OSO îşkence kir û teslîmî Tirkiyeyê kir, dadgehê jî 9 sal ceza birî

img

HATAY - OSO'yê, li Efrînê 12 rojan welatiyê sûriyeyî Mûhammed Dîy Şeyzînî îşkence kir û paşê radestî TSK'ê kir. Dadgehê, bêyî ku bihêle parastinê bike 9 sal ceza li Şeyzînî birî. Çawîşê pispor ku wekî şahid hat guhdarîkirin got: "OSO, radestî me dike, em jî dişînin cendirmeya navçeyê. Di dosyeyê de tu delîl tune bûn." 

Piştî Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ket Efrînê, welatiyên sivîl binçav dike û piştî îşkenceyeke dûr û dirêj wan dişîne Tiirkiyeyê û dadgehên Tirkiyeyê jî wan digirin û dişînin girtîgehê. Ji welatiyên sivîl yek jê jî Mûhammed Dîy Şeyzînê 63 salî ye. OSO, li Efrînê 12 rojan Şeyzîn îşkence kir û paşê di 11'ê Nîsana 2018'an de ew radestî Tirkiyeyê kir. Şeyzîn, li Tirkiyeyê 7 roja di bin çavan de ma û di 18'ê Nîsana 2018'an de hat girtin û wî şandin Girtîgeha Tîpa T a Hatayê. Piştî Şeyzîn hat girtin, di demeke kurt de îdianame hat amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Hatayê jî îdianame qebûl kir. Danişîna ewil a Şeyzîn, di 25'ê Tîrmeha 2018'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Hatayê pêk hat û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal ceza lê hat birîn. 
 
ÎFADEYA LI CENDIRMEYA NAVÇEYÊ WEKÎ PARASTINÊ HAT QEBÛLKIRIN 
 
Di dosyeyê de, wêneyekî ku Şeyzîn li mala xwe kişandiye wekî delîl hat hesibandin û hat îdiakirin kir berpirsiyarê YPG'ê yê gundê Êşxana Xerbî yê navçeya Cinderes a Efrînê ye. Di dosyeyê, tu delîlên der barê vê îdiayê de tune ye. Di danişînê de destûr nedan ku Şeyzîn parastna xwe bike û îfadeya wî ya li cendirmeya navçeyê wekî parastin hat qebûlkirin. Şeyzîn, di îfadeya xwe ya li cendirmeya navçeyê diyar dike ku piştî operasyona OSO'yê ew ji Efrînê derketine û çûne Helebê û piştî operasyona li Efrînê qediyaye ew û malbata xwe careke din vegeriyane navçeya Cinderesê. eyzîn, di îfadeya xwe de tîne ziman ku wexta ew hatine Efrînê ew di 5 noqteyên lêgerînê de derbas bûne û di lêgerînê de ew bi tu tiştî re rû bi rû nemane. Şeyzîn, tîne ziman ku wexta ew çûne gundê xwe endamên OSO'yê wesayîta wan sekinandiye û di lêgerîna li vir telefona wî hatiye destgîrkirin û piştî çûye malê 15 deqîqe şûnde endamên OSO'yê avêtine ser mala wî û ew binçav kirine. 
 
ÎŞKENCE NEHAT QEYDKIRIN 
 
Li gorî agahiyên ku xizmên Şeyzîn dan, piştî operasyona Efrînê çûye Helebê û li wir ji dilê xwe emeliyat bûye û piştî endamên OSO'yê ew binçav kirine birine navenda Efrînê û li cihekî 12 rojan hatiye sekinandin û îşkencekirin. Xizmê Şeyzîn, diyar dike ku OSO'yê di 11'ê Nîsana 2018'an de ew radestî Tirkiyeyê kirin, pêşî wî birine navçeya Reyhanli ya Hatayê û paşê wî birine Qereqola Cendirmeyan a Antakyayê. Şeyzîn, li vir jî 3 rojan li ser hev tê îşkecekirin û piştî 7 rojan şûnde tê girtin. 
 
'OSO RADESTÎ ME DIKE, EM JÎ RADESTÎ CENDIRMEYAN DIKIN' 
 
Çawîşê Pispor Serkan Cesûr ku li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Kûmlûyê peywirdar e, di dozê de wek şahid hat guhdarîkirin. Cesûr di îfadeya xwe de dibêje: "Peywira me; em kesên bi guman terorê li Sûriyeyê tên binçavkirin ji Qereqola Hidûd a Karakayayê radestî Qereqola Cendirmeyan a Antakyayê bikin. Ez di 11'ê Nîsana 2018'an de çûm Qereqola Hidûd a Karakayayê û min bersûc anî. Wexta min bersûc anî, der barê sûcdariyê de tu delîl teslîmî min nekirin. OSO, kesên gumanbar tîne radestî TSK'ê dide. Ew jî radestî qereqolên hidûd dikin." 
 
