5 xwendekar li Qersê hatin binçavkirin 2017-11-07 13:21:53 QERS - Di serdegirtina malên xwendekarên Zanîngeha Kafkasê de 5 xwendekar hatin binçavkirin.  Li dijî malên xwendekarên Zanîngeha Kafkas a Qersê di saetên sibê de operasyonek hem wext pêk hat. Piştî serdegirtina malan Yusuf Aktar, Muslum Aslan, Mevlan Aytekîn, Tansu Ozbey û xwendekara paşnavê wê nehat zanîn Zehra hatin binçavkirin. Xwendekarên hinceta binçav kirina wan nehat zanîn, birin Midûryeta Polîsan a Qersê.