Temellî: Agirî li ser Pira Osman Gazî re derbas nabin, lê pere didin

img
AGIRÎ- Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, xîtabî Agiriyan kir û got: “Kesekê li ser Pira Osman Gazî re derbas dibin hene? Tuneye; lê hûn her roj pereyê vê pirê didin.” Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî, bang li Erdogan kir û got: “Ka li dîroka me mêze bike ku çi ji tere dibêje. Ji tere dibêje ev der Kurdistane, em jî Kurdin.”
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û şandeya gel wî,  di çarçoveya bernameya hilbijartinê de îro li Agiriyê bûn. Din ava şandeyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî hebû. Temellî û şandeya pê re, di ketina bajêr de, ji aliyê bi sedan kes ve hat pêşwazîkirin. Temellî welatiyên derketin ser cadeyan silav kirin. Agiriyên ku ketin pey otobusa hilbijartinê, herikîn ber avahiya HDP’ê ya Agiriyê. Agiriyên bi alên HDP’ê qad xemilandin, bê navber dirûşmeya “Ya me ye” berz kirin û guven gerandin. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Agiriyê Yelîz Karaaslan û Abdurrahman Dogan gel silav kirin. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, axaftinek kûrt kir  û wiha got: “Heta tecrîd bi dawî bibe, emê li ber xwe bidin. Emê bi têkoşîna xwe tecrîd bişkînin. Em li dijî polîtîkayên qeyûman, bi berxwedanê bi ser bikevin.”
 
‘EMÊ QEYÛMAN PAŞVE BIŞÎNIN’
 
Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Agiriyê, Yelîz Karaaslan jî axivî û wiha got: “Emê bi hev re qezenc bikin û bi hev re birêve bibin. Me cesaret ji we girt û em wisan ketin rê. Emê bi biryardariyek mezin qeyûman paşve bişînin.”
 
‘EVDER KURDISTANE, EM JÎ KURDIN’
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî, di axatina kir de bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha xîtabî gel kir: “Leyla Guven û girtî di greva birçîbûnê dene. Em dizanin ku li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan tecrîdek giran heye. Erdogan dibêje ‘Kurdistan tune ye û herin Kurdistana Başur.’ Ey Erdogan;  ka li dîroka me mêze bike. Ka biçe Girê Xerawreşk a Rihayê. Wê demê tuyê bibînî ka çi ji tere dibêje. Ev der Kurdistine, em jî Kurdin. Tenê li ser kuştina Kurdan polîtîka dikin. Radibin û rûdinin dibêjin Kurd. Bi salene hûn zextê li Kurdan dikin, lê vaye Kurd dîsan li ser piyane.”
 
‘BÊ SEROK JIYAN NA BE’ 
 
Piştî axaftina Ozturk girsiyê dirûşmeya “Bê serok jiyan na be” berz kirin. 
 
‘GUVEN 118 ROJIN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEYE’
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî piştî Ozturk derket ser otobûsê û gel silav kir. Temellî, diyar kir ku li welat bêhiqûqiyek mezin heye û wiha axivî: “Dawî li vê bêhiqûqî û bêedaletiyê anîn, di destên me deye. Li vî welatî tecrîd û zilm heye. Li vî welatî heya ku tecrîd bi dawî nebe, ne mimkune ku hiqûqa rastîn bê avakirin. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe Leyla Guven ev 118 rojin di greva birçîbûnê deye. Bi beden û dengê xwe li ber xwe dide. Heya  ku tecrîd bi dawî nebe, zilam bi dawî nabe. Heya  ku tecrîd ranebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Ji ber vê em dibêjin werin em hemû bi hevre piştgiriyê bidin hevalên xwe yên digreva birçîbûnê dene û em bi hevre vê tecrîdê bişkînin.”
 
‘EMÊ XWEDÎ AGIRIYÊ DERBIKEVIN’
 
Temellî, anî ziman ku ewê xwedî Agiriyê derbikevin û wiha pê de çû: “Jêderkên vî welatî, têra vî gelê dikin. Lê hemûyan ji çêkirina ÎHA, SÎHA û guleyan bi kar tînin. Kesekî li ser Pira Osman Gazî re derbas dibin hene? Tuneye; lê hûn her roj pereyê vê pirê didin. Ji we didizin û xwe dewlemend dikin. Îro li Agirî, ÎDir û Qersê nexweşxane tunene. Hemû nexweşên we dişînin Erziromê. Lê mê xwedî Agiriyê derbikevin.”
 