Ji fermandarên OSO'yê Mûses Tkekh jî, wexta Şeyzîn radestî TSK'ê dike, dibêje Şeyzîn û malbata xwe hatine noqteya lêgerînê, ser wan hatiye sehîkirin lê belê nasnameya wan tune bûye û di telefona wî de wêneyekî wî yê bi kincên YPG'ê kişandiye hebûye. Tkekh, di beyana xwe de dibêje wan ji gundiyan bihîstiye ku Şeyzîn berpirsiyarê YPG'ê yê gund e. Lê dadgehê serî li Tkekh neda.
 
9 SAL CEZA LÊ HAT BIRÎN 
 
Lê belê, wêneyê navborî di îdianameyê de cih negirt. Dozger, ji bo wêneyê behsa wî tê kirin got: "Her çend bersûc dibêje ez ne endamê rêxistina terorî me jî, lê belê di wêne de hatiye dîtin ku ji ber kincên YPG'ê li xwe kiriye serbilind e û parastina wî ne li gor herikbariya jiyana asayî ye û ji ber vê hatiye fêmkirin ku Şeyzîn endamê rêxistina terorî PKK/PYD'ê ye." 
 
Danişîna doza Şeyzîn di 25'ê Tîrmeha 2018'an de pêk hat û heyeta dadgehê bêyî bihêle Şeyzîn parastina xwe bike di danişîna ewil de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal ceza birî. 

