘Bi ruhê Leyla Guven têkoşîn mezin bû’
12:49 ‘Ji bo ku bibin dengê Leyla em dakevin qadan’
12:45 Parêzerên Ocalan cara 796’emîn serî li dozgeriyê da
12:44 Li Hewagê 3 welatî hatin binçavkirin
12:07 Li Sêrtê afîşên HDP’ê hatin berhevkirin!
12:04 Hevdîtina gel a HDP’ê vediguhere qada mîtîngê
11:54 ‘Di 17 salên dawî de mafê 15 hezar û 34 jinan hat binpêkirin’
11:54 Garisên Gundê Evdîlmamê di zeviyê de ma
11:22 Qeyûm beriya Erdogan bê Mêrdîn dest bi pîneyê kortikên rê kirin
11:20 5 HDP’iyên hatibûn binçavkirin îfadeyên wan tên girtin
10:45 Cihê ku DAIŞ kêliyên xwe yên dawî lê dijî!
10:45 Hevseroka Rêxistina HDP’a Torbali hat binçavkirin
10:35 Dr. Demîr: Em ê bi gelê xwe re xizmetê hilberînin
10:34 4 kes li Dêrsimê hatin binçavkirin sewqî edliyê kirin
10:28 AYM'ê biryara 'Li Îmraliyê azadiya ragihandinê îhlal bûye' da
10:14 AKP li Basa gefa ji kar avêtin li mirovan dixwe
10:01 Sedat Akin li malê çalakiyê didomîne: Divê gel deng bidin dengê me
09:37 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê kir
09:34 Taksîvan: Kar ji sedî 50 daket
09:24 Jinên Kedkar: Leyla jineke ji çîna me ye, divê bijî
09:23 Namzetên Kerboranê: Ji ku hatibin em ê wan bişînin wir
09:22 Girtîgeh bi awayekî derûnî bi ser malbatên girtiyan diçin: Ji kurê xwe r ebêjin bila dev jê berde
09:22 'Armanc, piştî 31'ê Adarê çêbûna zemîneke demokrasiyê ye'
09:21 Ozçelîk: Dadgeha Bilind PAK'ê bi 'nîjadperestiyê' tawanbar kir
09:20 Derhênera fîlma ‘Tebeşîr’: Em hene
09:19 ‘Ji bo Tirkiyeyê şermeke mezin e'
09:18 Namzeta jin: Ez ê bi ser bikevim
09:17 Westandina wan dibe ronahiya çavê gel
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2019'AN
08:22 Berxwedana Leyla Guven di roja 120'emîn de ye
06/03/2019
21:19 Li Stenbolê di 6 salan de Hezar û 154 karkeran jiyana xwe ji dest dan