Temellî: Agirî li ser Pira Osman Gazî re derbas nabin, lê pere didin 2019-03-05 14:51:22   AGIRÎ- Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, xîtabî Agiriyan kir û got: “Kesekê li ser Pira Osman Gazî re derbas dibin hene? Tuneye; lê hûn her roj pereyê vê pirê didin.” Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî, bang li Erdogan kir û got: “Ka li dîroka me mêze bike ku çi ji tere dibêje. Ji tere dibêje ev der Kurdistane, em jî Kurdin.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û şandeya gel wî,  di çarçoveya bernameya hilbijartinê de îro li Agiriyê bûn. Din ava şandeyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî hebû. Temellî û şandeya pê re, di ketina bajêr de, ji aliyê bi sedan kes ve hat pêşwazîkirin. Temellî welatiyên derketin ser cadeyan silav kirin. Agiriyên ku ketin pey otobusa hilbijartinê, herikîn ber avahiya HDP’ê ya Agiriyê. Agiriyên bi alên HDP’ê qad xemilandin, bê navber dirûşmeya “Ya me ye” berz kirin û guven gerandin. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Agiriyê Yelîz Karaaslan û Abdurrahman Dogan gel silav kirin.    Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, axaftinek kûrt kir  û wiha got: “Heta tecrîd bi dawî bibe, emê li ber xwe bidin. Emê bi têkoşîna xwe tecrîd bişkînin. Em li dijî polîtîkayên qeyûman, bi berxwedanê bi ser bikevin.”   ‘EMÊ QEYÛMAN PAŞVE BIŞÎNIN’   Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Agiriyê, Yelîz Karaaslan jî axivî û wiha got: “Emê bi hev re qezenc bikin û bi hev re birêve bibin. Me cesaret ji we girt û em wisan ketin rê. Emê bi biryardariyek mezin qeyûman paşve bişînin.”   ‘EVDER KURDISTANE, EM JÎ KURDIN’ Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî, di axatina kir de bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha xîtabî gel kir: “Leyla Guven û girtî di greva birçîbûnê dene. Em dizanin ku li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan tecrîdek giran heye. Erdogan dibêje ‘Kurdistan tune ye û herin Kurdistana Başur.’ Ey Erdogan;  ka li dîroka me mêze bike. Ka biçe Girê Xerawreşk a Rihayê. Wê demê tuyê bibînî ka çi ji tere dibêje. Ev der Kurdistine, em jî Kurdin. Tenê li ser kuştina Kurdan polîtîka dikin. Radibin û rûdinin dibêjin Kurd. Bi salene hûn zextê li Kurdan dikin, lê vaye Kurd dîsan li ser piyane.”   ‘BÊ SEROK JIYAN NA BE’    Piştî axaftina Ozturk girsiyê dirûşmeya “Bê serok jiyan na be” berz kirin.    ‘GUVEN 118 ROJIN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEYE’   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî piştî Ozturk derket ser otobûsê û gel silav kir. Temellî, diyar kir ku li welat bêhiqûqiyek mezin heye û wiha axivî: “Dawî li vê bêhiqûqî û bêedaletiyê anîn, di destên me deye. Li vî welatî tecrîd û zilm heye. Li vî welatî heya ku tecrîd bi dawî nebe, ne mimkune ku hiqûqa rastîn bê avakirin. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe Leyla Guven ev 118 rojin di greva birçîbûnê deye. Bi beden û dengê xwe li ber xwe dide. Heya  ku tecrîd bi dawî nebe, zilam bi dawî nabe. Heya  ku tecrîd ranebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Ji ber vê em dibêjin werin em hemû bi hevre piştgiriyê bidin hevalên xwe yên digreva birçîbûnê dene û em bi hevre vê tecrîdê bişkînin.”   ‘EMÊ XWEDÎ AGIRIYÊ DERBIKEVIN’   Temellî, anî ziman ku ewê xwedî Agiriyê derbikevin û wiha pê de çû: “Jêderkên vî welatî, têra vî gelê dikin. Lê hemûyan ji çêkirina ÎHA, SÎHA û guleyan bi kar tînin. Kesekî li ser Pira Osman Gazî re derbas dibin hene? Tuneye; lê hûn her roj pereyê vê pirê didin. Ji we didizin û xwe dewlemend dikin. Îro li Agirî, ÎDir û Qersê nexweşxane tunene. Hemû nexweşên we dişînin Erziromê. Lê mê xwedî Agiriyê derbikevin.”   ‘LI CIHÊ KU EM LÊ HATINE DINÊ EMÊ XWEDÎ GELÊ XWE DERBIKEVIN’   Temellî, dest nîşan kir ku li cihê ku ew lê hatine dinê, dê xwedî gelê xwe derbikevin û wiha bilêv kir: “Bi şev û roj êrîşî HDP’ê dikin. Dema ku me nabînin jî, vê carî êrîşê pîvazan dikin. Bi salane, em bi têkoşîna xwe gehiştin vê astê. Emê demokrasiya di xeyalên gelan de bînin vî welatî. Her ku em bimeşin, dê demokrasî, aştî, hizûr û azadî we re vî welatî. Emê hemû bi hevre pêşerojê ava bikin. Ji ber vê emê di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan.”   Piştî axaftina Temellî, otobusa hilbijartinê ya HDP’ê ji bo biçe Dutaxê ket rê. Gel otobusa HDP’ê heya derketina bajêr oxir kir. Polîsan 3 kes, ji girseya ku belav bûn, binçavkir.