Sernavên din

02/03/2019
09:07 11 sivîlên ji Efrînê wê bi îdiaya 'xirabkirina yekîtiya welat' bên darizandin
09:07 Qeyûm hat, tiryakêş li holê man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2019'AN
01/03/2019
17:03 Buldan: Qeyûmên heqaretê li nirxê gelê kurd kirin em ê bişînin Enqereyê
16:38 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê banga lezgîn kir: Ya pêwîst bikin
15:57 Sîlopiyan: Emê qezenc bikin
15:39 Soylu li xerakirina Sûrê mikur hat: Hezar û 378 kargerî hatin xerakirin
15:29 Temellî li Dîgorê bû: Em ê qeyûman paqij bikin û biavêjin ser sergoyê faşîzmê
15:28 Jinan ji bo Guven dest bi kampanyeya îmzeyan kirin
Guven: 8'ê Adarê dê bibe mizgîniya azadiyê
15:27 ÇHD: Em bêdeng nabin emê bi ser bikevin
15:09 Pervîn Bûldan li Cizîrê ye: Ciwanan kenê li ser rûyên xwe şandin
14:57 Li Heskîfê bertek nîşanî DMME'yê dan: We çav li talankirina Heskîfê girtiye
14:44 Jinan bi boneya 8'ê Adarê kart ji girtiyan re şandin
14:17 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî: Qers li HDP’ê tê
14:07 Ji bo maça Amedspor-Sakaryasporê banga aqlê selîm kirin
13:48 ‘743 zarok bi dayikên xwe re girtî ne'
12:56 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:55 Dozger ji xebatkarê Ozgur Gundemê Goktaş re ceza xwest
12:46 Alinak: Ne DEP'iyan û ne jî HDP'iyan bêdengiyê qebûl kir
12:34 Li 66 girtîgehan 331 girtî di greva birçîbînê ya bêdem dene
12:31 Sirri Sakik: 25 sal borîn di polîtîkaya dewletê de guhertin çênebû
12:07 Jinên Mêrdînê li ber girtîgehê starta 8’ê Adarê dan
11:36 Altîn ê sîrgûnî Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê hat kirin, di tecrîdê tê girtin
11:28 DAIŞ'iyên ji Tirkiyeyê li Dêra Zorê rastî xezebê hatin
11:18 Altiparmak: Tecrîd li dijî standartên hiqûqiye
10:54 Rojnameger Zehra Dogan: Nêviyê welat girtî ye
10:53 Bernameya meha adarê ya Şa Performansê diyar bû
10:37 Ahmet Turk bersiv da Erdogan û got: Tayînkirina qeyûman wê ne hêsan be
10:01 Otobusa servîsê li Bayrampaşa qulipî: 9 kes birindar bûn
09:42 'Grevên birçîbûnê dê bandora xwe li 8’ê Adarê bixe'
09:23 Li 8 gundên Pîranê qedexeya derve hat îlankirin
09:21 Dayika ku nikare kurê xwe yê di greva birçîbûnê de bibîne: Êdî bes e
09:20 Bernameya meha Adarê ya Şanoya Bajêr a Amedê
09:19 ‘Îktîdar pêşî mizgeftê çêdike, paşê tesîsan ava dike'
09:19 Serokê Odeya Plansazkarên Bajêr: Ji bo rantê mîmariya bajar diguherînin
09:18 Namzetê HDP'ê yê Cirnê Reş: Gel ji her tiştî hatiye mehrûmkirin, em ê navçeyê veguherînin bihiştê
09:17 OSO îşkence kir û teslîmî Tirkiyeyê kir, dadgehê jî 9 sal ceza birî
09:16 Albuma 'Çira' ya Alî Sîzer derket
09:15 Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît: Çalakiyên greva birçîbûnê nîşan didin ku li welat hiqûq nemaye
09:15 Namzetê HDP'ê yê Manîsayê: Ruhê Fatsayê ji bo pêşerojê vîzyonek e
09:13 Jinên çûn serdana Leylayê: Em ê li her derê qala berxwedana wê bikin
09:12 Qirîzê li bajara jinan xist: Ji 20 kesan man 4 kes
09:12 Wê jin ber bi Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ve biherikin
09:11 Berxwedana Leyla Guven di roja 114'mîn de didome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2019'AN
28/02/2019
19:01 Bi sedan endamên DAIŞ‘ê teslîmî QSD‘ê bûn
16:59 Namzetê Hevşaredariya Êlihê Demîr: Ne kes raman esas e
16:54 Guven: Divê jin bihêz beşdarî 8’ê Adarê bibin
16:37 Temellî: Demokrasiya xwecihî pêdiviya Tirkiyeyê ya lezgîn e
16:34 HDP ‘Rapora Qeyûman’ aşkera kir
16:17 'Roboskî ezmûna dewlet û îktîdarê ye'
16:09 Rojeva jinan a 8’ê Adarê rakirina tecrîdê ye
15:53 Erdogan ê namzetiya wî hat betalkirin: Em dê di 31'ê Adarê de bersîv bidin
15:39 Jin dê 8'ê Adarê bi dirûşmeya 'Ji bo azadiyê berxwedan û grev' dê pêşwazî bikin
15:32 ‘Di 8’ê Adarê de em bi rengên xwe li qadan bin’
15:23 ‘Dîmenên dema gule berdan Kurkut kêlî bi kêlî lêkolîn kirin'
14:55 Li Cizîrê, ji bo hevdîtina Buldan tevlî bibe bang hat kirin
14:54 Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya NY: Li Efrînê sûcê şer hat kirin
14:47 Bîlgen ê HDP’î: Malhebûna xwe eşkere bikin
14:06 Ji bo Roboskî daxwaza edaletê dubare kirin
13:50 Li Tatosê di 2 rojan de 15 kes hatin binçavkirin
13:47 Li Girtîgeha Kiriklar 2 girtî hatin sîrgûnkirin
13:09 Li Oltuyê rojname û pirtûkan nadin jinên girtî
12:45 16 girtî hatin sirgûnkirin
12:40 Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê
12:36 Parêzerên Ocalan cara 794'emîn serlêdan kirin
12:33 Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin
12:26 Rapora Krîmînal a Navnetewî: Polîs rasterast Kemal Kurkut hedef girtiye
12:18 Turkdogan: Divê ku pêvajo veguhere Mutabakata Dolmabahçeyê
11:25 Serap Dogan Mutlu: Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim
11:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Hezar canê me jî hebe, em amadene feda bikin
11:10 Yagiz sed roj in di grevê de ye: Em bi hatina biharê re tecrîdê bişkînin
10:54 8'ê Adarê dê hefteyekê li Colemêrgê bê pîrozkirin
10:45 Karkerê înşaetê yê ji qata sêyemîn ket, bi giranî birîndar bû
10:36 Eraslan ê 65 salî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hat girtin
10:35 Ji ber hişmendiya bûye sedem dayika min 113 roj in birçî bimîne dilê min jan dide'
09:42 Ji bo efrîniyên di Girtîgeha Hatayê de hat gotin: Divê rojeke xweş nebînin
09:35 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila pirsgirêk bê çareserkirin
09:33 Bazarvan: Madem em terorîst in, tu yê di sindoqê de bibînî
09:32 'Divê em dîrok, kuçe û malên Rihayê biparêzin'
09:32 Hatay li ser avê ye!
09:30 Şener: Li hemberî AKP'ê liv û tevgerek nû heye
09:29 Çalakiya xwe greva birçîbûnê li malê didomîne
09:26 'Ne qeder e, em xwe birêxistin bikin'
09:25 Wê li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê pêşî li bazarê dest pê bikin
09:25 Qeyûm kirêya dikanan du qat zêde kir
09:24 'Wê faşîzm bi xwedîderketin û bilindkirina vê berxwedana dîrokî bişikê'
09:23 Namzetên HDP'ê yên Tozanê: Em ê peykerê hat rûxandin ji nûve çêkin
09:22 ‘Çalakiya Leyla Guven dişibe berxwedana Leyla Qasimê'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2019'AN
27/02/2019
16:42 Parlemnter Ayşe Surucu: Divê Leyla Guven bijî
16:16 Di doza Gundemê de ji bo gerînendeyên weşana nobetê ceza hat xwestin
16:08 Bîlgen: 31'ê Adarê fersendek e
15:44 HDP'ê li Êlihê namzetê Hevşaredariyê Mehmet Demîr nîşan da
15:43 Leyla Guven: Çalakiya min dê serbikeve
15:07 Girtiyên jin ên Girtîgeha Amedê: Ji van bedenan re bibin beden
14:55 Hevserokên Giştî yên HDP'ê di 1'ê Adarê da dest bi mitîngan dikin
14:34 Ji bo Berkîn Elvan dê keşîf bê kirin
14:33 Komîsyona Mexdûrên KHK’ê hat avakirin
14:11 Di şewata Îstasyona Trênê ya Qahirê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan