QERS - Di serdegirtina malên xwendekarên Zanîngeha Kafkasê de 5 xwendekar hatin binçavkirin.
Li dijî malên xwendekarên Zanîngeha Kafkas a Qersê di saetên sibê de operasyonek hem wext pêk hat. Piştî serdegirtina malan Yusuf Aktar, Muslum Aslan, Mevlan Aytekîn, Tansu Ozbey û xwendekara paşnavê wê nehat zanîn Zehra hatin binçavkirin. Xwendekarên hinceta binçav kirina wan nehat zanîn, birin Midûryeta Polîsan a Qersê.