Oluç: Kî li dijî bloka faşîst a AKP-MHP'ê be emê deng bidin wan 2019-03-06 16:21:17 STENBOL - Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, di danasîna namzetên hevşaredarên HDP'ê yên 13 navçeyên Stenbolê axivî û got: “Em dê li Rojavayê Tirkiye kî li dijî bloka faşîst a AKP-MHP'ê ji demokrasiyê bawer bike, dengê xwe bidin wan. Em dê li Stenbolê bi Binali Yildirim bidin windakirin.    Rêxistina HDP'ê xebatên hilbijartinê berdewam dikin. Rêxistina HDP'ê ya Stenbol, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de danasîna 13 namzetên Hevşeredarên Navçeyan ên Stenbolê kirin. Danasîna namzetan, li Navenda Çandê ya Nazim Hikmet a Şîşli pêk hat. Di civînê de Hevberdevka Kongreya Demokratik a Gelan (HDK) û parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit, Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, parlamenterên HDP'ê û namzetên hevşaredariyan, Seroka ESP'ê ya Stenbolê Pinar Turk û gelek kesên din amade bûn.    'LEYLA GUVEN MAFDAR E BILA TECRÎD RABE'   Li salonê pankartên mezin ên “Leyla Guven mafdar e, bila tecrîd rabe", “Bêtir hevî, bêtir aştî", "Dawî li xespa vînê bînin!, Em li her derê bi hêza mezintir tên", “Li dijî xizaniyê bêtir aboriya herêmî" vekirin.    'EM Ê STENBOLÊ JI  HARAMIYAN RIZGAR BIKIN'   Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, anî ziman ku ew dê di hilbijartina rêveberiyên herêmî de du stratejiyan pêk bînin û wiha got: “Em dê li bajarên Kurdan şaredariyên xwe yên ku vîna gel tune hatiye hesibandin dîsa ji destê qeyûman rizgar bikin. Em dê li bajarê Rojava jî îtîfaqa  AKP-MHP'ê paşve bikişînin. Li Stenbolê 17 salin  AKP bi rêve dibe. Ji bo em dawî li vê rêveberiyê bînin em dibêjin "Li benda me be Stenbol. Em dê te ji haramiyan rizgar bikin."    'LI ŞÛNA SIMBÊLÊ ME BIHÎV BE, BILA YÊ KOMÎNÎSTAN BE'    Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî berdîv da gotina Suleyman Soylu ya der barê Sezaî Temelî de û wiha got: "Dibêje yê bi riha komînîst. Li setenbolê çîroka dizan û Riha komînîst heye. Li şûna em bi riya dizên bi bihîv (bedem) bin, bila em kesên bi riha komînîst bin. Em hemû bi hevre dibînin herî zêde îro HDP'ê dikin hedefa xwe. Divê em vê lîstka wan xera bikin. Divê em bi rastî vî welatî li van haramiyan teng bikin. me soz daye gel. EM dê vê îktîdara ceberut hilweşînin."    PEYAMA LEYLA GUVEN DAN GUHDARKIRIN   Piştre peyama Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 119 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye, ya ji bo 8'ê Adarê dan guhdar kirin. Guven di peyamê de got: "8'ê Adarê mizgîniya rojên xweş û geş e."    ‘QEYÛMAN HER TIŞT HILWEŞAND'   Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç  jî anî ziman ku 31'ê Adarê ji hilbijartina rêveberiyên herêmî wêdetir hilbijartina demokrasiyê ye û wiha got: Ji ber ku li herêmê hemû şaredariyên me ji aliyê kayyum ve hatine desteserkirin. Ev dizî û nelirêtiya qeyûman di rapora Dîwana Muhasebatê de derket holê. Li gorî vê raporê qeyûmên hatin darizandin hene? Na. Ji ber ku ew qeyûmên dewletê ne. Her tiştên kurdan şewitandin, xera kirin. Em dê bersiva vê yekê di 31'ê Adarê de bidin. Em dê li Rojavayê Tirkiye kî li dijî bloka faşîst a AKP-MHP'ê ji demokrasiyê bawer bike, dengê xwe bidin wan. Em dê li Stenbolê bi Binali Yildirim bidin windakirin."     KOÇYÎGÎT: DI AŞTIYÊ DE ŞENSA JIYANA AKP-MHP’Ê TUNE    Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî bal kiyand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bedena xwe kiriye find û pêxistiye. Em kesên bedena xwe ji bo azadiya me kirine find silav dikin. Em kesên li ber xwe didin silav dikin. Sedemek tecrîdkirina giran a Ocalan heye. Ev îktidar naxwaze vîna gelan a Tirkiye bi hevre bijî. Di pêvajoya aştiyê de tiliya kesî xwîn nebû. Her kes li heviya aştiyê xwedî derket. Di pêvajoya aştiyê de HDP'ê pêlek mezin bilind bû. Gel guh da vî dengî. Îktîdar hiliya. Ji ber vê yekê dest bi tecrîdê kirin. Ji ber ku di rewşa aştiyê de şensa îktîdara AKP-MHP’ê bijî tune ye. Ji ber vê yekê her tim şer dixwazin. Lê yên aştiyê dixwazin jî ji bo bibin dengê Ocalan ku dibe dengê aştiyê bedena xwe dihilînin."    METELΠ   Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Meletiyê jî li taxa Ozalpler a Navçeya Yeşilyurtê esnafên bazarê ziyaret kirin. Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê Kemal Gedik û Fatma Alataş û Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariyê Yusuf Bozkuş, bi esnafan re sohbet kirin û li pirsgirêkên esnafan guhdar kirin.   PANOS   Rêxistina HDP'ê ya Agiriyê li Navçeya Panosê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Panosê Muşerref Geçer û gelek jin beşdar bûn.  Parlamenter Taşdemîr di vekirina buroyê de axaftinek kurt kir û got: "Em bi zaya têkoşîn, berxwedan û keda jinên kurd li vir in. Leyla Qasiman, Sakîne Cansizan û Sêvêyan li dijî vê pergalê dengê xwe bilind kirin û pêşengiya têkoşîna me kirin e. Bi mehane Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye. Bû pêşenga berxwedana me. Daxwaza wê ji bo herkesî ye. Daxwaza wê azadî, aştî û bicihanîna hiqûqê ye."    Piştî axaftina Taşdemîr jinan govend gerand û bi têliliyan buroya xwe vekirin.