‘LI CIHÊ KU EM LÊ HATINE DINÊ EMÊ XWEDÎ GELÊ XWE DERBIKEVIN’
 
Temellî, dest nîşan kir ku li cihê ku ew lê hatine dinê, dê xwedî gelê xwe derbikevin û wiha bilêv kir: “Bi şev û roj êrîşî HDP’ê dikin. Dema ku me nabînin jî, vê carî êrîşê pîvazan dikin. Bi salane, em bi têkoşîna xwe gehiştin vê astê. Emê demokrasiya di xeyalên gelan de bînin vî welatî. Her ku em bimeşin, dê demokrasî, aştî, hizûr û azadî we re vî welatî. Emê hemû bi hevre pêşerojê ava bikin. Ji ber vê emê di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan.”
 
Piştî axaftina Temellî, otobusa hilbijartinê ya HDP’ê ji bo biçe Dutaxê ket rê. Gel otobusa HDP’ê heya derketina bajêr oxir kir. Polîsan 3 kes, ji girseya ku belav bûn, binçavkir. 

Sernavên din

08/03/2019
22:06 Polîsan li Taksimê êrîşî Meşa Şevê ya Femînîstan kir
19:07 Li Mêrsînê meşa jina hat qedexekirin
18:39 Li Reqayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin
18:26 Kolana Îstiklalê hat girtin
18:20 Li Zanîngeha Brukselê panela jineolojiyê
17:29 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:36 Salek û nîv ceza li rojnameger Kobulan hat birî
16:27 Baroya Amedê: 2 girtî derb kirin û milê girtiyek şikandin
16:22 Jinên 8'ê Adarê pîroz kirin: Jin dê bi berxwedanê aştiyê pêş bixin
15:47 Jin daketin qadan: Em natirsin, bêdeng nabin û serî natewînin
15:46 Jinan Leyla Guven silav kir: Jinek bi meşaleya xwe bi ser tariyê ve diçe
15:12 ‘Erka dewletê ewe ku jinan li dijî tundiyê biparêze'
15:11 Buldan: Yên tecrîdê rakin û bişkênin dîsa jin in
14:54 Dadgeha Îstînafê ya Belçîka: PKK ne rêxistina terorê ye
14:21 Leyla Guven: Em ê azadiya jinê bigihînin serkeftinê
14:12 Sezaî Temellî, wekîlên ku ketin grevê ziyaret kir
13:51 Jin bi rengê xwe li Qada Îstasyonê ne: Leyla Guven rûmeta me ye
13:42 Polîsan li Îzmîrê 8 xwendekar binçav kir
13:00 '8’ê Adarê roja serhildanê ye’
12:57 Li Amedê parlamenter jî di nav de koma duyemîn dest bi grevê kirin
12:40 Li Hewlerê Koma 54'an grev dewir girt
12:22 Jinên Wanê bi dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ diherikin qadê
12:12 3 jinên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan
12:06 Namzetên HDP’ê yên Sûrê: Qeyûm mozaîka gelan parçe kir
11:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana dozgeriyê kirin
11:29 Êzîdiya Koço ya li Dêra Zor hat rizgarkirin komkujiya jinan vegot
11:09 Li Cizîrê herî kêm 9 kes hatin binçavkirin
11:03 Li Girtîgeha Panosê 161 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:25 Idlibê vala dikin: Rojê 300 kes derbasî Hatayê dibin
10:23 Serokê TÎP’ê Baş: Ji bo Leyla divê em bikevin tevgerê
09:52 Girtiyê 83 roj din di grevê de ye: Çalakiya me ji bo gelê kurd bang e
09:10 'Eger mirin çêbibe, bi qasî hikûmetê kesên bêdeng jî berpirsiyar in'
09:10 Ocalan: An em ê bibin şirîkê vî sûcî an jî em ê peywira xwe ya mirovahiyê pêk bînin
09:09 Ayfer Duzdaş: Em bibin dengê Leylayê da ku bijî
09:09 ‘Tecrîd sûc e, divê bi dawî bibe'
09:07 Bi hinceta 'girtiyan motîve dike' rojnameyê nadin girtiyan
09:07 Esnafên bazarê bêzar bûne: Dewletê em qedandin!
09:06 Kaya ku rojiyên mirinê yê berê şopandine: Divê heman travma pêk neyê
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2019'AN
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 121'emîn de ye
07/03/2019
21:27 Alîgirên Amedsporê PFDK'ê protesto kirin
21:18 Li Belçîkayê, dê jin di 8’ê Adarê têkevin grevê
21:11 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
20:36 Li Portekîzê li dijî tundiya li jinê şîna neteweyî hat ragihandin
20:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Wê têkoşîna jinan bidome
20:14 Li Rihayê 4 kes hatin girtin, li Bedlîsê jî 6 HDP'î hatin binçavkirin
19:25 Lîstikvanê Amedsporê Çalar ji futbolê hat menkirin
19:10 Çalakiya greva birçîbûnê ya HDP'iyên hatin berdan didome
18:22 Li Agirî û Bedlîsê afîşên HDP'ê hatin rakirin
17:40 Rojnamevan Tûran hat berdan
17:33 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê hat redkirin
17:00 HDP’iyên bi fermana Soylû hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:49 Heyeta TÎP’ê Guven ziyaret kir: Ev daxwaz berpirsyariyê dide me
16:45 Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat girtin
16:36 Wekîla HDP'ê Başaran: Desthilatdarî pêşeroja welat tehdît dike
16:30 Rojnameger Tûran û 3 kesên pêre sewqî dadgehê hatin kirin
16:19 Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê ya xizmên girtiyan red kir
15:53 Li gelek bajaran jinan peyama biryardariya têkoşînê da
15:34 Li Mûşê, bi hinceta ‘ewlekariyê’ sindoqên 92 herêman hatin veguhestin
15:23 26 kesên li Mûşê hatin binçavkirin lêpirsina wan didome
15:09 Jinan ji bo Leyla Guven rê li trafîkê girtin
15:04 'Di bin çavan de 3 jin rastî êrîşa zayendî û 49 jin jî tacîza zayendî hatin
15:00 Di mehekê de 4 hezar û 987 binpêkirina mafan qewimîne
14:41 Li Dêrazorê 8 Êzidî hatin rizgarkirin
14:29 Jinên Rojnameger daxuyaniya 8'ê Adarê dan
14:12 TJA ji bo tevlîbûna mîtîngên 8'ê Adarê bang kir
14:05 Li Agiriyê, bi hinceta ‘ewlekariyê’ 23 sindoq hatin veguhestin
13:23 Jin dê sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê bin
13:07 Hevseroka HDPê Buldan, rapora qeyûmê ku Meclîsa Jinan amade kir aşkere kir
13:06 ‘Bi ruhê Leyla Guven têkoşîn mezin bû’
12:49 ‘Ji bo ku bibin dengê Leyla em dakevin qadan’
12:45 Parêzerên Ocalan cara 796’emîn serî li dozgeriyê da
12:44 Li Hewagê 3 welatî hatin binçavkirin
12:07 Li Sêrtê afîşên HDP’ê hatin berhevkirin!
12:04 Hevdîtina gel a HDP’ê vediguhere qada mîtîngê
11:54 ‘Di 17 salên dawî de mafê 15 hezar û 34 jinan hat binpêkirin’
11:54 Garisên Gundê Evdîlmamê di zeviyê de ma
11:22 Qeyûm beriya Erdogan bê Mêrdîn dest bi pîneyê kortikên rê kirin
11:20 5 HDP’iyên hatibûn binçavkirin îfadeyên wan tên girtin
10:45 Cihê ku DAIŞ kêliyên xwe yên dawî lê dijî!
10:45 Hevseroka Rêxistina HDP’a Torbali hat binçavkirin
10:35 Dr. Demîr: Em ê bi gelê xwe re xizmetê hilberînin
10:34 4 kes li Dêrsimê hatin binçavkirin sewqî edliyê kirin
10:28 AYM'ê biryara 'Li Îmraliyê azadiya ragihandinê îhlal bûye' da
10:14 AKP li Basa gefa ji kar avêtin li mirovan dixwe
10:01 Sedat Akin li malê çalakiyê didomîne: Divê gel deng bidin dengê me
09:37 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê kir
09:34 Taksîvan: Kar ji sedî 50 daket
09:24 Jinên Kedkar: Leyla jineke ji çîna me ye, divê bijî
09:23 Namzetên Kerboranê: Ji ku hatibin em ê wan bişînin wir
09:22 Girtîgeh bi awayekî derûnî bi ser malbatên girtiyan diçin: Ji kurê xwe r ebêjin bila dev jê berde
09:22 'Armanc, piştî 31'ê Adarê çêbûna zemîneke demokrasiyê ye'
09:21 Ozçelîk: Dadgeha Bilind PAK'ê bi 'nîjadperestiyê' tawanbar kir
09:20 Derhênera fîlma ‘Tebeşîr’: Em hene
09:19 ‘Ji bo Tirkiyeyê şermeke mezin e'
09:18 Namzeta jin: Ez ê bi ser bikevim
09:17 Westandina wan dibe ronahiya çavê gel
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2019'AN
08:22 Berxwedana Leyla Guven di roja 120'emîn de ye
06/03/2019
21:19 Li Stenbolê di 6 salan de Hezar û 154 karkeran jiyana xwe ji dest dan